DEWLETÊN KU KURDAN Dİ DÎROKÊ DE AVAKİRİNE:
Dildar Satî
Dewleta merwanî 991 –
1097
Dewleta şedadiyan 951 –
1088
Dewleta Hesnewî 941 –
1014
Mîrnîşîna Erdelan
1219 –
1865
Mîrnîşîna Baban
1677 –
1851
Mîrnîşîna Behdînan.
Mîrnîşîna Soran.
Mîrnîşîna Hekariyan.
Mîrnîşîna Botan û hwd.
i sedsala 14’ an û heta niha. Wekî têzanîn, temenê dewleta Merwaniyan nêzîkî sed salan e. Di sedsala 1071’ ê de Merwaniyan bi Selçûkiyan re peymanek çêkir. Lê Selçûkiyan îxanet li kurdan kirin. Piştî bîzansî di encama vê pêymanê de bi bin ketin û Selçûkî zîvîrin û dewleta Osmaniyan hilweşandin. Di salên 1514’ an di navbera Dewleta Osmanî û Sefewiyan de şer derket. Di vî şerê li Çaldiranê de ku di bin fermandariya Şah Îsmaîl de di meşiya Sefewiyên Îranî têk çûn û beşekî mezin ji ax û nifûsa KURDİSTANê kete bin serweriya dewleta Osmanî. Her wiha di sala 1639’an de KURDİSTAN di navbera Osmanî û Sefewiyan de bi peymana Qesra şîrîn hate parkirin û bû du perçe. Di bin serwrî û dagirkeriya Osmanî û Sefewiyan de, gelê kurd di pêşengiya mîrek û began de wekê dewletên (Otonom) xweser jiyana xwe domandiye. Piştî belavbûuna împeretoriya Osmanî. KURDİSTAN hê zêdetir parçe bû û ket rewşeke hîn dijwartir de. Îngilîstan û Firansa weke hêzên nû yên dagirker û mîtinger di nexşya Rojhelata Navîn de li KURDİSTANê tixûbên komara Tirkiyê, şahîtiya Îranê, monarşiya Îraqê û serweriya Îsraîlê û Firansayê xêzkirin. Di 24. 07. 1923’an de peymana Lozanê kirin çar parçe. Li gel parçekirina KURDİSTANê gelê kurd, çand û zimanê wî/ê jî parçeparçe kirin.
[1] Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,670 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!