$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bêrîtan Sine
Nav û paşnav: Nîlufer Xalidyan
Cihê jidayikbûnê: Sine
Navê dê û bav: Şehla - Muhyettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevala me Bêrîtan li bajarê welatparêz ê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Kesayeta rêhevala me Bêrîtan a ku bi dilsoziya xwe ya ji bo nasname, çand û axa gelê Rojhilat mezin bû, bûye xwedî karakterekî welatparêz. Ji ber ew wek jina ciwan a Kurd birçiyê azadiyê bû, ketiye nava lêgerîneke cidî ya azadiyê. Hem ji bo ku jin bigihîje azadiyê hem jî ji bo azadiya civakî ya gelê xwe bi dest bixe, xwend û lêkolîn kir. Rêhevala me Bêrîtan ku jineke pir jîr bû, hînî sê zimanên cuda û sê zaravayên Kurdî bûye. Digel ku xwendekarek serketî ye jî hîn bûye ku di dibistanên dewletê de azadî nayê bidestxistin. Tevî ku demekê di nava rêxistinên Kurdan ên cuda de cih girt jî, dît ku hemû azadiyên civakî bi taybet azadiya jinê di paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo de heye. Bi îdeolojî û paradîgmaya Apoyî nas kir, di roja pîroz a Newroza 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû. Navê rêhevala me Fermandara leheng û berxwedêr a gelê Kurd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe digire. Mîna fermandara me Bêrîtan a ku navê wê lê hatiye kirin, bi lez û bez pratîk dibe, pêş dikeve û peywiran radigire ser milên xwe. Di îdeolojiya Apoyî de kûr dibe, weke jina Kurd a azad di pîvanên azadiyê de jêhatî dibe û di hunera leşkerî de xwe pêş dixe.
Di akademiya taybet a leşkerî de ji bo hînê suîkastê bibe xwe perwerde dike û bi serketî diqedîne. Di sala 2018’an de ji bo perwerdehiya xwe bidomîne derbasî Zapê bû. Ev çar sal in li qada Zapê bi coş û hezkirineke mezin her cure xebat û peywiran dimeşînd. Xwêdana xwe li ser her cihek axa Zapê dixe û tecrubeyên xwe yên herî mezin di jiyan û şer de li Zapê bi dest dixe. Serdema nû ya YJA Star bi lez û bez xeta fermandariyê digire û di nava tîmên gerok de cih digire. Di çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker de cih digire û bi wêrekiya xwe ya mezin derdikeve pêş. Kurojahro ku derbasî dîroka lehengiya gelê Kurdistanê bû, di nava şert û mercên herî dijwar de bi rojan li qada Berxwedanê şer kir û derbên giran li dagirkeran da. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a tirsonek de tevî 4 hevalên xwe digihêje şehadetê.[1]