$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şervan Goyî
Nav paşnav: Munîr Babat
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asya-Kerevan
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şervan li nava eşîra Goyî ku yek ji eşîrên welatparêz ên Kurdistanê ye, li gundê Sêgirkê yê Qilabanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz û dilsozê nirxên Kurdîtiyê bû hevrêyê me Şervan jî bi heman rengî mezin kir. Her wiha ji ber ku gundê lê dima û derdora wî qadên kar ên hêzên gerîla bû, zû gerîla nas kir. Bi bandora têkiliyên hevrêtiyê û rêbaza jiyanê her tim dixwest bibe gerîla. Hîn di zarokatî de dixwest tevlî gerîla bibe, lê belê ji ber temenê wî biçûk bû nekarî tevlî bibe. Lê belê bi ciwantiyê re daxwaza xwe ya zarokatiyê pêk anî û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.
Tevî ku biryara tevlîbûna hevrêyê me Şervan li nava gerîla daxwaza dema zarokatiyê jî bû, zêdebûna êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser destketiyên gelê me yê li Rojava, kir ku tevlîbûneke bi têgihiştî bike. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê wergirt û bi xebatkarî û kedkariya xwe timî li pêş bû. Her kêliya xwe bi jiyana gerîla û fêhmkirina îdeolojiya Rêbertî derbas kir, ji bo bibe milîtanekî baş ê Rêbertî kedeke mezin da. Pitşî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir, ji bo bi hawara xelkê me yê Êzidî ve biçe ku trajediyeke mezin bi serê wan ve hat, sala 2015'an derbasî Şengalê bû. Li vê derê bi rengekî serketî tevlî şerê destanî yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Hevrêyê me Şervan ku beşdarî pêngavan hemûyan bû, bi wêrekiyeke mezin şer kir û di derxistina çeteyan a ji Şengalê de bû xwedî kedeke girîng. Piştî ku Şengal ahte rizgarkirin careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo pratîka kiriye binirxîne, dersan jê werbigire û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve bike li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Li dû perwerdeyên wergirtî di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûrtir kir, hewl da ku jiyana xwe bi temamî li ser vê bingehê birêxistin bike. Her wiha di çarçoveya projeya jinûve avabûnê de di gerîlatiya serdema nû de xwe bi pêş ve bir. Bi baweriya ku heta li dijî mêtingeriya Tirk têkoşîneke bi bandor neyê meşandin destketiyên gelê me nikarin bêne parastin, hevrêyê me Şervan derbasî Bakurê Kurdsitanê bû û bi moral û kelecaneke mezin tevlî kar bû. Hevrêyê me Şervan ku haya xwe ji vê pêvajoya dîrokî hebû, zanî bû ku gelê me di vê demê de ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye û bi vê têgihiştinê tevlî kar bû. Bi wêrekî, fedakarî û kesayetiya xwe ya xwezayî ya Botanê bû milîtanekî mînak. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyê xwe Şervan heta serketinê bimeşînin.[1]