$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Baran Garzan
Nav paşnav: Recep Şay
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Denîz-Mehmet Şîrîn
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2020 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Baran li bajarê Bedlîsê yê herêma Garzanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê yên li ser gelê Kurd têne ferzkirin, bû xwedî kîneke mezin. Ji bo li dijî van polîtîkayan têbikoşe û bersiva herî mezin bide êrişên dijmin, hîn di ciwantiyê de biryara tevlîbûna li nava refên gerîla da. Bi bandora tevlîbûna hevalên wî yên li nava gerîla, biryara beşdariyê da û ev biryara xwe jî di cih de pêk anî, sala 2015'an li Garzanê tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û berpirsyariya li nava jiyanê bala hevrêyên xwe kişand û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Baran li nava gerîla her cûr zehmetî ji pêşiya xwe rakir û şert û mercên giran bi alîkariya hevrêyên xwe derbas kir. Hevrêyê me Baran ne tenê teorîbûnê, her wiha di nava jiyanê de pratîkbûn ji xwe re kir esas û ji her du aliyan ve xwe bi pêş ve bir, ji bo bibe gerîlayekî şareza gelekî têkoşiya. Ji bo bibe gerîlayekî profesyonel xwe ji bo perwerdeya leşkerî pêşniyar kir û ev perwerde jî di asteke baş de qedand. Hevrêyê me Baran bi serketina xwe ya li qada perwerdeyê, bi fedakariya xwe ya li nava jiyanê û bi sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Piştî vê perwerdeyê ji bo herêma Botanê xwe pêşniyar kir û derbasî vê herêmê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bêfikar a li qada Botanê, jir oja destpêkê ve li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê û bû milîtanekî Apoyî yê mînak.[1]