$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Êrîş Sema
Nav û paşnav: Yûsûf Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê dê û bav: Fatma - Şukru
Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevalê me Êrîş li Mêrsînê di nav derdoreke welatparêz de ji dayik bûye. Rêhevalê me Êrîş ku li metropolên Tirkiyeyê ji dayik û mezin bûye, ti carî têkiliya xwe ya bi welatê xwe Kurdistan û gelê xwe re qut nekiriye. Exlaqê civakî yê xurt ê gelê Kurd girtiye û welatparêzî di kesayeta xwe de pêş xistiye û xwedî lê derketiye. Dewleta Tirk a mêtinger ku di warê aborî de jî gelê Kurd talan dike, ji ber polîtîkayên wê yên asîmîlasyonê di malbateke xizan de mezin bû. Vê rewşê rêhevalê me Êrîş bi feraseta kedê da nasîn û hişt ku bi keda xwe bijî û li ser lingan bisekine. Ji ber vê sedemê ji dil we cewhera sosyalîst a jiyanê girtiye û ji kedê re her tim rêzdar bûye. Dema ku tevgera herî mezin a kedê ya Kurdistanê PKK’ê nas kir hem Kurdbûna xwe, hem nûnertiya rast a kedê û hem jî rastiya civakê ya exlaqî-polîtîk, sosyalîst di nava tevgera Apoyî de dît. Dema ku wî ev rastî fêm kir, bêyî dudilî biryara tevlîbûna PKK’ê da û hat çiyayên Kurdistanê. Pir zû ji jiyana gerîla hez kir û pîvanên jiyana sosyalîst a PKK’ê di xwe de ava kir û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi keda xwe xwe afirand. Rêheval Êrîş ku bi taybetmendiyên xwe yên dirûstbûn, kedkar û fedakar derdikeve pêş, karî hezkirin û rêzdariya hemû hevalan qezenc bike. Her çiqas di dibistanên dewleta Tirk de zêde nexwendibe jî, bi sûdgirtina ji pirtûkxaneya dewlemend a îdeolojiya Apoyî hem di warê îdeolojîk û hem jî leşkerî de xwe pêş dixe. Rêhevalê me Êrîş ku weke milîtanekî Apoyî yê mînak bi pêş ket, bûye kesayetek ku hezkirin û hurmeta hemû hevalên xwe bi dest xistiye. Rêhevalê me Êrîş ku heta roja ku gihişt şehadetê jî rûmet, tevlîbûn û sadetiya xwe parast, bi şehadeta xwe re mîraseke xurt a têkoşîn û rêhevaltiyê ku divê her tim esas bê girtin, radestî me kir. Weke rêhevalên wî em soz didin ku em ê talîmatên şehîdên xwe yên ji bo mezinkirina mîrateya têkoşîn û şerê azadiyê bi serketinê tacîdar bikin û em ê xwedî li bîranînên wan derkevin.[1]