$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agir Dilbirîn
Nav paşnav: Ridvan Aslan
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Hulya-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agir li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wî bi hişmendiya welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Agir ku fêhm kir dibistanên sîstemê nikarin tiştekî bidin wî, zû dest ji van dibistanan berda. Bi taybetmendiyên xwecihî yên qada lê mezin bû, bû xwedî sekneke kedkar. Hevrêyê me Agir zû ked nas kir, hişmendiya berpirsyariyê pê re çêbû û bû kesayetekî xwedî berpirsyarî. Bêparmayina gelekî ku bi dehan milyon mirovên xwe hene, parçebûna welatê wî, zexta qirkirina fîzîkî û çandî ya li ser gel, bi hevrêyê me Agir re hêrseke mezin afirand. Hevrêyê me Agir fêhm kir ku bêyî têkoşînê, bêyî dayina berdêlan azadî bi dest nakeve û kete nava lêgerînê. Ji ber kesayetiya xwe ya berpirsyar her wiah ji ber welatparêziya lê mezin bû, tevgera me ya azadiyê nas kir û gerîla gelekî bala wî kişand. Hevrêyê me Agir kêfxweşiya destketiyên gelê Kurd parve kir, ku bi berdêla bi hezaran şehîdan hatin afirandin û fêhm kir ku dewleta Tirk li ku dibe bila bibe êrîşî destketiyên Kurdan dike. Gihîşt wê baweriyê ku astengkirina komkujiyên rejîma faşîst ên li ser gelê me, tenê bi tevlîbûna li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe.
Hevrêyê me Agir li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi perwerdeyên bingehîn re bêhtir têgihişt û weke milîtanekî fedaî yê Rêber Apo xwe bi pêş ve bir. Li qadeke dijwar a mîna Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir û bi ked û tevlîbûna xwe gerîlatiyeke serketî kir. Di her kêliya jiyanê de xwe ji perwerdekirinê neda alî, di demeke kurt de bû xwedî sekneke milîtaniyê. Bi dilnizmî, pak û fedakariya xwe, li her qada ku têkoşiya li pêş bû. Ji bo meşandina doza azadiyê ya gelekî û bûyîna hêza çareseriya pirsgirêkan, kete nava hewldanên bêhempa. Hevrêyê me Agir ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, bi tecrûbeyên wergirtî tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Li Zagrosan gelek fermandarên me yên pêşeng ji xwe re kir mînak û ji bo hêjayî wan bibe, kar kir û weke namzetê fermandarekî mezin şehîd bû.[1]