$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Andok Serhed
Nav û paşnav: Alî Nûrî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dê û bav: Fatma - Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê Kobanê ku navê wê bi azadî û berxwedanê tê binavkirin, bi zarokên qehreman ên ku mezin kirine, ji bo mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e. Hevrêyê me Andok di malbateke welatparêz a ku bi sedsalan li vî bajarê qedîm çanda Kurdî parastiye hat dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz in û di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de cih girtine, hevrêyê me Andok ji temenê xwe yê biçûk de bi hişmendiya welatparêziya Rêber Apo mezin bûye. Hevrêyê me Andok, ji ber ku salên destpêkê yên ciwaniya xwe bi destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bû, di nava şert û mercên şoreşgerî de kesayeta xwe ava kir. Ji bo vê jî hevreyê me Andok bi şoreşa gelê me mezin bû û wî bi xwe jî di nav şoreşê de cih girt. Hevrêyê me Andok jî bi hişmendiya ku pêşengê civakê ye, mîna her ciwanê Kurd ê bi rûmet, hewl dide hêviyên gelê me bi cih bîne û bibe layiqî hevrêyên xwe yên ji bo gelê me canê xwe feda kirine. Ji bo vê jî beşdarî çalakiyên ciwanan bû û bi biryar bû ku bibe şopdarê stêrka me ya sor Alî Çîçek. Demeke dirêj di gelek astên xebatên ciwanan de cih girt û xwest bersivê bide pêdiviyên pêvajoya şoreşê. Dema guncav bû pêşengiya çalakiyên sivîl kir û weke hilgirê daxwazên gelê me cih girt û dema pêwîst bû li eniya şer meşiya û gelê me li hemberî êrîşên çeteyan parast. Hevrêyê me Andok ku ji bo layiqî mîsyona pêşengiya ciwanan be kedeke mezin da, bi enerjiya ciwantiya xwe û her wiha bi zelalbûna armanca xwe bû şoreşgerekî pêşeng. Hevrêyê me Andok ku bi serkeftina xwe ya di xebatên ciwanan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, ti carî xwe bisînor nekiriye. Her tim li rêyên têkoşînê geriyaye û bi awayekî herî baş xizmeta gelê me kir. Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin li gelek eniyên herêma Rojava cih girt, di pêvajoya şer de rastiya dijmin nas kir û rûyê talanker û qirker ê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî zelaltir dît. Hevrêyê me Andok ku bi taybet di dema şerê Efrînê de şahidiya komkujiyên li ser gelê me bû, soz da ku ew ê tola gelê me hilîne.
Hevrêyê me Andok zanibû ku bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare vê tola xwe hilîne, di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Rêhevalê me Andok ê ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla di warê leşkerî û bîrdozî de jêhatîbû, xwest li tunelên berxwedanê û di çarçoveya tîmên gerîla de li gel hevalên xwe li ber xwe bide. Ji bo vê jî xwe di taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû de pêş xistiye û bi hostayî helwesta gerîlatiyê pêk aniye. Hevrêyê me Andok ê ku bi beşdarbûna di berxwedana dîrokî ya li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna de, xwest erka xwe ya weke milîtanekî pêşeng Apoyî bi cih bîne. Ew li benda wê kêliyê bû ku tevlî berxwedanê bibe da ku ezmûnên xwe bike pratîkê. Hevrêyê me Andok hem ji aliyê afirîneriya taktîkî ve hem jî di naskirin û bikaranîna çekên gerîla de her tim xwe pêş xistiye. Ji ber vê yekê li gorî şert û mercên şer bi tevahî xwe perwerde kir û bi cih kir. Wext hat, ji bo li hemberî dijmin têkoşîneke bi bandor bimeşîne, her kêliya xwe bal kişand ser xwe û di dema şer de feydeya vê yekê dît.
Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin ên di sala 2022’an de li dijî herêma Metîna pêk anîn, bi tevlîbûna tîmên gerok çû eniya şer, ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê heta kêliya ku gihişt şehadetê beşdarî gelek çalakiyan bû. Dizane ku di her derbeya ku li dewleta Tirk a dagirker dixe hem tola hevrêyên xwe yên şehîd û hem jî ji gelê me hiltîne. Hevrêyê me Andok ê ku bi sekna xwe ya lehengî û fedaî di şer de taca xwe ya dilsoziya tevlîbûna jiyanê girt, di 27’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşên dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî de şehîd bû û cihê xwe di nava berxwedana karwanê şehîdan de girt.
2. Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Mijdara 2022’an de diyar kiribû ku hêzên me di 27’ê Cotmeha 2022’an de li herêma Şehîd Piling a Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî komeke dagirker xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 12 dagirker hatibûn cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûbû. Di van şer û êrîşên hewayî de hevalên me Sîpan, Cesûr û Rojger piştî şerekî qehremanî şehîd bûbû. Me nasnameya hevalê we Sîpan û Cesûr eşkere kiribû û diyar kiribû em ê nasnameya hevalê xwe Rojger piştre eşkere bikin.[1]