$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Roza Hedar
Nav û paşnav: Pakîze Gunduz
Cihê jidayikbûnê: #Amed#
Navê dê û bav: Besra - Celal
Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Tîrmeha 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Roza li gundê Biryasê yê navçeya Licê ya Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me Roza ku xizmên wê yên nêzîk şehîd in, bi çîrokên lehengiya van hevalên şehîd mezin bû. Dîsa ji ber ku di salên 1990'î de li Licê serhildanên mezin lê geş bûn û komkujiyên ku dijmin li ser gelê me pêk aniye, ji mezinên xwe guhdar kiriye, bûye sedema hêrsa wê li hember dijmin mezintir bibe. Berxwedana bi rûmet a gelê me ya li hemberî dijmin û tolhildana Gerîlaya Azadiya Kurdistanê, hişt ku hevrê Roza partiya me PKK’ê nas bike. Mîna her ciwanek Kurd a hişyar hevrêya me Roza jî ku geşedanên li Kurdistanê ji nêz ve û bi eleqedar dişopîne, li hemberî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Kobanê û şehadeta gelek şoreşgeran hêrseke mezin çêbû. Hevrêya me Roza ku baş dizane dewleta Tirk bi awayekî vekirî destekê dide van êrîşên çeteyan, di sala 2015’an de ji bo tolhildana şehadetan biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêya me Roza ku dema tevlî nava refên gerîla bû heta astekê PKK’ê nas kir, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, hêj baştir dest bi naskirina Rêberê me kir. Bi taybet tehlîlkirina Rêbertî ya li ser pirsgirêka azadiya jinê hevrêya me Roza gelekî bandor kir. Piştî ku hînî vekolîn û nirxandinên Rêbertiyê bû, kesayetiya xwe lêpirsîn kiriye û taybetmendiyên ku ne aîdê wê bûn yek bi yek derbas kir. Ji şêwaza têkoşînê ya Rêbertiya me û hewldanên wî yên ji bo azadiya jinê bandor bû û ji bo layîqê keda Rêbertiya me bibe kedeke mezin da. Her ku Rêbertî nas kir, girêdana wê bi nirxên azadiyê û Rêbertî hêj mezintir bûye û bi heqîqeta PKK’ê re bûye yek. Hevrêya me Roza ku di her kêliya jiyana xwe de xwe perwerde dike, hewl daye paradîgmaya Rêbertiya me ya ku azadiya demokratîk, ekolojîk û jinê armanc dike fêm bike û bike bingeha jiyana xwe.
Hevrêya me Roza ku roj bi roj xwe di warê leşkerî de bi pêş dixe, bi îradeyeke mezin tevlî hemû xebatan bûye. Bi taybetî jî weke gerîlayeke YJA Starê di pratîkê de îspat kiriye ku hêza jinê têra hemû ked û xebatan dike û di vê wateyê de jî bûye milîtanek pêşeng. Piştî ku bi salan di şerê li dijî çeteyan de cih girt, bi ezmûna ku ji vir derxistiy, bi coş û kelecanek mezin derbasî herêma Metîna ya ku şer lê herî germ bû û li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker cih girt. Hevrêya me Roza ku li qada Metîna erka fermandariya tîmê girtibû ser milê xwe, di taktîka şerê me yê serdema nû de hem bi erkeke wiha girîng girt ser milê xwe û hem jî bi berpirsyariya vê yekê beşdarî xebatan bû.
Hevrêya me Roza ku li dijî êrîşên dijmin ên li hemberî Herêmên Berxwedanê yên Girê Hekkarî li vê qadê bi cih bû, bi şêwazê tîmên bi tevger, di gelek çalakiyan de ku derbên giran li dijmin hate xistin de cih girt. Bi çalakiyên ku pêşxist, berxwedana hevrêyên xwe yên di tunelên şer de temam kir û nehişt ku dijmin encam bigire. Hevrêya me Roza jî weke hevrêyên xwe îmze avêt berxwedaneke dîrokî û li hemberî her cure êrîşên dijmin ên dijîmirovahî, serî netewandiye û heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê. Em soz didin ku heta xeyala hevrêya me Roza ya azadiya fîzîkî yê Rêber Apo pêk were û paradîgmaya Rêbertiyê bi tevahî mirovahiyê bidin nasîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.[1]