$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Tîrêj Dijwar
Nav û paşnav: Vedat Îşsîz
Cihê jidayikbûnê: #Şirnex#
Navê dê û bav: Saîme - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Hezîrana 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Tîrêj Dijwar di nav malbateke welatparêz li Dêrguleya Şirnexê ji dayik bûye û li Cizîrê di nav çanda qedîm û welatparêziyê Botiyan de mezin bûye. Hevrê Tîrêj zextên dijmin bi çavê xwe dîtiye û di heman demê de welatparêziya derdorê jî bandor li ser wî kiriye. Dema ku bavê wî ji aliyê dewleta Tirk hatiye girtin wî jî partiya me PKK nas kiriye. Dema ku çûye zindanê wî berxwedêrên zindanan û mialemeya dijmin dîtiye û ji ber vê hêrsa wî ya li hemberî dewletê jî zêde bûye. Wî fêm kiriye ku bi têkoşîna li dijî dijmin re ev rewş dikare ji holê were rakirin û bi vê bîr û hêrsê tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Di nav xebatan de hatiye destgîrkirin. Wî piştre tehamulî vê rewşê nekiriye, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê ya ku ew dikare têkoşîneke xurt bike û tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Hevrê Tîrêj li qada Metînayê dest bi gerîlatiyê kiriye û li Qaşûrayê pratîk kiriye. Wî dîtiye ku meşa li ser xeta PKK’ê divê çawa be û meşa li ser bingeha ku ew jê bawer dike, ji xwe re kiriye esas. Wî li ser bingeha girêdana şehîdan meşa bi jiyana hevrêtî ji xwe re kiriye armanc. Ew wisa nêz bûye ku jiyana PKK’ê ji bo wî û ji bo her kêlîkê bi tena serê xwe perwerdehî ye. Hevrê Tîrêj li hemberî dijmin hêrsa wî gelekî zêde bû û fêm kiriye ku girêdana hestiyarî heta derekê dikare mirovan bibe û ji ber vê wî bala xwe daye perwerdehiya li ser bîreke kûr ku ji bo şoreşgeriyeke demdirêj hewce ye. Wî girîngî daye vî tiştî ku ew xwe li ser îdeolojî û felsefeya Rêber Apo perwerde bike.
Piştî pratîkeke çar salan ji bo li ser bingeha tarza fermandariyê xwe perwerde bike, pêvajoya pratîk binirxîne û xwe li ser xeta partiyê kûrtir bike, derbasî akademiyê bûye. Di akademiyê de wî asteke kûr a lêkûrbûnê bi dest xistiye û ev kûrbûn bi perwerdehiya pisporiya leşkerî temam kiriye û ji xwe re kiriye hedef ku ew bibe gerîlayekî profesyonel ê serdema nû. Bi perwerdehiyên ku stendiye di pêvajoya avakirina ji nû ve ya HPG’ê de wekî namzetê fermandarekî pêşêng derbasî qada Zagrosê bûye. Hevrê Tîrêj ji fermandariya tîmê, taxim û herî dawîn heta fermandariya yekîneya gerok berpirsyarî stendiye. Wekî gerîlayekî profesyonel taktîka çekê giran bi afirîneyeke mezin xistiye pratîkê û gelek çalakiyên serkeftî pêk aniye. Di sala 2021’an de li hemberî dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr ê li qada Cîloya Biçûk wî fermandariya milekî kiriye, çûye ser cenazeyên dagirkeran û çek rakiriye. Li Avaşîn û Zapê ew tevlî gelek çalakiyan bûye û gelek çalakî koordîne kiriye. Wî tarza şerê tîmên gerok bi serkeftî pêk aniye û bûye yek ji fermandarên mînak ên ku pêşengtî kirine.
Hevrê Tîrêj ê ku yek ji zarokê hêja gelê Botanê bû bi helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî, hevrêtî, cesareta xwe ya di şer de, afirîneriya xwe ya taktîkî û fermandariya xwe bûye yek ji fermandarên sembol ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê. Di 21’ê Hezîranê de di êrîşa dijmin de şehîd bûye. Em sozê didin ku em ê li ser şopa vî fermandarê xwe yê mêrxas bimeşin, em ê tola wî bistînin û armanca wan bi ser bixînin.[1]