$Kurtejiyana hunermendê Kurd Ebdela Beko$
Hunermendê kurd Ebdela Beko di dîroka 14.03.1999'an de li bajarê #Kobanî#ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk dibe. Xwendina xwe ya seretayî, navî û amadehî li kobanî diqedîne, paşê di peymangeha Ş.Zozan de beşê mûzîkê dixwîne û bi pileya baş jê derdiçe.
Rêwîtiya wî ya hunerî piştî di sala 2015'an de piştî şerê kobanî dest pê dike. Ji ber hezkirin û behremendiya xwe ya ji mûzîkê re, çavên xwe di warê mûzîkê de vedike. Hezkirina wî ya pir ji amûra Qanûnê re hebûye, ji ber bêderfetiyan amûra gîtarê hilbijart. Bi rêya perwerdehiya amûra gîtarê dikeve nava cîhana huner mûzîkê. Hunermendê ku bandor li wî kirine, Seyda Perincek bûye û her wiha bi koma Botan ya kevnare bandor dibe, bi qasî 6-7 mehan di nava wan de dixebite, paşê ew û çend hevalên xwe bi hev re koma bi navê ''Şehîd Gîvara'' ava dikin, û bi hev re derdiketin şahî, konsêr û boneyan.
Her wiha ew di nava malbat û warekî de rabûye ku ap û pismamên wî xwedî malbateke dengbêj û stranbêj in. Lewma ew bandor ji jî hatiye girtine ku ew bibe xwedî behremendî
Ebdela Beko ta niha çar kilîp derxstine, lê ew stran ne yên wî bi xwe ne. wî bi rengê ew gotin strandine. Ew vêga amadekariya klîpekê dike ku wê di demên pêş de were weşandin. Ebdela Beko vêga li bajarê Hesekê dimîne û di çand û hunera wî bajarî de dersên mûzîkê dide. Hêviya wî her ew e ku stranên bi zimanê kurdî di nava gel de geş bibe.[1]
Aras Hiso
Jêder: Hevpeyvîna bi Ebdela Beko re