Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,163
Wêne
  124,134
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Sila Faraşîn - Hamdiye Tekbûdak
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sila Faraşîn
Sila Faraşîn
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sila Faraşîn
Nav paşnav: Hamdiye Tekbûdak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Taybet-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2023 / Besta

$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê Wanê yek ji navendên pêşeng a têkoşîna me ye ku bi çanda xwe ya kevnar a bi hezaran salan tê naskirin, ji roja ku têkoşîna me ya azadiyê destpê kirî û vir ve li dijî faşîzmê bi awayekî bêhempa ketiye nava têkoşînekê. Têkoşîna me ya azadiyê hêviyên azadiyê yê gelê me, jinûve şîn kir. Gelê me jî bi hezaran zarokên xwe di vê rêyê de şehîd dan û li dora Tevgera me kom bûn. Gelê me di vê pêvajoyê de jî mîna berê ji kesayeta xwe ya berxwedêr tawîz nedaye û ji ber vê sekna xwe ya bi rûmet her çiqas bibe hedefa dewleta Tirk jî, têkoşîna xwe mezintir kir û bersiva her êrîşê daye. Hevrêya me Sila jî di nava çandek wiha de, li gundê Xaviştan ê navçeya Şax a Wanê di nava malbat û derdorek girêdayî çanda xwe de, mezin bûye. Hevrêya me Sila di nava malbat û derdorek ku ji bo azadiyê berdêl dayîne de ji dayik bûye û ev yek bûye sedem ku hê di zarokatiya xwe de PKK’ê nas bike. Her roja ku derbas dibe eleqe û heskirina hevrêya me Sila ya li hember gerîla, zêde dibe û wê bi xwe jî xeyala rojên ku ew tevlî refên gerîla bibe û di nava têkoşînê de cihê xwe bigre, kiriye. Di temenê ciwan de, zexta civakî û rêbazê jiyanê ya li ser jinê hatî ferzkirin, di hevrêya me Sila de gumanên kûr çêdikir. Hevrêya me Sila di sala 2010’an de xeyalê xwe pêk anî û li Botanê ku kibleya gerîla ye, tevî refên gerîla bû.
Hevrêya me Sila li Botanê dest bi jiyana xwe ya şoreşgeriyê kir, ji têkîliyên hevrêtiyê yên li ser esasê heskirin û rêzdariyê yên di nava gerîla de bandor bûye û di hemû jiyana xwe de ev têkîliyên hevrêtiyê ji xwe re esas girt. Dîsa berovajî tarzê jiyana ku civaka heyî li ser jinê ferz kirî, dît ku di nava PKK’ê de jin xwe jinûve ava dikin û ket pêvajoya xwe jinûve avakirinê. Hevrêya me Sila di nava gund de bi kedê re mezin bû, piştî tevlî nav refên gerîla dibe jî ji ber kedkarî, fedakarî û tevlîbûnên xwe yê bêhesab hevrêyên wê jê re rêz nîşan didin. Hevrêya me Sila di nava demek kurt de bala xwe dide jiyana gerîla û gihişt astek leşkerî ya girîng. Hevrêya me Sila xwest ku pêşketina xwe ya di asta leşkerî de hîn bêhtir pêş bixe û perwerdeya branşê dît û pêvajoyên xwe yên perwerdeyê bi serkeftî qedand. Hevrêya me Sila di wê zanebûnê de ku tenê di aliyê leşkerî de xwe pêşxistin ji bo gerîlayekî/ê kêm e û xwe di aliyê îdeolojîk de jî pêş xist. Dîsa ji bo di xeta azadiya jinê de, hîn kûrtir bibe û îdeolojiya Rizgariya Jinê hîn baştir fêm bike tevlî perwerdeyên Akademiya Jina Azad a Bêrîtan dibe. Hevrêya me Sila bi perwerdeyên ku dibîne hîn zêdetir bala xwe dide xeta azadiya jinê û pêvajoya xwe ya perwerdeyê qedand, weke gerîlayek YJA Starê ya profesyonel di branşê xwe de bi pispor dibe. Pratîka xwe ya yekem, li Botanê ku cihê lê tevlî nav refên gerîla bûye, pêk aniye. Hevrêya me Sila di nava wê hewldanê de bû ku perwerdeyên xwe yên leşkerî bixe nava pratîkbûnê de. Bi tevlîbûna xwe ya pêşeng û bi hêz, li hemû qadan piştgirî dida hevrêyên xwe ku di aliyê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş bixin. Hevrêya me Sila bi kesayeta xwe ya kedkar û dilnizim bi awayek wekhev nêzî hemû hevrêyên xwe dibû, ji bo gerîlayên ku nû hatine qadê û nû tevlî bûne fêrî qadê bibin, ji wan re pêşengî kiriye. Hevrêya me Sila salên dirêj, li Batonê di nava şerê aktîf de pratîk kir û weke fermandarek YJA Starê bi cesaret û biryardariya xwe ya di nava şer de, sadebûna xwe ya di nava jiyanê de û bi kedkariya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Ji xeta azadiyê ya jinê tawîz nedaye û ji bo jiyîna hêmanên xwe, têkoşiyaye. Hevrêya me Sila di tevahiya salên dirêj ên li Botanê mayî de, hema bibêje li hemû qadan pratîk meşandiye û li her derê xwih û ked daye. Hevrêya me Sila ji xizmetkirina ji hevrêyên xwe re xwe paşde nedikişand, li hemû qadên lê ye bûye şopdarê vê xetê û kariye bibe fermandarek pêşeng a YJA Starê.
Hevrêya me Sila li qada Botanê derbên giran li dagirkeran xistiye û di gelek çalakiyan de rolê pêşeng lîstiye. Ti carî dest ji lêgerîna xwe ya lêdana derbeyên girtantir, neberdaye. Hevrêya me li qada Botanê ku salên dirêj lê maye, fermandariya tîmên bi tevger ên YJA Starê kiriye. Li hemû qadan bi enerjiya xwe ya xilas nabe, ked daye. Bi sekna xwe ya di jiyan û şer de, bûye yek ji pêşengên bi wêrek ên jinên Botanê. Hevrêya me Sila bi gavên bi bawer li pey şopa hevrêyê me Egîd meşiya. Di jiyanê de xeta Zîlanê salên dirêj parastiye û ji bo zindîkirina vê xetê pêşengî kiriye.
Hevrêya me Sila bi kesayeta xwe ya sadebûn, kedkar, biryardarî û hevrêtiya xwe, ji bo me hevrêyên xwe mîrateyek mezin hiştiye. Em jî wê weke hevrêyên wê, di şexsê hevrêya me Sila de soz didin ku em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derbikevin, bîranîn û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.[1]
Ev babet 1,139 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 23-01-2023
Cihê jidayikbûnê: Wan
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Karên terorîstî
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend:
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 05-02-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 05-02-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 05-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,139 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!