Diyarname
Heta niha li gor diyar bûne 15 rojnamegeran di erdhejê de canê xwe ji dest dane. Li 10 bajaran Mereş, Meletî, Semsûr, Kîlîs, Amed, Edene, Osmaniye, Entab, Riha û Hatayê erdhej çêbûbû. 6’ê mehê şefeqê 04.17’an de li van bajaran erdhej çêbû. Heta niha bi hezaran kes mirine. Di nav kesên mirine de rojnameger jî hene. Tê gotin ku hin rojnameger hê agahî ji wan nîn e. Li aliyê din hin rojnamegeran jî xizmên xwe ji dest dane.
Li gor lîsteya ku saziyên rojnamegeran amade kirine heta niha navên ev rojnamegerên mirine diyar bûne:
- İSKENDER KORKUT / Bernamesazê Mercan TV / Semsûr
- RUHİ AKAN / Xwediyê Malpera Adiyaman Haber / Semsûr
- İZZET NAZLI-Jina wî û 2 zarokên wî / DHA / Hatay
- KEMAL ONER -ligel kurê xwe / Nûnerê TSYD'ê yê Semsûr / Semsûr
- BURAK ALKUŞ -jina wî, kurê wî / Sekreterê Giştî yê berê yê Cemiyeta Rojnamegera a Semsûrê /Semsûr
- AYŞE FİGEN ARLI / İskenderun Ses Gazetesi / Hatay
- Burak Milli -ligel jina xwe û zaokê xwe / Îskenderûn, Hatay
Not: Her ku di vî warî de agahî bên emê lê zêde bikin.[1]