$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Arîn Koçer
Nav û paşnav: Riskiye Çakar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Suphiye - Abdulhamît
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Heval Arîn a ku ji eşîra Alîkiyan de li Sêrtê di nav malbateke koçer û welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz e, şehîdan wan hene, heval Arîn di temenekî biçûk de têkoşîna azadiyê nas kiriye. Heval Arîn ji bo tevgera me ya ku şerê hebûnê dimeşîne, sempatiya wê çêbûye. Di sala 2014’an de dema ku xalê wê li hemberî barbariya DAÎŞ’ê ji bo parastina gelê me yê Êzidî şehîd bû, wê jî biryar daye ku rahêle çeka xalê xwe û xeyala wê ev e ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Heval Arîn li Gabarê tevlî nav refên gerîlayan bû. Piştî perwerdehiya bingehîn zû hînî jiyana gerîla dibe. Têkiliyên hevaltiyê yên PKK’ê û îdeolojiya rizgariya jinan a ku Rêber Apo ew ava kiriye, bandoreke mezin li wê dike. Heval Arîn bi kedkariya xwe li her qada ku lê maye, bûye pêşeng. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş kirin, ji bo ji feryada civaka Êzidî re bibe bersiv, wê pêşniyaz kiriye ku biçe qada Şengalê. Wê li Şengalê li hemberî DAÎŞ’ê şer kiriye û bi her fîşekê re tola jinan stendiye. Piştî azadkirina Şengalê wê dîsa berê xwe daye çiyayan û bi tecrubeyên xwe li Heftanînê bi qasî du salan li hemberî mêtingeriya dewleta Tirk têkoşiyaye. Ew jî tevlî wan çalakiyan bûye yên ku dewleta Tirk a dagirker derbên giran xwariye. Ew bi cewherî û fedaî tevlî mîrateya hevalên me yên şehîd yên ji Sara heta Bêrîtan, Viyan, Esmer û Mizgînan bûye.[1]