Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê û bandora binkeftina siyaseta hikumeta Tirkiyeyê li ser rewşa Erdogan di hilbijartinan de nivîsîn.
$JI BER ERDHEJÊ LI SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ ZÊDETIRÎ 15 HEZAR QURBANÎ HENE, REXNEYÊN JI HIKUMETÊ RE JÎ ZÊDETIR DIBIN$
Rojnameya El Quds El Erebî der barê erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê de wiha nivîsî: “Piştî du rojan ji erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê ruxmî ku hêvî kêm in jî, xebatkarên tîmên lêgerîn-rizgariyê hîna jî kesên din bin enqazan de mane derdixin. Hejmara qurbaniyên erdhejê 15 hezar derbas kir. Di heman demê de rexneyên xelkê Tirkiyeyê, serokkomar Recep Tayyîp Erdogan neçar kir ku li xwe mikur were tevgera hikumetê di erdhejê de qels bû.
Roja çarşemê, Twitter li Tirkiyeyê sekinî û li ser malperên din ên înternetê jî rexneyên ji hikumetê re zêdetir bûn.
Endamên tîmên lêgerîn-rizgariyê di sermayê de hewldana rizgarkirina kesên ji erdhejê filitîne dewam kirin.
Rewşa xirab a hewayê xebatên rizgarkirinê asteng dikin. Li gorî serokê Hevya Sor a Tirkiyeyê Kerem Kinik, 72 saetên destpêkê ji bo rizgarkirina kesên filitîne “çarenûsî ne”.
Li parêzgeha Hatay a başûrê Tirkiyeyê ku zêde ji erdhejê bandor bûye, hin zarok û ciwan ji bin xirabeyên avahiyekê hatin derxistin.
Xebatkarekî tîma rizgariyê ji AFP`ê re got ku wan ji nişke ve dengê 3 kesan bihîstiye û texmîn kir ku hin kesên din di bin xirabeyan de hebin û anî ziman ku derfeta rizgarkirina wan bi saxî zêde ye.
Bajarê Antakya ji ber erdhejê wêran bûye û di nav tozê de maye. Şênî dibêjin “Antakya nema!.”
Li Sûriye û Tirkiyeyê bîlançoya fermî ya qurbaniyan 15 hezar e, li Tirkiyeyê nêzî 50 hezar birîndar û li Sûriyeyê jî 5 hezar e.
Li gorî rayedaran, ji ber erdheja ku roja duşemê bi pileya 7.8 rû daye li Tirkiyeyê 12 hezar û 391 û li Sûriyeyê jî 2 hezar û 992 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi vî rengî bîlançoya giştî ya kuştiyan dibe 15 hezar û 383.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, 23 milyon kesî ji erdhejê zirar dîtiye.
Welatiyê bi navê Hesen ê ji Cindirêsê ya di bin kontrola komên opozîsyonê yên Sûriyeyê de, ku nasnameya xwe eşkere nekir, got: “Heta avahiyên hilnewşiyane jî zirarên mezin dîtine. 400-500 kes di bin avahiyên hilweşiyayî de asê mane û tenê 10 kes hewl didin wan derxin, alav jî tune ne.”
$ERDHEJ DI HILBIJARTINAN DE FAKTOREKÎ ZEXTÊ DIJÎ ERDOGAN E$
Rojnameya El Ereb di heman mijarê de wiha nivîsî: “Li Tirkiyeyê hejmara qurbanî û mexdûrên erdhejê zêdetir dibe. Lê belê serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan metirsiyên xwe der barê bikaranîna erdhejê wekî fatorekî zextê di hilbijartinê de nîşan da. Ev yek di bersiva wî ya li hember rexnegiran de diyar bû.
Serokkomarê Tirkiyeyê dizane ku pirsigrêk mezin e û bandorên wê li ser şensê wî di hilbijartinê de zêde ye, ku jixwe ji ber aloziya aborî û hêrsa gel li hember hembûna bi milyonan penaberên sûriyeyî bi paş ketiye. Bi erdhejê re hejmara dijberên siyasetên Erdogan zêdetir bûye.
Erdogan dizane ku encamên erdhejê ne mijareke aborî ye ku bi girtina tedbîran an dayîna biryaran jê xilas bibe, lê belê mijar ji wê mezintir e û bi hezaran kes di kêmî hefteyekê de di bin enqazan de mirine. Her wiha gelek rexne li hikumetê tên kirin ku xebatên rizgarkirinê dereng xistine û serokkomar jî wekî her carê mijar bi kar aniye.
Çavdêr dibêjin ku zêdebûna hejmara qurbaniyan ji ber derengmayîna hatina tîmên rizgariyê û kêmasiyên hikumetê, dê di hilbijartinan de bibe faktorekî li dijî Erdogan. Her wiha diyar dikin ku bi hezaran xizmên qurbanî û mexdûran ên ku hikumetê li wan nenihêriye, dê wekî ceza li dijî hikumetê dengê xwe bi kar bînin.
Tê destnîşankirin ku erdhej li 10 wîlayetan çêbû, ku tê de nêzî 13.4 milyon mirov bi cih dibin. Ev yek jî dê lîsteya kesên ji hikumetê aciz bûne, berfirehtir bibe. Nexasim ku xizmên qurbanî û xexdûran ên çûne bajarên mezin an jî çûne Ewropayê, hene.
Serokkomarê Tirkiyeyê rexneyên li djiî hewldanên hikumetê di dema erdhejê de, şermezar kiribû.”[1]