Bendava Ataturk yek ji mezintirîn projeyên avê û mezintirîn projeya berhemanîna hîdroelektrîkê li Tirkiyeyê ye. Avakirina vê bendavê derdora 10 salan dewam kir. Bendav derdora 2 hezar û 400 megawat kehrebe dide. Bendava Ataturk nêzî 80 km li bakurê rojavayê bajarê Rihayê û bi qasî 600 km dûrî paytext Enqereyê ye. Bendav bi qasî 60 km ji bilindahiyên deşta Anatoliyê ya nêzî sînorê Sûriyê dikeve û zêdetirî 180 km li başûrê bendava Qerekiyeyê ye.
Bendava Ataturk pêncemîn mezintirîn bendavên cîhanê ye û yek ji mezintirîn projeya GAPʹê ya başûrê rojhilatê Anadoluyê ye ku ji komek bendav, stasyonên hilberînê û projeyên avdanê pêk tê.
Projeya “GAP” a Tirkiyeyê bandorên neyînî li Tirkiyeyê dike, ji ber ku ev proje di nav kembera erdhejê ya bi bandor de hatiye avakirin. Qada projeyê di aliyekê rojhilatê rojava de beşa Anatoliyaya Mezin digire nav xwe. Her wiha avakirina komeke mezin a bendavên mezin li cihên bilind û miqdara mezin a depokirinê avê di demek kurt de bi qasî (40 -50) sal bê guman dê bibe sedema bêhevsengiyê di tebeqeyê erdê xwezayî.
Li gorî lêkolîna bi sernavê ʹʹErdhej û Bendavʹʹ a ku mamoste Hesen Toson di 20ʹê Gulana 2015ʹan de weşandiye, bendava Ataturk stûnê sereke yê projeya GAP a Tirkiyeyê û yek ji bendavên herî xeternak di hewza çemê Firatê de ye.
Li gorî lêkolîna mamoste Hesen Toson a taybet bi analîzkirina xetereyên erdhejiyê û nirxandina îstiqrariya cihê bendavê ya sabît û dînamîkî, her wiha li gorî analîzkirina sedemên erdjehên beriya serdemekê yên ku li herêma bendavê rû dane, di pêvajoya yekemîn dazaynekirina bendavê de, tenê pêkhateya rojhilatê Anadoluyê ji bo analîzkirina metirsiyên erdhejê ya qada bendavê hat girtin.
Di lêkolîna nû ya heman lêkolînerî de tê destnîşankirin ku tişta herî metirsîdar bandorbûna pêkhateya (Buzova) ye ku pir nêzîkî bendavê ye û dibe ku bibe çavkaniya erdhejê. Ji ber ku şikest an jî bêhevsengiya (Buzova) bibe ku bibe sedema erdhejên ji bo Bendava Ataturk, ji ber ku ev pêkhate 3,0 km dûrî bendavê ye. Dibe ku ev pêkhate bi dijwariya 6.5 heta 7.0 pileyî erdhejekê çêbike. Xetereya vê erdhejê jî ya asta sêyemîn e an ku ziyanên mezin ên canî û madî bi xwe re tîne. Ji wê zêdetir ev erdhej dibe sedema bêtebatiya ava depoyên bendava Ataturk.
Ji ber vê yekê piştî ku hikumeta Tirk rewşa heyî ya bendavê tê gihişt, bendav niha zêdetirî nêvî enerjiya xwe depo nake. Her wiha bingehên bendavê kelker in (Kilis) ku bi demê re dihilin û pêwîstiyan wan bi sererastkirinê heye. Lê ji ber serweriya dewletê, ragihandin eleqeyê nade vê pirsgirêkê.
Ji ber vê yekê divê hikumeta Tirk ne ji ber dijbertiya Iraq û Sûriyeyê, lê ji belê ji ber sedemên girêdayî xwezayî, siyasetên xwe yên avê yên der barê proja Gav de di ber çavan re derbas bike. Eger li deverên bendavan erdhej rû bide wê encamên wê taluke bin.
Bendava Ataturk jî di nava mercên static de ye û nikare pîvanên dîzaynekirinê yên ji bo rewşên erdhejê pêk bîne. Ji ber vê yekê li devera bendav û depokirinê de erdhej rû dide. Sedema vê yekê ew e ku ji 30 salan ve av di depoyên bendavê de tê komkirin. Miqdara mezin a depokirina avê di bendavan de û guhertina ji nişka ve ya di asta ava depoyan de dibin sedemê erdhejê ya bi navê (Seismesoty Indused) ku di gelek caran de dijwariya wê dighêje 6 pileyî. Ev cûre erdhej ziyanên mezin dighîne bendavê. Di encamê de hilweşîna her bendaveke projeya Gav dê rasterst bandorê li niştecihan û qadên çandiniyê yên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê bike ku bibe sedema felaketên xwezayê û dê encamên pir xirab bi xwe re bîne, nemaze ji bo bendavên nêzî sînorê çemê Firatê, bendavên li ser çemê Dicle yê nêzî sînorê Iraqê ji ber ku xwezaya van derveran topgrafîk e.
Pisporê Jeolojiyê Dr. Remezan Hemze[1]