“Enwer Mesîfî” li sala 1952an de li gundê korrê a ser bi Havîne hewara Pîrmamê ji dayik bûye. bi yek ji Şai'rên Avangard û pêşrew ê Salên heftê yên başûrê kurdistanê tê hejmar kirin. Mesîfî li ezmûna edebiya xweda li dijî Meşa kevin û dupateya serdemê xwe di şerr de bû, Û bi Şêwaz û rewta helbesta xwe ya taybet, xwe ji hemû helbestvanên serdema xwe cûda dikir. Enwer Mesîfî ji bilî çalakî, nivîs û hevpeyvînên xwe di jiyana edebiya xwe de xwedî heft pirtûkên çapkiriye, ku pênc ji wan komele helbest û pirtûkek taybet bi şanoyê û herweha berhemek din a wî gotarek teorî – edebiye. Li gorî beşek ji nivîskar û wêje hezan, mesîfî erk çawa ku edîbek dije-baw bû û li hewila hindê bû ku çarçoveyên kilasîk bişkîne û ziman û formek nû a nivîsînê ava biket, wek şai’rek surreal jî tê nasîn. Bi hemû têhnêtî û hez û zewqa xwe ji bo jiyan, wêje û ciwanî yê, felekê rê neda wî emirek dirêjtir bijît, û li temenê 53 salî yê de gel Hevjîn û dû zarokên xwe, Li rêkewta #2-10-2005#ê bi qezaya trafîkê Giyanê xwe ji dest da û ji bo dawîcar xatira xwe li wêje û cîhana nivîsînê xwast.
$Berhemên Çapkiriyên wî$
Xor baran - 1978 (Helbest)
Carêkî tir Xor baran - 1984 (Helbest)
Cil û berg û cimkekan - 1990 (Helbest)
Pîremêrdêk bo firoştin - 2003 (Şano)
Şeytan - 2003 (Helbest)
Manîfestî Formî Giran (Gotar a Edebî)
Ew goraniyey nemgot (Helbest)
$Nimûneyek ji helbesta wî$
Şeytan | ji pirtûka ‘şeytan’ çapa sala 1999
Le dahatû hatmewe
Ridêniyan le naw qebir nam
Pêş dwênê
Qebrî dwênêye
Dwênê qebrî emrroye
Emrro qebrî sibeynêye
Sibeynê
Qebrî paş sibeynêye
Le dahatû hatmewe
Kitabiyan le naw qebr nam
Paş sibeynê
Qebrî sibeynêye
Sibeynê qebrî emrroye
Emrro qebrî dwênêye
Dwênê qebrî
Pêş dwênêye
Le dahatû hatmewe
Pêllawiyan le naw qebr nabûm
Kirasiyan lenaw qebr nabûm. [1]