$Çîrokbêj, Lêkolîner, Nivîskar, Rojnamevan, Çêkerê Belgefilman.$
Ayhan Erkmen, di sala 1973an de li Qersê ji dayik bûye. Di zarokatiya xwe de bi çîrok û stranên çîrokbêj û dengbêjan mezin bûye. Di sala 1998an de Fakulteya Hiquqê ya Zanîngeha Dîcleyê diqedîne. Heya sala 2004an li Qersê parêzertiyê dike. Di sala 2004an de li bajaroka Bazarcixê wek şaredar tê hilbijartin.
“Tiştên ku ji bo mirovan jirêzê ne, ji bo çîroka min dibin çirûsk; carinan tiştek, carinan hestên mirovekî/ê, min ji kêliyê diqetîne, dibe, ez xwe di nêçîra çîrokekê de dibînim.”
Di sala 2006an de pirtûka xwe ya yekemîn, biyografiya helbestvan û parêzer Abdurrahman Alaca dinivîse. Pirtuk bi navê Abdurrahman Alaca/ Edo Dêran ji aliyê Weşanxaneya Periyê tê çapkirin. Di sala 2009an de pirtûka wi ya bi navê “Şev û Deng” ya helbestan, bi bernavkê Jan Dêran ji aliyê Weşanxaneya Lisê ve tê çapkirin. Erkmen di sala 2011an de tê girtin û heya dawiya sala 2018an girtî dimîne. Ji sala 2019an pê ve ji ser kanala Youtubê ya www.youtube.com/c/AYHANERKMEN çîrokbêjiyê dike û her hefteyê bi pergalî çîrokekê diweşîne.
Di sala 2020an de pirtûka wi ya bi navê “Çîrokên Qersê/ Kars Öyküleri” ya bi du zimanî, ji aliyê Şaredariya Qersê ve tê çapkirin. Di sala 2021an de pirtûka wi ya bi navê “Çîrokên Serhedê/ Serhat Öyküleri” ya bi du zimanî ji aliyê Weşangeriya Gûnceyê ve tê çapkirin. Di sala 2022an de pirtûka wi ya bi navê “Çîrokên Dengbêjan” jî disa ji aliyê Weşangeriya Gûnceyê ve tê çapkirin. Erkmen hê jî gund bi gund digere, çîrokan berhev dike û bi tevlî dengbêjan bajar bi bajar şevbêrkan li dar dixe.
Di navbera salên 2019-2021an de di rojnameya “Yeni Yaşamê” de nivîskarî kiriye, niha jî di rojnameya Xwebûnê de nivîskariyê dike. Erkmen ji Kovara Dilopê ya mehane re jî nivîsên portre dinivîse.
Ayhan Erkmen di encama lêkolînên xwe yên derbarê dîroka Kurdî û Êzdiyatiyê de gellek belgefîlm çêkiriye.
Di sala 2020an de bi navê “Ax! Welato” derbarê civaka Êzdiyan de 20 xelek belgefîlm çêkiriye.
Di sala 2021an de bi navê “Leheng” derbarê jiyana lehengên kurdan yên sedsala bîstemîn de 18 xelek belgefîlm çêkiriye.
Ji sala 2022an pê ve, bi navê “Navdarên Me” derbarê jiyan û xebatên rewşenbîr û nîvîskarên Êzidî yên Kafkasyayê de dest bi kişana 24 xelek belgefîlman kiriye.[1]