#Ayhan Erkmen#
Navê Malakan ji şîr tê. Peyva malakan bi zimanê rûsî ji peyva Molokan tê ku ev jî bi kurdî tê wateya şîr. Di dawiya sedsala 19’emîn de çarê rûs ew mişextî Serhedê kirine. Şêst, heftê salî bi gelên herêmê re
cîrantiyeke baş kirine û rengên xwe dane Serhedê. Li gorî gotina mezinan û mîrateya hiştine; civakeke xwezayî ne, di gundan de jiyane, bi taybetî jî di gundên nêzîkî çeman de. Bi cot û cobarê re mijûl bûne, heywanên baş xwedî kirine û li hespên kihêl siwar bûne. Aşvaniya heremê di destê wan de bûye, beraşên aşan wan zivirandine. Ev aş hê jî bi navên wan tên binavkirin. Aşên Telekê, Tomarliyê, Zûhrapê, Çeqmaqê, Xaskoyê, Melikoyê…
Qedera wan pir dişibe qedera êzidiyan, ji ber baweriya xwe dibe ku bi fermanan re rû bi rû nemane lê tim hatine mişextkirin. Dema ku di dawiya sedsala 10’emîn de çarê rûs Vladîmîrê Yekemîn bi Annaya dotmîra Bîzansê re dizewice û ji bo xatirê wê dibe xiristiyan, vê baweriyê dispêre civakê jî. Malakan xirîstiyaniyê li bêjinga kevneşopiya xwe dixin û wisa bawer dikin, bi vê jî pêkûtî û mişextî dibe qedera wan.
Malakan naçin dêran, rêûresmên dînî li gorî kevneşopiya xwe di malên xwe de dikin. Di rojiya perhîzê de ji vexwarina şîr derbas nabin. Ji ber vê Nîkolayê Yekemîn wan ji deşt û zozanên wan diqetîne û mişextî der û dora çemê Dînyeperê dike. Malakan di demeke kin de hînî vê herêmê dibin. Lê ev cihê lê ne, cihekî pir stratejîk e, nêzî sînorê Ewropayê ye, ev bi çar re gumanan çê dike; Malakan li hember çekan û kuştinê ne, tev li artêşê û şeran nabin, Nikolay vê carê jî wan di sala 1839 de ji vir sirgûnî Kafkasyayê dike.
Li şerê navbera rûs û osmaniyê yê di sala 1878’an de Qers dikeve destê rûsan, Nîkolayê Duyemîn jî berê wan dide serheda jorîn. Şeş hezar kes tên û cîwar dibin di gundên Qersê; yên Telekê, Tomarliyê, Zûhrapê, Çeqmaqê, Xaskoyê, Melikoyê, Atçilarê, Akçalarê, Aynaliyê, Qaziyê, Bayraqtarê û Susizê…de
Ev gundên wan jî bi gelemperî li dora çeman in. Avakirina gundên wan jî balkêş e; di navenda gund re riyekê derbasdikin, malên xwe li çep û rastê rê rêz dikin. Di her hewşekê de xanî, axur û kadîn li rex hev in, li hember wan jî tendûr û kîler hene. Gund bi dar, ber, bax û bostan in. Kelem, kartol, simîşka wisa zêde diavêjin ku hem têra wan dike hem jî têra bazara Qersê.
Em li gundê Çeqmaqê dû şopa wan ketin, çûn li ber avahiyeke wan sekinîn. Xwediyê malê yê îro di van salên dawîn de xanî di ber destan re derbaskiriye, lê mala wî ava eslê wê parastiye. Mirov di dema tê de rudinê, ruhê Danîel Axa yê malxî û Haneya kebaniya malê bi kuştina xwediyên malê tim bi mirov re ye.
Heft cot gayê wan hebûne, heft jî imbar devî devî tijî bûne. Li gorî çanda wan berhevkirin ne caîz e, berheva wan jî ne ji bo xwe, ji bo gel bûye. Danîel Axa dema cot, diçe serdaniya cîranan, yên ku derfetê wan ê ga û tov tunebin hîndibe û alikariya wan dike.
Pir bext bûne cudahiyê nakin navbera cîranên xirîstiyan û misilmanan. Di şerê cîhanê yê yekemîn de dema ku ermenî û tirk dikevin qirika hev û komkujiya pêk tînin, ew cîranên xwe yên tirk di jêrzemîna xaniyê xwe de vedişêrin derî û penceran jî bi heriyê siwax dikin. Zarên hûr jî bi kincên malakanan lê dikin ku bila neyên naskirin.
Bi dawîbûna şer re hin malakan koçber dibin ber bi Sovyetê, Kanadayê û Amerikayê. Dewlet ji salên pêncî şûndetir bi çavê sixûrên rûsan li wan dinêre. Civak jî destpê dikin cot cebarên wan didizin, zebiyên wan diçirînin, jin û keçên wan direvînin. Ew jî yên destên xwe bi perekî pir erzan difroşin û koçber dibin dîsa ber bi Sovyetê, Kanadayê û Amerikayê ve.
Em li gundê Çeqmaqê çûn goristana Malakanan, kêlikê “Anna Karakînayê”1 ber çavê me ket. Kekê Vedatê Nebiyê wê got: “Kevirê berseriyê pîrika min li vir goristana Malakanan e, lê gora wê li goristana mislimanan e û windayî ye.” Ev trajedî, ecêbeke mezin bû.
Malakan ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de koçber dibin, Vasîlê hevjînê Annayê jî ji bo malbatê bi cih bike, bi tena serê xwe diçe Rûsyayê lê bi çûyînê re xebera wî ya reş tê. Zikê Annayê li ber dev e, diwelide, navê hevjînê xwe li lawê xwe dike. Anna di konsolosxaneya Rûsyayê ya Qersê de aşpêjiyê dike. Bi çûyîn û hatina gundê Çeqmaqê Sametê Azerî nasdike. Samet jî ji Gûmriyê sirgûn hatiye gundê Çeqmaqê, dibe ku qedera sirgûniyê mirazê wan digihîne hev. Her çiqas civak, li hember dertê jî Anna û Samet gotina xwe dikin yek û dizewicin.
Malakan êdî Annayê tev li rêûresmên xwe nakin. Ew jî wekî Samet ji bêçaretî dibe misilman lê misilman jî wê misilman nahesibînin. Mala xezûrên wê, bi salan tas û kevçiyên pê xwarinê dixwe tafîl dikin. Tema destê Annayê xweş e, şêniyên malê xwarinên çê dike bi temî temî dixwin, lê bi sifrê rabûnê, devê xwe sê caran tafîl dikin.
Di çileya sala 1946’an de Anna dimire, ji nav cimaeta misilmanan, hin kesên nexêrxwaz naxwazin Anna di goristana misilmanan de bê veşartin. Samet bi rika xwe, Annayê di goşekî goristanê de vedişêre. Lê ew nexêrxwazan kevirê berseriyê wê digirin û diavêjin. Çend sal şûnde jî gor winda dibe. Ji çend salan berî vê nebiyê wê kevirê berseriyê wê dide çêkirin, dibe di goristana Malakanan de tîk dike. Gora windayî li goristana misilmanan, kevirê berseriyê li goristana Malakanan e.
Erê, Malakan her ku diçin li wir, jiyanê ji nûve saz dikin jî, tim bi çavekî demborî li wir dinêrin. Li gorî baweriya wan, dereng be jî yê rojekê, bi eşq û dil vegerin warên xwe yên bexşandî, ji bo wê tim amadeyîne…Ev der li ku ye, ji dervayî wan tu kes nizan e, sir e.[1]