#Ayhan Erkmen#
Malbata Birikê binemala dengbêjiyê ye. Serdarê kalikê wan, herdu kurên wî Biro û Emer, çawa jî Şeroyê kurê Biro bi wisa jî Fariz û Hemîdê kurên Emer jî dengbêj in.
Dengbêjiya Mala Birikê eyan e û wek ekolekê ye. Terzê strandina dengbêjên malbatê diyar e; dengekî xûrt, zelal, bilind û teqil e. Yên ku parîkî dengbêjiyê fêm dikin dema ku dengbêjên vê malê guhdardikin, nasnekin jî bi seda û kubra dengê wan tê derdixin ku ev dengbêj ji mala Birikê ye.
Mala Birikê ji bereka Mamtaciyan e. Dema Behlûl Paşa li serwerê Bazîdê ye, bi tev li êla Hesiniyan tên Bazîdê, di gundê Ortiliyê de cih û war dibin. Ji ber wê ye ku ji wan re dibêjin êla ortiliyan jî. Demekê şûnde ji wir jî derbasî herema Surmeliyê1 dibin û heya rev û beza sala 1915’an jî li vê heremê di bin serweriya Ûsiv Begê Hesen Axa de dijîn. Ji kurên Serdêr Biro li Sûrmeliyê, Emer jî li Qereqûyiyê cih û war bûne.
Şeroyê Nixuriyê Biro û Hacê di sala 1900’î de li Surmeliyê ji dayik dibe. Dengbêjiyê ji zarokatiyê pê ve ji Biroyê bavê xwe û Emerê apê xwe hîndibe. Ew stranên Evdalê Zeynikê yên distrê jî ji wan girtiye. Stranên Gundê Mistê Kalo, Hekîmo, Emînê û gelekên din yên wî bi xwe ne.
Erê Şeroyê Biro di Radyoya Rewanê de bi tenê kurdî straye û dengê wî hatiye qeyd kirin lê bi gotina Dengbêj Feyzoyê Rizo di şahiyan de ji bilî kurdî, bi tirkî, gurckî, ermenkî jî stra ye. Hem jî ne bi aynoyna(ne ji rêzê) xweş stra ye.
Ji dengbêjên malbatê, Mecîdê Fariz jî di sala 1911’an de li gundê Qerequyiyê ji dayik bûye. Ew jî dengbêjiyê, ji Farizê Bavê xwe hînbûye. Stranên Şeroyê Biro ku distrê hemûyan ew jî distrê. Strana wî ya Gede lawko bi navê wî tê bibîranîn.
“Bila ayê wan ji wan nemaman re nemîne.” Dema ku di sala 1915’an de ji nişkave hej dikeve cimeatê û rev û bez dest pê dikê Şeroyê Biro panzdeh, Mecîdê Fariz çar û Pêrîşana xwîşka wî jî sê salî bûye. Dê ji bo rûmeta wan bin pê nebin, ewladên xwe diavêjin û direvin.
Biroyê bavê Şero û Emerê apê wî ji berî vê rev û bezê mirîbûne, mezinê malbatê Farizê pismamê wî bûye. Fariz deh, panzdeh salan ji Şero mezintir e. Ew di serê salên 1880’î de li Qerequyiyê ji dayik bûye.2 Dema hej dikeve êlê Fariz li ber pêz bûye. Hevjîna wî zarên xwe dihêle û direve. Zarezar dikeve Mecîd û Pêrîşana piçûk, li gerê digirîn. Hemîdê Apê wan têrekê hildide, her zarekê dike aliyekî têrê, diavêje ser milê xwe û xwe li çemê Erez dixe.
Fariz kerî û siruyan dihêle, tê digîhîje malbatê li alî Ermenistanê di gundê Qarxûnê de bi cih û war dibin. Fariz hem mezintaya mala xwe, hem jî ya mala Biroyê Apê xwe dike. Dema çaxê zewaca wî tê ji Şeroyê pismamê xwe re li gundê Tilik, Kewa Dewrêş dixwaze. Şero ji bo debarê di sala 1937’an de ji Ermenistanê koçî Gurcistanê, bajarê Tiblîsê dike. Bi çûyîna wî re malbata Farizê pismamê wî jî di sala 1943’yan de ji Qarxûnê bardikin diçin gundê Vermezyarê.
Ji dengbêjên malbatê yên jin ya ku herî navdar û eyan Pêrîşana xwîşka Şero ye. Pêrîşan di ser xwe re dengbêjan nasnake û bi wî awayî jî dengbêjên mêr dike rêzê. Neferên mala Pêrîşanê wek koma hûnerê bûye. Hevjînê wê mêyê û zirnê, Mecîdê kurê wê defê lêdixe, Husê kurê wê jî wek diya xwe distrê.
Ji dengbêjên malbatê Feyzoyê Rizo di serê sala 1954’an de li gundê Vermezyara3 nehiya Eşmedzînê ji dayik dibe. Heya pola heştan dixwîne. Di sala 1971’ê de dizewice4 û 1972’an de jî diçe leşkeriyê. Heya dû leşkeriyê ji şerma nestraye. Erê cem wî meqam hene, hema wisa “ginegina”5 wî ye, xwe bi xwe re distrê, lê li hember kesan şermdike nastrê. Hemîd û Ûsivê birayên wî, her pênc xwîşkên wî di zarokatiya xwe de dest pê dikin distrên lê ew na.
Rizoyê bavê wan jî dengbêj e û mirovekî pir bi dil rehm e. Ji ber ku zarên birayê wî, dengbêj Mecîdê Fariz çênabin bi bûyînê re, Hemîdê kurê xwe dide birayê xwe. Hemîd di mala Mecîdê apê xwe de mezin dibe û dengbêjiyê jî ji ber destê wî hîndibe ji ber wê ye ku jê re dibêjin Hemîdê Mecîd.
Feyzoyê Rizo li dû leşkeriyê bi Mecîdê apê xwe diçe Tiblîsê mala Şeroyê apê xwe. Mecîd ji bo şerma rûyê wî bişkêne ji Şero re dibêje;
“Şero tu zanî Feyzo jî distrê “Şero dibêje;
“Ronaya apê xwe hela ka bistrê ez bibîhîsim.”
Feyzo şermê diavêje aliyekî, destê xwe dide li bin peleguhê xwe û deng dide strana Şeroyê apê xwe ya “Kosedaxî yê”
Şeroyê apê wî hestewar dibe, xwe nagire bi şabûnê digirî. Bi kutabûna stranê re dibêje;
“Mecîd, şikur ji mala te Xwedayî re, wekî pey me re, min digot gelo qe ji Mala Birikê dengbêj derên, wa ye şikur Feyzo distrê”
Ji wê şûnda êdî Feyzoyê Rizo bênavber distrê. Di bin bandora dengbêjiya Şeroyê Apê xwe da maye, stranên wî distrê. Karapêtê Xaço tê mala wan diçe ji wî jî gelek tiştan û stranan digire. Bi heman awayî stranên Efoyê Esed, Reşîdê Baso, Şakiro û gelek dengbêjên ku stranên wan ji wî xweş tên distrê.
Dema Mecidê apê wî di ber nezra rûh de ye ji Feyzoyê biraziyê xwe re dibêje
“Feyzo ez ê gunehê xwe têxime stuyê te, ji du me maqamê mala bavê xwe ji bîrnekî. Ji pey me ra bêjî. Herî şayiyan da bistrêyî, xelqê bêje wey rehma Xwedê wî dersdarî be, kê tu hînî kilama kirî.”
Mecîd di 9’ê çileyê sala 1985’an de jiyana xwe ji dest dide. Ûsiv û Keremê kurên Şeroyê Biro ji Tiblîsê tên hewariyê, şînê. Dibêjin: “Me newêribû ku ji Şero re bigota Mecîd miriye. Me bigota dilê wî yê bisekiniya.” Heya çilê Mecîd li wir dimînin, çilê wî didin, rûyê xwe kur dikin û peyra vedigerin Tiblîsê.
Erê Şeroyê Biro û Mecîdê Fariz kurap in, lê ji dû rev û bezê di malekê de mezin bûne, dengbêj in, bi hev re pir hevaltî kirine, pir çûne şahiya û eşqa, gelekî ji hev hezkirine, ruhê wan li ser hevbûye.
Bi vegera malê Şero ji her du kurên xwe re dibêje;
“Kuro hûn çendeke li ku ne, qet ser min da nayên” Ew jî êdî neçar dimînin dibêjin:
“Şero, welleh Mecîd miribû em ji bo wî çûbûn.” 6
Bêhna Şero diçike, kelogirî dibe û dibêje;
“Çawa, kûro hûn çi dibêjin?”
Sê roj derbas nabe di 18’ê sibata sala 1985’an de Şeroyê Biro ji kerbana dimire. Berfeke wisa pir û bênavber dibare ku du rojan şûnda, di 20 sibatê de li navenda Tiblîsê di goristana kûkiyê de li rex Şaîsmaîlê kurê wî dispêrin axê.
Wek gotina Şeroyê Biro “Şikur ji mala te Xwedayî re” dengbêjiya Mala Birikê li ser wesyeta pêşiyan bênavber didome. Feyzoyê Rizo dengbêjî hînî Tîtalê kurê xwe kiriye, Tîtalê Feyzo jî hînî dengbêjê malbatê yê herî biçûk, Mixayîlê kurê xwe dike, Xwedê ardimçîbe îja Mîxayîl keman jî lê zêdekiriye…[1]