Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,026
Wêne
  124,099
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Çîrokek Ji Folklorê Kurdî; Ez diçînim û tu diçîne ma wê kî bixwe?!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çîrokek Ji Folklorê Kurdî; Ez diçînim û tu diçîne ma wê kî bixwe?!
Çîrokek Ji Folklorê Kurdî; Ez diçînim û tu diçîne ma wê kî bixwe?!
#Konê Reş#
Ji sala 1980 î û vir de, her ku ronakbîrekî kurd dihat Qamişlo min xwe digihandê û li gor xwe alîkariya wî dikir.. Di encam de min sûde ji şîret û serboriya wan werdigirt.. Di Havîna 1982 an de dema ku Prof. Celîlê Celîl ji bo danheva zargotina Kurdî hat Sûriyê, bajarê Qamişlo, min xwe pê ve gîhand û wek xelkên din alîkarî pê re kir.. Alîkariya min, min dengbêj, çîrokbêj û kalemêrên rîhspî jê re hazir dikirin wek: Demir Elî, Silo Koro, Hizniyê Selîm, Zêdan Bavê Ferîd û gelek ji kalemêrên folklorî.. Di encam de eşqa zimanê Kurdî bi min re mezintir bû û ez jê fêrî danheva folklorê kurdî bûm.. Bi demê re, carcara min çîrokek, gotinek pêşiyan, mamikek bibihîsta, di derhal de min dinivîsand. Ev çîrok jî yek ji wa ye. Rewşa ku îro em têde dijîn ev çîrok anî bîra min, min jî xwest ji we re bêjim. Min ev çîrok di roja 15/9/1984 an de ji devê apê xwe Silo (Silêmanê Xelîl) girtiye:
Di odeya gund de Hemo û Evdê ra û tevdîra xwe kirin yek ku ya dinî rojê, bi berbanga sibê re herin Nisêbînê Aşê Kanîka. Ji ber ku gundê wan dûrî Nisêbînê bû, divîbû di tariya berbangê de berê xwe bidin Nisêbînê Aşê Kanîka, da ku di vegerê de dereng nemînin û berî reş têkeve erdê vegerin gundê xwe.
Bi berbanga sibê re, azana melê re Evdê û jina xwe ji xew şiyar dibin.. Piştî ku Evdê taştêya xwe dixwe, ervanê xwe li ser pişta kera xwe dişidîne û berê xwe dide taxa Jorî mala hevalê xwe Hemo.. Li ber derê hewşa wî bang dike: Hemo Hemo ka tu hazirî.. Dereng e em herin.. Nû Hemo ji xew şiyar bibû..
Hemo lê vedigerîne: Ha ha.. va ez haziriya xwe dikim.. Hema çariyekê ez taştiya xwe bixwim.. Û bang kebaniya xwe dike; Keçê! Ma ka ew nîska te kel pê nehat, nekeliya lê..! Da ku çend kevçiyan têxim ber dilê xwe de? De va ez û Evdê emê ervanê me barkin û li ser pişta kerê bişidînin, ta wilo tu jî çend hesk nîsk têxe sîtilê de ez bi rê de bixwim, nanekê du nanan ji bîr neke.. Wiha herdu aşvanî li ser pêşta kerên xwe siwar, ji gund derketin û berên xwe dan Nisêbînê Aşê Kanîka.. Ji lez û bezan re Hemo sîtila nîskê bi qoşa kera xwe, ji rexê destê rastê ve girêdide û li bayê meşê nanekî ji paşila xwe derdixîne, bi herdu destan hûr dike û diçîne nav satila nîska ku bi qoşa kerê ve girêdayî ye..
Di wê navê re qelaçek dikeve pêşiya wan de, bi hilkişandina bi qelaç ve, sîtila nîska Hemo di qoşa kerê re dişemite bin teriya kerê û ji zora re bi ser satilê de rêx dike.. Hay û bayê Hemo ji şemitandina sîtilê bin teriya kerê û rêxa wê nîne, her ew bi herdû destên xwe nan hûr dike û diçîne nav satila nîskê.. Piştî ku qelaç derbas dikin, destê xwe li sîtilê dipelîne ku nanê di destê xwe de biçîne nav, sîtilê li cihê wê nabîne, mêze dike ku sîtil çûye bin teriya kerê, xwe ditewîne û sîtilê li cihê berê vedigerîne, dibîne ku nîska wî û nan û rêxa kerê tevlîhev bûne, bûye kusp.. Darê xwe li kerê dixe û di ber xwe de dibêje: Ço kero ço! Ez diçînim nav û tu diçîne nav, ma wê kî bixwe!.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,754 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 55
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-01-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Çîrok
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-02-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-02-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,754 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.282 çirke!