#Xaniyên kerpîç#
Gotina birayê min î mezin hîn di bîra min da ye. Ji qahra digo; wele ku zarok herin ser xanî bim..in wê bibe dilop û wê ser me da bê. Em bi rojan li ba meriv û dosta razan.
Merheba ji wer canik û camêrno. Weke hûn zanin payizê, amedekariyên zivistanê têne kirin. Yek jê jî seyekên xaniyan e. Xaniyên bi ax û kerpîça hatiye lêkirin divê tu her payîz, ser û dora wê biseyînî. Ê te dî li welêt hêla deşt û beriyan, xaniyên wan giş bi kerpîça hatiye lêkirin. Ji ber wê em ji zarokatiya xwe de, hînî vî karîbûn. Lê di salên dawî de avakirina xaniyan hate guhertin û êdî bi pîrketan tê lêkirin. Ên ku weke kerpîç mane, yan ji bav û kala maye û qêmîş nakin ku xera bikin an jî weke kulîn û embar tê bikaranîn. Yek ji van xaniyan jî yên pismamê me ne. Ji dê û bav weke mîrate maye. Lê ji ber kar û bar li bajar dimînin. Tenê dawiya hefteyan, wexta ku betal bin, têne gund lê dimînin.
Îja payîz hate û çû, lê ser û dora xanî neseyandin. Ketin tatêlekê, ka wê çawa hal bikin. Ji ber weke berê kes nemaye karê herriyê bikin. Îja te herrî kir, ka yê ku seyeka wê bike kî ye? Divê ew kes kevikçiyekî baş be û ti seyekê bi avrêjin û şayîk tê bide. Yan na wê di şilî û baranê de, wê banê xanî bibe gol. Her kes nikare bike. Û ya rastî ji ber karekî meriv tê de dilevite her kes jê direve. Karê rojekê ye, lê li ber çavê meriv dibe karê salekê. Tu bi heqê xwe li pale û karkeran digerî lê kes nayê.
Tu dibê heyra bi heqê zêde ka werin jî fêde nake. Dibên karekî dinê ba em ê bihatina, lê karê herriyê ye, wele em nayên. Û mixabin weke demên borî kes nema alî hev du jî dike. Pismamê min çend caran telefonî min kir û go tu li gund î, hela ji me ra paleyan bibîne. Min go wele ez ji kê ra dibêjim berê xwe diguherin, rûyê xwe ba didin ji ber vî karî. Rebenê pismamê min, ji ber herrî û seyeka xanî bi rojan pisîkolojiya wî êşiya. Axir hefteya çû hate gund û em bi hev ra, çûn ba xebatkaran. Bi xatir, bi rica û minet heta me wan qanih kir çavê me derket. Ji xwe ra li vê ecêbê lo.
Bo kar, dibê karker were li ber te bigere, lê berovajî tu dere li ber wan digerî. Ku meriv rastiya xwedê bibêje, karê herriyê karekî ewqas qirêj û zehmet e, kî dilê xwe jê bixelîne mafdar e. Belê sibehê camêran dest bi karê xwe kirin. Rabûm ez jî çûm cem wan. Ka li herriyê dixistin û bi nigan distirandin. Yê ku herrî kiriye zanin. Ji ber toz û xumam û lewitandina herriyê bêhna meriv teng dibe. Piştî ku min ji wan ra go qewet be min qerf li wan kir û min go; heyra wa we destpê kiriye lê hûn xwe nekin herrî ha. De were ji kesekî di nava herriyê maye vî tiştî bibêje. Min dî destek herrî, go çerp û li paş hustiyê min ket. Yê ku herrî avet min xalê Ahmed bû û ji min ra go; na heyra na. Hema tu xwe neke herriyê me ne xem e. Qerfa min bi serê min da teqiya lo. Min go; xalê Ahmed ma çawa bû, min qerfek kir. Go; kuro hiş be û dûr be. Bêhna me teng e. Yan na ez ê te bavêjim nav celba herriyê ha. Ez bi ken dûrî wî çûm.
Belê, ji ber ku min jî ev kara bi salan kiriye, loma min rewşa xalo xweş fam kir. Rastî jî karekî zehmet e. Lê tu nekî jî nabe. Ku tu hema salekê ser xanî neseyînî, tê nikarîbî di xanî de bijî. Tew berf û baran zêde be, çû tu şewutî. Hema her çilkên baranê dibe dilop û ser te da tê. Wextekî me bi malbatî ev rewş jiya. Me xanî her çiqas bi pîrketa lê kiribe jî, banê wî ax e. Îja Salekê, me xwelî li serê xwe kir û me ser xanî neseyand. Û te dî qirdê me jî xirab e. Ew sal berf nesekinî. Çar hawîrê xanî dilop kir. Em ji bo ji odeyekê herin odeya din, me çep û rast baz dida, bo ku dilop me nelevîtîne.
Bi serê xetoyê dînik tê bê qey em di pêşbirka Survîvor da bûn lo. Gotina birayê min î mezin hîn di bîra min da ye. Ji qahra digo; wele ku zarok herin ser xanî bim..in wê bibe dilop û wê ser me da bê. Em bi rojan li ba meriv û dosta razan. Di ser da jî her roj mêvanê me dihatin. Me ji mêvana digo; gidîno hela li me hal e, lê li we çi hewale. Xwedê tenê zane bê ew sal çawa qediya.
Belê, him ji bo ku me ew zehmet dît û him jî ji bo em karê heriya qirêj her sal nekin, me ser xaniyê xwe îzalosyon kir. Û em ji wê ta ya her sal, pak bûn. Êdî berf û baran zêde bibare jî ne xem e. Aqubet li pismamê min û yê xaniyê wan ax û kerpîç be.
Mehmet Erbey-Gazete Duvar[1]