$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Destiyar Hêlîn
Nav paşnav: Mûrat Çakmak
Cihê jidayikbûnê: Dersîm
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Hezîrana 2019 / Dersîm
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevalên me Destîyar û Kato di Hezîrana 2019’n de li qada Rabatê ya Dêrsimê di operasyona dijmin de derbên giran li dijmin xistine. Div ê operasyonê de gelek dagirker hatine cezakirin û her du hevalên me bi tarzeke fedaî şer kirine û taktîka şer a serdema nû bi awayekî xurt pêk anîn. Her du hevalên me wekî tîmeke biçûk xwe rêxistin kiriye û ligel êrişên giran ên dijmin bi îradeyeke xurt a Apoyî heta nefesa xwe ya dawîn şer kirine. Di 19’ê Hezîranê de dema ku êrişên dijmin zêde bûye û artêşa Tirk a dagirker encamek nestendiye, artêşa Tirk bi balefirên şer qad bomberdûman kiriye. Di bomberdûmanê de hevalê me Kato şehîd bûye û heval Destîyar jî bi giranî birîndar bûye. Dijmin di 20’ê Hezîranê de karibûye têkeve qadê û hewl daye hevala me Destîyar teslîm bistîne. Heval Destîyar xeta fermandara me ya fedaî Zîlan ji xwe re kiriye esas û li hemberî banga dijmin bombeya xwe di xwe de teqandiye. Wê dîsa nîşanî dijmin daye ku milîtanên fedaî yên Apoyî tu carî teslîmî dijmin nabe. Hevalên me Kato û Destîyar ên ku xeta fedaîtî ya PKK’ê domandine, ji bo hemû hevalên xwe bûne xeta têkoşînê û pûsûleya jiyanê.[1]