Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Zivistan û cimetên berê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zivistan û cimetên berê
Zivistan û cimetên berê
#Ayhan Erkmen#
Zivistan û cimetên berê
Zivistana Qersê hêdî hedî rûyê xwe nîşan da. Belekiyên berfê daketine çiyan. Zivistan niha jî tivdarekê gund û bajaran dike. Lê gundî û bajariyan ji bo pêşwaziyê tivdarekên wê qedandine. Qaz ser jêkirine, iyar bi penêrên çîçal tijî kirine, barên êr û kartolan dane ser hev; bi xêra kaya Amed û Rihayê kadîn jî dagirtine, de tê jî bila ser xêrê bê. Lê temên zivistanên berê tu nîne. Ne berf wekî berê dikeve, ne jî di dîwanan de cimet dicivin. Vê ceyranê, televîzyonê û serda jî înternetê emana civakê birandiye!
Bendavên salên dawî avhewa guhertiye. Ji berê bi bilindahiya avahiyan berf diket, şepeyên berfê wek giran bûn. Gundiyan dirûngeyên pêz li ser datanîn. Dengê xirmexirma gihayê di nav diranên pêz de dengekî çi heweskar bû. Yaşo, li ber duringê dihate eşqê û dest bi stranê dikir:
ez berf im berf im berf im
lê lê nar lê lê nar
ez berfa çiyakê reş im
lê lê nar tu delal î…
Ji dûr ve Hiko deng didayê “Oryo, Yaşo strana Qazê bêje, ya Qazê.” Yaşo dest pê dikir bi teqil digot Hiko jî ev vedigerand.
Cimet bi êvaran di dîwanan de diciviya. Sobêyên kerma har dibûn. Hela kermê pêz tiştekî nedîtibûn. Kal germ nedibûn, belîf diavêtin ber sobê û pişta xwe didanê, carinan di cî bi cî de xewmaşkî dibûn, bi hişyarbûnê ji nişka va digotin:
“hi çi bû, çi bû” yê kêlekê bi henekî digot “xalî serê tebû” pirqînî dikete me zarokan, îja gef û çêr dibarîn.
“Hî tulên heram, çi dikenin, derkevin” me jî bi tavilê dengê xwe dibirî û ji nebîhîstî ve dihatin. Şevên zivistanê dirêj bûn, tarî di saet çaran de dikete erdê, ji pey şîvan me berê xwe dida odeyan. Di dîwanê de her kesî şûna xwe zanibû. Nizam nêvan, mêvanek bihata, wê gavê li gorî temenê wî mêvanî jê re cih dihate vekirin, yên rêzê, dor bi dor cih diguherandin.
Di bin wê ronahiya gazocaxiyê de, dengê xuşîniya qazana ser sobê û gujîniya tipiya derva tev li dengê çîrokvan û dengbêjan dibû. Xwedêyo! Çi bextewarî bû. Bi belavbûna cîranan tembîh dikirin “ji tipiyê, rê winda nekin ha” mezin li ba wan tunebûna, zarok bi qetî tenê bernedidan, yek pê re dişandin.
Di wan şevan de mezinan bi têra xwe çay vedixwarin, lê em zarok li benda îskanên wan diman. Yên ku venexwara me îskanên wan têwerdida û yek, du qult jî me vedixwar. Qet ji bîra min naçe, rehmetiyê apê min çûbû bajêr û bi vegerê ji cimetê re kase loqim û qutî kalêt anîbûn. Para her hesî, yek, du lib loqimên nav kalêtan ketibû. Ez hê jî ji mala xwe re dema loqiman bistînim, kalêtan jî distînim, lê temên wan jî ne mîna yên berê ne.
Salekê xelaya kayê çêbûbû. Gundî çûbûn Konyayê kayê û bi trênê ka anîbûn. Îja çend rojan mijara sohbeta odeyê, dîtin, kirin û xwarinên wê derê bûn. Li wir çûbûn sînemayê û televîzyon temaşe kiribûn. Wisa xweş xweş behsa wan dikirin ku kesên nedîtî digotin “neûzûbîllah qiyamet wê biqete.” Îja bi hatinê kestane jî anîbûn. De nizam ji malên xwe re çiqas anîbûn, lê çend kîlo jî ji cimetê re anîbûn. Me jî jê yek du lib xwarin, mîratê tema wan çi xweş bû.
Îja dema stranê bihata diavêtin ber hev; hinekan xwe nedigirt radibûn govendê, girminî polê odê dixistin. Xwediyê malê ji şermana tiştek nedigot, lê yek, du kes dibûn dilbendê dilê wî “kuro hêdî, kuro hêdî, hûn ê polê odê bişkênin.”
Bi belavbûna cimetê re, karên qîz û bûkan dest pê dikir. Dip duzena odê, nedihîştin serê sibê; çi dibû, çi nedibû, dibe ku hema yekî li dêrî xist. Derî û pencere vedikirin, balîf û mînder dikutan û gêziyek diavêtin odê. De kî jî dihat, bila li ser seran û ser çavan bihata.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,161 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-12-2020 (5 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-02-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-02-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,161 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1130 KB 19-02-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.234 çirke!