$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Celal Fedakar
Nav paşnav: Bestûn Bekir
Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye
Dayik-Bav: Emîne-hacî
Dem û cihê şehadetê: Avaşîn 2021-26-09
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Celal li Silêmaniyeyê, ku bi sekna xwe ya welatparêz di tevahiya dîrokê de her tim doza Kurdistanê parast û di vê oxirê de berdêlên giran da, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber vê karaktera malbatê, taybetmendiyên neteweyî ji bo hevrê Celal jî li pêş bû. Lewma têkoşînên azadiyê yên li parçeyên din ên Kurdistanê bala wî kişand. Her çend hin hêz hewl didin ku xelkê me yê Başûr bi zanebûn ji berxwedana li parçeyên din ên Kurdistanê dûr bixînin jî hevrêyê me Celal têkoşîna azadiyê û gelê Kurdistanê weke hev dît. Lewma jî kete bin bandora têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin û ji îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo bi bandor bû. Ji zarokatiya xwe ve timî bû heyranê gerîla û dixwest bibe gerîla. Sala 2018'an dema ku artêşa Tirk a mêtinger dest bi êrişên dagirkeriyê li ser Efrînê kir û di serî de jinên Kurd, ciwanên Kurd ên bi felsefeya Apoyî bi rengekî fedaî li dijî dijmin şer kirin, ew jî kete bin bandora vê yekê û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Celal ku xwedî kesayetiyekî cewherî bû, li qadên gerîla xwe perwerde kir û bi temamî fedayî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Bi perwerdeyên wergirtî re pîvanên jiyanê yên Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de ava kir, bi vî rengî li hemberî bandora sîstema kapîtalîst kete nava têkoşîneke mezin. Her wiha bi kûrbûna xwe, rastiya dijmin û karakterê xeta noker baştir nirxand û li dijî vê xetê bû xwedî hêrseke mezin. Gihîşt wê baweriyê ku xeta nokeriyê ya li Kurdistanê tenê bi israra li ser xeta Apoyî dikare bê têkbirin. Tevî kûrbûna xwe ya îdeolojîk bi hostatiya xwe ya leşkerî jî bû milîtanekî serketî. Demeke dirêj li herêma Avaşînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û di lêdana derbên mezin de roleke mezin lîst. Week gerîlayekî profesyonel tevlî van çalakiyan bû, di bicihanîna taktîka dema nû de bû xwedî sekneke bi biryar. Hevrêyê me Celal baweriya xwe pê anî ku êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê ye, lewma baweriya xwe pê anî ku destketiyên gelê me yê Başûr bi berxwedana li Avaşînê dikare bê parastin. Piştî ku dijmin li pêşberî berxwedana li tunelên şer ên li Werxelê têk çû û dûre bi nemerdane bi gazên kîmyewî êriş kir, mîna hevrêyê me Mazlûm hevrêyê me Celal jî bi alîkariya hevrêyan beziya. Li tunelên şer ên Werxelê ku ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe yên şoreşgerî û hevrêtiyê çû, ji ber gaza kîmyewî bi jehrê ket û şehîd bû. Hevrêyê me Celal weke şopdarê şehîdên me yên mezin Doktor Sîrvan, Viyan û Helmet tevlî karwanê şehîdan bû.[1]