$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Amara Çiya
Nav paşnav: Zîlan Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Dayik-Bav: Nadya-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: Avaşîn 2021-23-09
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Amara li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ku ev herêm bi pêngava PKK'ê re bi pêş ket û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û bi sedan şehîdên xwe hene. Hevrêya me Amara ji ber ku ji malbateke welatparêz tê ku gelek berdêl daye, bi Şoreşa Rojava re hîn bêhtir firsend dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Bi taybetî kete bin bandora jinên ku di nava Şoreşa Rojava de berpirsyarî bi cih dianî û gelekî hewl da ku weke milîtaneke pêşeng cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigire. Hevrêya me Amara di van hewldanên xwe de bi ser ket û sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû, bersiv da êrişên dijmin ên li ser destketiyên gelê me. Ji bo karibe têkoşîneke xurt li dijî êrişên dijmin bimeşîne, fêhm kir ku divê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe kûr bike û li ser vê bingehê tevlî perwerdeyan bû. Bi qasî şer û taktîka gerîla her wiha di Dîroka Azadiyê ya Jinê, Dîroka Kurdistanê û felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de xwe kûr kir, bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Hevrêya me Amara jiyana li çiyê weke warê jiyana azad nirxand û ti carî nexwest ji çiyê qut bibe û xwest bi xwezayê re bibe yek. Hevrêya me Amara piraniya jiyana xwe ya gerîlatiyê li Avaşînê derbas kir û mîna Avaşînê bi kesayetiya xwe ya pak di nava hevrêyên xwe hemûyan de bû cihê hezkirin û hurmetê. Di nava şert û mercên şer de ji bo berpirsyariyên xwe li pêşberî hevrêyên xwe bi cih bîne bi rengekî fedakar tevlî bû û li hemberî êrişên dijmin ji bo kêliyekê jî dudil nebû, sekna xwe ya li ser xeta jin a azad parast. Hevrêya me Amara hem bi taktîkên şer ên tîmên bi tevger, hem jî bi taktîkên dewlemend ên li tunelên şer derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me Amara tevî hevrêyên pê re ji ber êrişa kîmyewî şehîd bû û bi xwezaya Avaşînê re bû yek.[1]