Ji hêla rayek û eslê peyvê ve #Newroz#
“Nava Roaca” li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di kitêba Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Ev peyv li gor zimanzanan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Navanew: nû
Roacaroz: roj
Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî “NavaNewe û RoaacaRuec” hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî “NavaNû û RoacaRoc(j)” hatiye guherîn. Lewra di zimanê hînd-ewropî de dengên “z-c-j” bi hev diguherin.
Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: “Roja nû”. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be.
Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demek dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz.
Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe yê netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine:
Kurdî: Newroz, Farisî: Novrûz,
Tirkî: Nevruz, Ozbekî: Navrûz,
Turkmenî: Nowrûz, Kazakî: Nauriz,
Kirgizî: Noorûz,
Azerîkî: Novrûz,
Tatarî: Navrez û hwd.
Di vir de jî eşkere ye ku ev peyv peyveke ji zimanên hînd-ewropî ye.
(Mînak di tirkî de du konsonantên/ dengdarên wek ‘vr’ di peyvekê de nikarin bên ber hev). Tenê gelên ku di bin tesîra vê çandê de mane, vê peyvê jî ji wê çandê hildane û li gor fonetîka zimanê xwe guhrandine.
Roja nû
Xêncî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda Newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wê dê newroz her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, newroz jî dê biguhere.
Roja nû ji bo Medan (Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda (Homa), dîlgirtina şeytên (ehrîmen), girtina heyamekê kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.
(Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda (Homa), dîlgirtina şeytên (ehrîmen), girtina heyamekê kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja azadiyê ye.
Ji hêla efsaneyê ve Newroz
Ji ber şêwaza Efsaneyê ve jî meriv dizane ku efsane tiştên sembolîk in, dibe ku bûyer bi wî şiklê jî qewimîbin, lê ji ber ku her wext di nav civakê de ev tê qal kirin û gotin, meriv pê derdixe ku ji serî heya binî ji nesîhet û îşaretan pêk tê. Di efsaneya Newrozê de di pirtûka Fîrdewsî de çi qas tiştên hevnagirin hebin jî ji bilî wan, efsane wiha diqewime:
Lawê Tehmûrs bi navê Cemşîd/ Yîma piştî hukumdariya bavê xwe derdikeve ser textê hukumdariyê. Cemşîd heft sed sal li ser textê dimîne, di vê navberê de di nav gel de xweşî, aramî û aşitiyê be-lav dike, civakê ji hemû nexweşî û qirêjiyê safî dike. Dema ku rûyê wî bi nûra Xweda (Ahura Mazda) ronî dibe, ew çax cejna Newrozê îlan dike.* Piştre Cemşîd bi xwebîniyê qirêj dibe rengê Ehrîmenî(nebaşî) digire. Civak (aşitîxwez) vê zilmê qebûl nake û ji xwe re hukumdarekê digerin û diçin bal Dehaq û wê dixine hukumdarê Îranê. Lê belê dil û hişê Dehaq jî bi aliyê Ehrîmen ve bi nebaşiyê hatibû şûştin. Piştî hevdîtina wî û şeytên li ser milê wî du mar derdikevin. Hildidin ameliyatê û çi qas dibirin dîsa jî ew mar derdikevin. Gazî Sêhrbazan dikin ku jê re dermanekê bibînin.
Di wê navberê de şeytên(nebaşî) dikeve dirûvê sêhrbazekî û tê li bal Dehaq, dibêje dermanê te ev e: ‘Tê ji nav civakê rojê du ciwan bibijêrî û serê wan jêkî, mêjûyên wan jî bi marê ser milê xwe bidî xwarin. Ger tu wiha bikî dê tê rehet bî.’ Dehaq ferman dike, rojê du ciwanan tînin mêjûyên wan bi maran didin xwarin. Di mitbexa qesra Dehaq de du kes hebûne; navê yekê Kermaîl yê din jî Ermaîl. Ev her du kes dilbirehm bûne û xwebixwe wiha gotine: ‘Divê ev zilma han wiha nedome û rojê ji ciwanan yek bê azad kirin.’ Di şûna wan de mêjûyê mîhekê tev dikin û didine Dehaq. Ew ciwanên ku tên azad kirin diçin li serê çil û çiyayan û di şikeftan de dijîn. Firdowsî dibêje; nesla Kurdên îro ji wan ciwanan tên.**
Di vê navberê de Dehaq xewnekê dibîne ku kesekî wî dikuje. Dîsa mûbed û stêrnasan li hev dicivîne û ji wan şîroveya vê xewna xwe dixwaze. Ew dibêjin kesekî dê were dinê û dê bê texta hukumdariyê ji destê te bistîne. Li ser vê yekê Dehaq ferman dike ku tu zarokî nehêlin, hemûyan bikujin. Ew çax diya Ferîdûn (Threataona) wî dibe li bal Pormayeyê“başî” vedişêre. Ferîdûn heya 15-16 saliya xwe veşarî dimîne û tê ji diya xwe esl û asasê xwe dinase. Diya wî dema ku jê re dibêje: ‘Dehaq hat bavê te kuşt, mêjûyê wî derxist û da wan marên ser milê xwe.’*** Ew çax Ferîdûn ji tolhildanê tijîbû û got: ‘hêza şêrekê heya ku neyê ceribandin bellû nabe. Dehaq zilma xwe kir û kir. Lê aniha peywira min ew e ku bi îzna Xwedê ez biçim û mala Dehaq di ser serê wî de bînim xarê.’ Lê di vê navberê de zilma Dehaq hê jî dewam dikir. Rojekê ji civakê kesekî bi navê Kawa derket, çû li hember Dehaq sekinî, got: ‘Hijdeh zarê min hebûn, te hevdeh heban kuşt û ma lawekî min, tu wî jî dixwazî. Lê ezê nedime te got û piştre bi hêrs qesrê terikand. Di destê wî de rimekî, li ser jî mêzera wî pêçandî, di nav gel de bi sloganên wiha: ‘Dehaq hevalê Ehrîmen e. Nûra Xweda (Ahura Mazda) pê re nemaye. Ew bûye warê zilmê. Dê Xwedê hez ke bi vê mêzera ku serê rimê min ve gridayî ye, gel bigihêje azadiya xwe.’ Heya bal Ferîdûn çû. Ferîdûn dît ku ev tevgereke xêrê ye. Bi qûmaşên rengên cûrbecûr ‘kesk, sor, zer’ xemiland û bi hev re baz dan û çûn hukumdariya Dehaq jê bistînin û wî bi tevê zilma wî ve li ser rûyê dinê rakin. Ferîdûn bi gurzê di destê xwe de yekî li serê Dehaq xist û gêja wî bir. Piştre Dehaq bi zencîran ve girêda û bire serê çîyayekî sext danî. Bi vî awayî zilma Dehaq êdî qedandibûn. Carek din dîsa nebaşî, bi destê başiyê di şeva 21ê Adarê de hatibû qut kirin. Gel bi agirên destê xwe ve hilkişiya çiyayan û ew roja pîroz; roja Newrozê pîroz kirin.
Nîşe:
*Fîrdewsî Newrozê di vir de daye destpêkirin, lê ev şaş e, lewra di beriya Cemşîd de hukumdarên ku hatine serî; Keyûmers, Siyamek, Hûşeng, Tehmûrs gişk hukumdarên bi edalet û xwedî başî û aramiyê bûne, ango roj her dem aş bûye, ji ber wî Newroz heya li hember xerabiyekê nekoşe û piştre aşitî û aramiyê destpênexe nagihêje armanca xwe. Çimkî me di serî de got; Newroz girtina rojên qirêj û destpêkirina roja zelal e.
**Fîrdewsî di vir de dikeve nakokiyê. Ger ku ew ciwan Kurd bin. Wê çaxê ew civak û gel jî Kurd in. Êcar çawa dibe ku meriv ji nav civakekê rojê du ciwan bibijêre û piştre ji wan yek azad bike û piştre bêje nesla Kurdan ji wan tên. Tiştekî dûrê aqil. Jixwe ger ew ciwan kurd bin, ew civak jî civaka Kurdan e. Bi wî awayî Newroz jî êdî eşkere dibe ku malê kê ye.
***Di vir de jî eşkere dibe ku bavê Ferîdûn ji wan ciwanên Kurd ên ku ji bo Dehaq tên kuştin e. Bi vî awayî Ferîdûn jî dibe hukumdarekî Kurd.
Di kitêba Avestayê de fîgurên Newrozê
Avesta bi destê Magûyan hatiye nivîsîn. Magû, meriv dikare bêje eşîra rahîban e jî. Magû rahîbên welatê Medyayê ne. Medya jî welatê Medan (Kurdan) e. Ji ber vê yekê fîgurên ku di hem Avestayê de hem jî di menqibeyên Newrozê de derbas dibin wek “ Yîma Xşhaêta, Dehaq, Ferîdûn, Atar, Kavî” em dikarin bêjin ku bi kurdan re jî gelekî eleqa wê heye.
Yîma Xşhaêta: Yima tê wateya cihûyê. Xşhaêta jî tê wateya biriqî. Ango bi hev re dibe Cihûyên Biriqî. Egerên vê yekê di Avestayê de hene. Di pirtûka Firdowsî de Yîma, Cemşîd e. Yima Xşhaêta Yîma Xşeta Yîm-xşet Cim-xşet Cim-şet Cemşîd bi vê tewrê nav guhe-riye. Di menqibeya Newrozê de bi Ferîdûn, Dehaq, Kawa re Cemşîd jî cihekê taybet digire.
Dehaq (Ajî Dehaqa): Di Avestayê de Dehaq wek Ajî Dehaq tê bi nav kirin. Ajî: Mar, Dehaq: Jehrayî. Piştre ev her du peyv bihev ve kelijîne: Ajdehaq AjdahaEjdeha ango Ejderha. De-haq di Avestayê de bi gelemperî wiha tê terîf kirin: “ Bi sê çene, sê ser û şeş çavî bû. Kesekî derew-kar ê ku merivên me yên niştecih dikuşt. Yekî ku dêwan afirandibû û hêzekî wî yê mezin hebû. Stemkarekî xerab û gunehkar bû. Yê ku mala Aşvana jî xerab kir ew bû.”(Yasna IX, 8)
Ferîdûn (Threataona): Tê wa-teya roniyê, roniya desthilatdariyê. Di Avestayê de wek Threataona derbas dibe. Di Firdowsî de wek Ferîdûn. Bixwe jî ji kawayan(mîr) kawayek e. Di menqibeya Newrozê de ê ku Kawa wî biriye daniye ser textê Dehaq navê wî Ferîdûn e.
Agir (Athar): Di avestayê de Athar wek kurê Ahûra Mazda didin Nasîn. Ango kurê başiyê. Di dînê Zarahûştra de agir gelek girîng e. Di Avestayê de qala pênc cûre agir tê kirin:
1- Athar Brezî- Savangha: Anarg-Roşnî; roniya bêdawî, ruhê hebûnê ye. Qanûnên Xweda ye.
2- Athar Vohu- Fryana: Vohu: baş, Frya: rihmet e. Agirê jiyan û serxwebûnê ye.
3- Athar Ûrzavîşta: Agirê jiyana nebatan e.
4- Athar Vazîşta: Agirê ku baranê dibarîne. ‘Apam Napat’ bi wateya birûskê tê zanîn.
5- Athar Spenta: Agirê serkeftinê ye. Agirê herî grîng ev e. Ev agirê han li Medyayê (Kurdistana Qedîm) vêdikeve.
Kava, Kavî, Kay, Key, Kawa: Di avestayê de wek Kavî derbas dibe. Tê wateya keyê piçûk û gernas.
Hukumdarên civatên piçûk û reîsên eşîran jî di Avestayê de tê gotin.
Xanî û Maneya Netewedewletê li Newrozê Barkirin
Berhemên klasîk, bi taybetî jî ew şêwaz û şayesên wê edebiyatê çi qas bi awayekî muşexes bê şîrovekirin ew qas bi awayekî mucered jî dikare bê ravekirin. Ev tarza han jixwe taybetiyeke helbestê ye, êcar ku mijar edebiyata klasîk be zêdetir dîvê ev bê dîtin. Egerekê wî jî ev e ku fêhmkirin û têgîhiştina mirov, pêşî bi tiştên dîtbarî çê dibe, piştre di nav xeyal û alema tesewûrê de dikare maneyan lê bar bike an jî ew maneyên barkirî bibîne. Mesela Qur’an dema ku qala meselekê dike her dem ji bûyer û qewimînan mînak dide ku gel rehet fêhm bike. Lêbelê em dibînin ku maneya heqîqî ne tenê ew bûyer e. Pişt wî de ji bo merivên aqilmend, dildar û xwedî wijdan gelek tişt veşartî ne. Şêwaza edebiyata klasîk jî piçek dişibe vê. Ango Ehmedê Xanî dema ku qala Newrozê kir, dibe ku ji mîzan û duzena kaînatê, ilmê stêrnasî, burcên felekê bike û Newrozê jî tê de cih bike û piştre behsa çand, rê û rêbaza pîrozkirina wî bike. Lê divê ku em bizanibin her yek ji van sembolên gelek girîng in. Divê ku hin kes bibêjin; ne hewceye ku meriv xwe ev qas bide zorê û îllim maneyên cuda lê bar bike. Lê ne bi zorê dema ku bi awayekî mantiqî ew mane lêhatebarkirin, em jî bipirsin çima nebe? Wekê din jixwe em na, pisporên ku li ser vê edebiyatê dixebitin di şerhên xwe de bixwe vê yekê dikin…
Dema ku Xanî qala newrozê dike, di sernavê de mijara beşê wiha diyar dike: “Dastana beyana New-roza sultanî, tesmiyeyê mewsimê surûr û şadimanî, bi mersûmê qedîmê Kurdistanî ku wan digotê: ‘ sersal’ ‘ed dikirin bi ‘îdê wîsal” ango Kurdan negotiye. Kurdistanî gotiye ku ev jî bawer im balkêşiyek e. Piştre bi duzena kaînatê, têkiliya girestêran, wextê burcan û bi reng û rewşa wan dest pê dike:
1-Xellaqê cîhan ji feyzê fitret Hey’atê felek wechê qudret
2-Bê qalib û bê muhît û mîqyas Bê alet û bê muşîr û mîqras
3-Evçende mu’ezzem û medewwer Evrenge musenne’ û mukerrer
……
-Hîkmet ew e ev hemî likar in Hindek di peya û hin siwar in
-Hindek di betî’ û hin serî’ in Hindek di me’în û hin menî’ in
……
Xanî di vir de diyar e ku ji bo duzen û mîzanê vê yekê mînak dide. Lewra piştî ku teswîran diqedîne teşbîhekê wiha dike:
- Hindek di mîsalê Zîn zerî ne Hin şubhê Memê di muşterî ne Piştre dîsa teswîr dike. Lê êcar wesif û peywirên wan rêz dike:
-Bîlcumle museyqel û munîr in
Hin padişeh in hinek wezîr in
-Hindek ji teherruka tebî’î
Ew têne bi nuqteya rebî’î
……
Piştre qala devdor dike û şert û sînorên pîrozkirinê diyar dike ku ew jî gelek muhîm e. Lewra Prof. Dr.Ahmet Ağır Akça di pirtûka xwe ya “ Salâhaddin Eyyûbî ve Kudüs’ün Yeniden Fethi”**** de dibêje: “Selahaddin vê cejnê û xerabiyên ku tê de dihatin kirin, gişkî rakiriye.” Tu çavkanî diyar nekiriye lê jixwe ev malika Xanî ya li jêr vê gotinê badilhewa dide nîşan:
- Lakîn ne bi tuhmet û bi minnet Belkî bi terîqê şer’ û sunnet
Lê em bizanibin Xanî dema ku qala newrozê dike, bi navê “mersûmê qedîmî Kurdistanî” dike. Ango tenê qala dema xwe nake, hem behsa rabirdû hem roja xwe hem jî dahatûyê dike. Bo wî dema ku A.A.Akça gotina xwe digot, divê hay jê hebûya(bawer im hay jê heye jî) ku tenê mijarê berevajî dike û piştre qala dewleta Fatimiyan dike û piştre jî vê yekê bi Selahadîn re têkildar dike û li ser navê wî newrozê wek cejneke qirêj û bê exlaq dide nîşan.
Dawiya beşa 11emîn de dide nîşan ku meqsed li hev hatin û gihiştina hev e:
-Ev herdu celeb ku hev bibînin Kufwê di xwe ew ji bo xwe bînin
Di beşa 12an de jî qala derketina ji bajêr û civandinê dike. Di beşa 13an de jî behsa dirûvguhertinê dike. Di ya 14an de jî hevdîtin û sermestiya wan tîne ziman. Piştî hevdîtin êdî her wisa li ser bingeha Newrozê bûyer diqewime û digihêje encamê. Piştî wexta xêncî Tacdîn, Mem, Stî û Zînê bo duzena (gihiştin) vê evînê, du qehremanên (îrade) din jî lê zêde dibin; Arif û Çeko. Jixwe ev zêdetir teza netewedewletê xurttir dikin. Ger ku tenê ev evînek be çi hewceye Arif û Çeko jî bikevine nav. Lê bawer im ev du sembolên huquqî ne bo ku tişta nebûyê bi hêza wan bibe.
Lê belê bo teza netewedewletê merivê çawa van sembolan (T-M-S-Z-A-Ç) bi cih bike? Ji bo vê pirsê em dikarin seriyekî li pirtûka “Xanî û Newroz” ya H. Mem bixin:
H.Mem dastana Mem û Zînê wek senaryoyekê dibîne û ji bo avakirina netewedewletê wiha sembolîze û bi cih dike:
Cih: Cizîra Botan; qelbê Kurdistanê.
Meriv: Li hundirê qesrê (Stî, Zîn, Gurgîn, Mîr Zeyneddîn,
Heyzebûn, Beko) ciwan, pîr û kal tevlihev in. Lê piştre sê ciwan ji qesrê dertên; Stî, Zîn, Gurgîn.
Li dervayî qesrê (Tacdîn, Memo, Arif, Çeko) hemû ciwan in.
Dualîte: ciwan-pîr, nêr û mê, baş-nebaş… hwd.
Têgehên sereke: Kemilîn û dad.
Sifetê qehremanan: Ciwan; ayendeya civakê.
Tabloya senaryoyê û damez-randina netewedewletê:
Wekî di çarçoveya dewletê de tê dîtin, xala hevpar a Tacdînû Arif xala A’yê ye. Yanê bira ne. Di xala B’yê de jî tacdîn û çeko hevpar in, ango em dikarin bibêjin îcar ew bira ne.Binika C û D’yê Memo ye bi gotineke din gel e. Çi saziyên îdare-îradeyê (Arif) çi jî hêza leşkerî (Çeko) ji gel tên. Xwîna, hêza ku ji wir distîne ji xalên C û D’yê dikişîne xalên A û B’yê ango Tacdîn. Bi vî awayî ew Memo ji Tacdîn re dike destbirak.
Wek ku di çarçoveya vî şikilî de dixuye, eger saziyek kêm be, en-cama ku tê xwestin, dê neçe serî, Çendî pêşewa xurt be, çendî Çeko bi dest û lep, biceger û dilêr be û çendî Memo dilxwez be jî, ew çarçove nayê avakirin jî bi Zînê re pêk nayê, nexwe pevretiya desthilat û gel çênabe. Desthilat û gel, ku bi du xwîşkan re bizewicin bi awayekî wê bibine mîna hîwêr (bacenax) û xizm. Ango lêzimatiya xwînê di îradeyê de pêk tînin.
Loma jî Xanî serê pêşî çarmenda Tacdîn-Stî û Mem-Zînê bi hev dide nasandin û zewaca wan di sêwirana xwe de wek teza xwe ya dewletê ebedî dike. Ango îradeya hiqûqdar, gelê azad bi kurtî formûla “ dewleta hiqûqî ya demokratîk” pêşan dide û raber dike.
* Xwendekarê Zanîngeha Stenbol – Kenanê Nado
Kovara Pêngavê – Hejmara 4an – 2011
$ÇAVKANÎ$
– Bilgin, Siraç M. “Newroz”, Weşanxa-na do, Stenbol, 2008.
– Firdevsî, “Şahname”, Kabalcı Yayıne-vi, İstanbul, 2009.
Şemrexî, H. “Ehmedê Xanî- Mem û Zîn”, Weşanxana Nûbihar, Stenbol, 2010.
Mem, H. “ Xanî û Newroz”, Weşanxana Enst. Kurd. Ya Stenb., Stenbol, 2009.
****Ağırakça, A. “ Salâhaddin Eyyûbî ve Kudüs’ün yeniden fethi”, Beyan Yayınları, İstanbul, 2005.
[1]