Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,803
Wêne
  123,936
Pirtûk PDF
  22,082
Faylên peywendîdar
  125,651
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Gelo perwerdaya zimanê kurdî dê di makezagona nû de cîh bigre?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Gelo perwerdaya zimanê kurdî dê di makezagona nû de cîh bigre?
Gelo perwerdaya zimanê kurdî dê di makezagona nû de cîh bigre?
Gelo perwerdaya zimanê kurdî dê di makezagona nû de cîh bigre?
Îbrahîm GUÇLU
Dewleta Tirk piştîî ku Împeratoriya Osmanî têk çû û belav bû, ava bû; pirsgirêkên dîrokî û bingehî anî rojevê û qewimand. Dewleta Tirk felsefeya pejirandî, pişt re ew bû felsefe û îdeolojiya fermî ya dewletê. Ev îdeolojî di nav pêvajoyê de wek “Kemalîzmê” hat terîf kirin. Ev îdeolojiya ji aliyê dewleta nû ve hatibû pejiranmdin, li dijî sosyolojî û rastiya neteweyî û olî û mezhebî û sinifî ya plural ya civake bû.
Îdeolojiya fermî ya dewletê, hebûna kurdan înkâr kir. Loma jî, ji bona ku kurdan bike Tirk stretejiyeke barbar ya asîmîlasyonê û qirkirina ziman û çanda kurdî meşand. Hemû mafên neteweyî yên kurd xesip kir. Kurdistan îşgal û îlxak kir. Dema ku kurd li dijî wê siyaseta barbar û hovanê derketin, hatin ceza kirin. Dema ku bi awayekî rêxistinî mafên xwe daxwaz kirin, li Kurdistanê qetlîam çê bûn.
Îdeolojiya fermî ya dewletê, dewlet, li ser navê neteweya Tirk û elîtîkeke burokratîk ya sivîl û leşkerî ava kir. Lê mafê neteweya Tirk jî yên civakî û demokratîk jî hatin xesip kirin. Ew siyaseta û hovane di bin şiyara li dijî îslamiyetê hat meşandin.
Îdeolojiya fermî, dewleteke otorîter, faşîst, kolonyalîst, yek neteweyî ava kir. Gorî ev îdeolojiya fermî jî, makezagonek hat pejirandin. Gelek xwezayî bû ku di makezagonê de kurd tune bûn û mafên kurdan yên neteweyî tune bûn. Loma jî zimanê kurdî jî qedexe bû. Bi zimanê kurdî perwerdebûn qedexe bû. Kurd ji derveyî zimanê xwe bi zimanekî biyanî bi zimanê Tirkî, hatin perwerde kirin. Psîkolojiya zarok û ciwanên kurdan têk birin.
Loma jî makezagon, tu dem nebû “peymaneke civakî” û hemû neteweyên heyî di çêkirina makezagonê de nebû teref. Makezagon bi yek îradeyeke serdest ya Tirkan çêbû. Lê her demê jî makezagon wek min li rêzên jor jî qal kir, li Tirkiyeyê bû pirsgirêk.
Encama vê rewşê bi taybetî jî piştî makezagona Darbeya Leşkerî ya 12ê îlona 1980yî her dem makezagoneke nû çêkirin li Tirkiyeyê bû rojeveke girîng. Lê hezar mixabin, her çiqas di makezagona heyî de bi taybetî jî di dema Hikûmetên AK Partiyê de bi gelek xalên xwe hat guhertin jî, lê makezagoneke nû çê nebû. Dısa Hikûmeta AK Partiyê reşnivîske makezagoneke nû amade kir. Ew jî nebû rojev û makezagoneke nû nehat amade kirin û erê kirin.
Lê dema reşnivîsa makezagonê ji aliyê AK Partiyê de jî hat amade kirin, rasyonalên kevn hatin domandin.
Di van rojan de jî makezagoneke nû girêdayî hilbijartina serokkomar û parlamenterî di rojevê de ye. 6 Qolî pêşniyara xwe ya makezagonê nivîskî, ji raya giştî re diyar kir. Di makezagona 6 Qolî de ji bona mafên neteweyî yên kurdan tu pêşniyarek nehat kirin. Ji bona zimanê kurdî û perwwerdaya zimanê kurdî hîç tiştekî di reşnivîsa makezagona 6 Qolî de cîh negirt.
Lê ji endamê 6 Qolî Partiya Deva’yê her çiqas makezagoneke nû pêşniyar jî neke, ji bona makezagonê du guhertinên girîng pêşniyar dike.
Pêşniyara yekemîn ew e ku dxwaz dike ku xxala 66an a di derbarê hterîfe hemwelatiyê de bê guhertin. Gor pêşniyara wî, herkesê bi wesîleya hemwelatî Tirk tên nas kirin ku neteweya kurd û grubên neteweyî yên din qebûl nake, dê bê guhertin.
Pêşniyara duyemîn jî, ji bona ku bi zimanê kurdî perwerdeyî pêk bê guhertin û an jî zêdebûnek di makezagonê de çê bibe, daxwaz dike.
Pêşniyarên DEVAyê her çiqas nayê wê wateyê ku hemû mafên neteweyî yên kurdan tên qebûl kirin, lê di vê pêvajoyê de erînî ye. Pozîtîf e.
Hezar mixabin tîfaqa DEVA din av de cî digre, mixalîf in, dixwazin ku li hemberî Tîfaqa Komarî bibin hikûmet û desthilatdar, reşnivîsa makezagonê diyar kirin, di wê de daxwazên DEVAyê cîh nagrin. Partiya Akşenerê jî gelek aşkere û bi tundî li dijî pêşniyarên Partişya DEVAyê derketin.
Loma jî cî bi cî kirina van daxwazên DEVAyê ne mimkûn e.
AK Partî jî li ser makezagonê xebat dike. Di demên bihûrî de di amadekirina makezagonê de lîberal bûn. Dixwerstin çar xalên destpêkê makezagonê jî bên guhertin.
Daxwazên Partiya DEVAyê pêşniyar kirin û tiştên zêdetir jî, ji aliyê AK Partiyê de hatin parastin. Lê AK Partiyê pişt re ev nêrînên xwe rakirin rafan û bi taybetî jî piştî ku bi Partiya MHPê re tîfaq çêkir, ew nêrînên xwe bîra kir.
“Seroka Rêxistina Yenîşehîra Navçeya Diyarbekirê ya AK Partiyê Nûpel Kaya ragihand, AK Partî dê di heyama nû de zimanê zikmakî bixe bin garantiya destûrê û dê di Makezagonê de sererastkirineke nû pêk bîne.”
Nûpel Kaya derbarê zimanê Kurdî de ji K24ê re diyar kir: “Derbarê mafên zimanê Kurdî de, ev maf di dema hikûmeta me ya AK Partiyê de hatin qebûlkirin, ku bi rehetî û bi serbestî zimanê me yê Kurdî hat bikaranîn. Ne tenê hat bikaranîn, ji bo vê yekê li zanîngehan Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî hat vekirin, herwiha TRT Kurdî hat vekirin.
“Mirov bi salan zimanê Kurdî ku di hesreta wî de bûn, di dema AK Partiyê de gelek bi rehetî û bi serbestî bi kar anîn. Helbet di heyama nû de, bi sererastkirineke destûrî, em dizanin ku AK Partî dê vê bixe jiyanê. Derbarê zimanê zikmakî de tenê sererastkirina nû maye.”
“Partiya me dê di heyama nû de zimanê zikmakî bixe bin garantiya destûrê û dê di Qanûna Bingehîn de sererastkirineke nû pêk bîne.”
“Em jî wek Kurdên ku li herêmê dijîn, helbet em xwedî li zimanê Kurdî û zimanê xwe yê zikmakî derdikevin. Li ser vê mijarê, li dibistanan jî em derbarê dersa bijarte de ji bo pêşiya zarokên me vebe, piştgiriya me her dem mezin e. Em zimanê xwe yê zikmakî li her derê bi kar tînin û em ê bikaranîna wî bidomînin.”
Nêrînên Nûpelda Kayayê jî girîng in. Di amadekirina makezagonma nû de hêvîdar im ku AK Partî xwediyê van nêrînan be û mafên kurdan jî bixwe makezagona nû.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,540 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 144
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-01-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 20-02-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 21-02-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 20-02-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,540 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!