$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sofî Berbang
Nav paşnav: Ensar Duşkun
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sidika - Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: Gever 2018-1-08
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Sofî li bajarê Colemêrgê ji dayik bû ku ev bajar bi serhildanan û tevlîbûna bêteredût a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tê naskirin. Li nava malbateke hêja û welatparêz mezin bû ku gelek tevlî nava têkoşînê kir. Li gel êrişên dewleta Tirk a mêtinger ji çanda xwe tawîz neda û gihîşt wê baweriyê ku bi berxwedana li ser felsefeya Rêber Apo dikare dawî li êşa gelê me bîne. Hevrêyê me Sofî tevlî karên ciwanan bû. Piştî demekê zextên giran lê hate kirin û weke bersiv li van êrişên dagirkeran di sala 2015'an de li Wanê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me Sofî ku ji bo tevkariyê li malbata xwe bike di gelek karên cuda de xebitî, xwedî kesayetiyeke kedkar bû û ev taybetmendiya xwe li nava refên têkoşînê hîn bi xurtî û ji dil bi cih anî, bi vî rengî tevlî bû. Demekê li Heftanînê gerîlatî kir û sala 2017'an derbasî qada Cîlo ya Zagrosan bû ku qadeke ehmet e û li dijî dagirkeran têkoşîneke xurt meşand. Hevrêyê me ku bi perwerdeya wergirtî veguherî gerîlayekî profesyonel, timî hewl dida xwe bi pêş ve bibe û tiştên hîn dibû jî bi hevrêyên xwe yên ciwan re parve dikir. Hevrêyê me ku nûnerekî xurt ê xeta şehîdan bû, ji bo bicihanîna armancên azadiyê yên gelê me û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bêrawestan kar kir û ev yek jî ji xwe re kir xeteke bingehîn a jiyanê. Hevrêyê me Sofî wê bi nirxên ku afirandiye timî di têkoşîna me de bê bîranîn û têkoşîna me ya şoreşê ronî bike.[1]