$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Agît Tolhildan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dem û cihê şehadetê: Besta 2018-1-08
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agît li bajarê me Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me di nava şert û mercên herî giran de jî xwedî li çand û kevneşopiya welatparêziyê derdikeve. Hevrêyê me Agît Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê her tim ji nêz ve şopand û tevî temenê xwe yê ciwan jî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me dît, li dijî dagirkeriyê û dagirkeran têkoşîn ji bo xwe kir hinceta hebûnê. Hevrêyê me ji bo demeke kurt di karên ciwanan de ma, asta xwe ya biryardariyê bilind kir û sala 2016'an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, li Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû. Hişmendiya xwe ya welatparêziyê bi taybetmendiyên şervaniyê re gihand hev û di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran xist. Sala 2017'an derbasî navenda gerîlatiyê Botanê bû, zû bi qadê û hevrêyan re bû yek, bi enerjiya xwe pêşengî ji jiyanê re kir. Bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û eleqeya ji bo felsefeya Rêbertî hevrêyê me Agît li her qadê nûnertî ji xeta şoreşgerî ya partiya me re kir. Bi taybetmendiya xwe ya çalak her tim bi daxwazeke mezin tevlî dibû. Bi kesayetiya xwe ya ji dil û kedkar li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Di demeke kurt de li qada leşkerî şareza bû û di xeta Gerîlatiya Mordernîteya Demokratîk de meşiya, ji bo berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên dema nû bi cih bîne timî hewl da.[1]