Qendîl Şêyxbizinî
Dengê Milletê Bindest Şibliyê Çaçan
Radyoya Rewanê di jiyana me kurdan de cihekî gelekî girîng digire; Mezin û biçûkên kurdan, yên xwenas û xwe nenas giş Radyoya Rewanê dizanin; wê radyoyê, Kurdistana perçe perçe bûyî, kire yek perçe û hemû kurd li dora xwe civand; Ya ku Radyoya Rewanê kir, ev sed sal e partî, rêxistin û komeleyên kurdan nikarin bikin; wexta dibû êvar, biçûk, mezin, jin, mêr, kal û pîrên kurdan li dora radyoyê dicivîn û guhê xwe didanê. Ji ber wê, mirov dikare bêje ku Radyoya Rewanê, yekitiyeke hêstiyarî di nava milletê me de çêkir. Mîna neferên malbetekê, Kurdistan giş li dora radyoyê dicivî û guhê xwe didayê; Kurd bi hev re digiriyan, dikeniyan, govend digirtin û ax dikişandin. Gelo roja îroyîn, çi bibe ku mirov bikaribe ewqas kurd li cihekî bicivîne? an mirov çawa bikaribe ku kurdan gişan li cihekî bicevîne? Ev ne mimkûn e. Ji ber van sedeman, Radyoya Rewanê bi tîpên zêrîn ve cihê xwe, di nava dîroka kurdan girt.
Bi saya Radyoya Rewanê, me gelek kes naskirin, gelek dengbêjan, xwe li milletê me dane nasîn. Dibe ku ev dengbêjan li Kurdistanê bûna, kesekî/ê ew nasnekirina; ji ber ku li Kurdistanê zor û zext li ser milletê me hebûn, zilm û zordarî hebû, zimanê me qedexe bû. Mirov dikare mînakan jî bide; Dibêjin li Agiriyê dengbêjekî bi navê Mistefayê Çîftborî hebû, wexta Mistefa kilam digotin, dengê wî li gundekî, diçû hemû gundên dev û dorê. Dengbêjên mîna Şakiro, şerm dikirin ku li cem Mistefa kilaman bêjin. Ev çend sale, ez digerim û nagerim, kasêteke Mistefa nabînim; Ger li vir jî radyoyeke mîna Radyoya Rewanê hebûya, wê kasêtên Mistefa jî hebûna; Kurdan wê ew jî nas bikira. Ez tînime ser wê gotinê; Ji ber bê derfetî û bê xwedîtiyê, me kurdan, dengê dinyayê yê herî xweş û zîz wunda kir.
Em dîsa werin ser Radyoya Rewanê. Bi saya wê radyoyê, îro sedan dengbêj û milyonan kilamên me yên tomarkirî hene; Her çiqasî piraniya dengbêjên Rewanê çûbûne ser heqiya xwe jî, heta kurd hebin wê navên wan jî di nava kurdan de bijî. Lê mixabim ku, dengbêjekî Radyoya Rewanê heye ku, niha ve ew hatiye bîrkirin. Ew Dengbêj Şibliyê Çaçan e.
Min çiqasî di derheqa Şibliyê Çaçan de lêkolîn kir, mixabim min tu gotarek û nivîsek di derheqê wî de nedît. Min nexwest ev dengbêjê milletê me, bê bîrkirin û min got çi dibe bila bibe, çiqasî kurt dibe bila bibe, lê ezê hin agahiyan di derheqê wî de bibînim û kurt be jî ezê nivîsekî binivîsînim; Min çend kurdên me yên li welatên Sovyeta berê (Tosinê Reşîd, Cemalê Ûsiv û çendên dî) pirsî û piçik piçik min hin agahî berhev kirin;
Dengbêj Şibliyê Çaçan yek ji wan dengbêjên me yên Radyoya Rewanê ye ku pêşiyên wî yên ji êla Sîpkan, bereka Kilêriyan, ji ber zilma Dewleta Osmanî di sala 1878 an de, ji navçeya Agiriyê Dutaxê revîne navçeya Qersê Qaqizmanê. 40 salî li herêma Qaqizmanê dimînin, Rom vê carê jî li wê herêmê êrîşî kurdan dike, malbata Şibliyê Çaçan vê carê jî dîsa bi tevî xizm û pismamên xwe direve Ermenîstanê. Diçin li navçeya Talînê, gundê Qibixtepe cih û war dibin.
Sala 1941 an de di navbera Almanan û Yekitiya Sovyetê de şer destpê dike, kurd bi wî şerî re dibêjin “Şerê Weteniyê”. Şerê Weteniyê yê bi tije êş û jan, çar salan ango heya sala 1945 an dom dike; Yekitiya Sovyetê, seferberiyê derdixe û piraniya mêran dibe şer; Di nava wan de gelek kurd jî hebûne ku dudu ji wan jî, bavê Şiblî û xalê wî ve bûne. Bavê Şiblî û xalê wî ve di wî şerî de tên kuştin. Şibliyê ku ji ber şer, bi gazin e ev kilama li jêrê ser bavê xwe û xalê derdixe;
Efalo Menal
Ji me hatiyê şerê ne bê xweriyê ye
Gelî birano Ji me hatiye şerê ne bê xweriyê ye
De bira mala xatilê Gêrman ne xana xwedê be
Ça me ra daniye şerekî mixeletiyê ye
Bire xortê me yê tûnsiz top kirine
Berê wan dane welatî Kêrçê Kilîmê ye
De ji min ra ketine dewê vê dozê ye
Cîmirê bira hela vê meydanê kire gazî
Go gelî birano çêbin çê bixebitin revê dijminxin
Nav û dengê welatê Sovyetê rûbarya dinêxin
De bira mala Gêrman ne xana xwedê be
Ça mixenetî gulekî berî bedena Şînê bira dane
Weyla min korê min nemayê
Mîrata gulê çima birîna birangê min diêşîne
Menal Efalo menal Tîtalo de tu menal
Xwedê mêrê xwe ra eyan e qûlanî
Milê porkura xwanga te ranabî
Welatî Kêrçê tûncik temorkê te xortanî
Destekî birakê xwe têkira belgî
Heylo birawo yek jî têkira barpalê
Gelî birano ezê Kêrçê dinêrim bextê min ra çiqas sar e
Gelî birano ezê Kêrçê dinêrim bextê min ra çiqas sar e
De bira mala Gêrman ne xana xwedê be
Top û bilîmotê xwe berdane esabî gurê har e
Efalî mêra, tîtalê govenda Şînê bira, hela jêr da birîndar e
Emê rabin têleke ne bi xweriyê nehiya Talînê gundê Mihekora
Emê bêjin Almastê por kurê, Şarê gulî birê
De hûn werin xwe bavêjin ber bextê hekîm doxtira
De belkî melhemekî çêke weyla min korê min nemayê
Birîna Şînê bira gelekî xedar e
Menal Efola menal, tîtalo de tu menal
Xwedê mêrê xwe ra eyan e qûlanî
Milê porkura xwanga te ranabî
Welatî Kêrçê tûncik temorkê te xortanî
Destekî birakê xwe têkira belgî
Heylo birawo yek jî têkira barpal
Gelî birano ezî erdê Ûrisêtê dinêrim çiqas xweş e
De bira mala Gêrman ne xana xwedê be
Şerekî mixeletiyê me da ortê Xanaortê, Menereşê
Emê rabin têleke ne bi xweriyê bikişînin nehiya Talînê gundê Mihekora
Emê bêjin Almastê por kurê, Şarê gulî birê
Werin bala xwe bidinê da
Şînê Elo, efalî mêra, tîtalê govenda birîndar e
Xwedê zane porkura xwayînga wî nikare bihere nexwaşxanê
Min korê gelekî nexwaşî bêmetal e
Menal Efola menal, tîtalo de tu menal
Xwedê mêrê xwe ra eyan e qûlanî
Milê porkura xwanga te ranabî
Welatî Kêrçê tûncik temorkê te xortanî
Destekî birakê xwe têkira belgî
Heylo yek jî têkira barpal.
Şibliyê Çaçan, cara yekemîn Sala 1980ê de diçe Radyoya Rewanê û li wir kilaman dibêje û kilamên wî têne tomarkirin. Piştî salên 80 an, mala xwe dibe Êrîvanê û li wê derê Tîrinbêlvaniyê (Texsî) dike û wusa li zarokên xwe dinêre. Şiblî, çend sal beriya vê çû ser heqiya, malbata wî niha li Êrîvanê dijî. Hêvî dikim ev nivîsa min ji boy naskirina Şibliyê dengxweş, bibe destpêkekî.
Nîhat Öner
[1]