Muhammed Ata Yuksel
#Mahsa Emînî# û Hîcaba Mecbûrî
Li Îranê berê înqilaba 1979an hîcab, nixumandin, sembola înqilabê bû, Li gel vê cil u lîbasên kevneşopî u bastanî jî werê bûn. Jin u xanimên Îranê weke remzên olî û millî/nijadî xwe bi hîcabê dipêçiyan. Hetta jinên sekuler jî, her çendîn bi hîcabê bawer nedikirin, dîsa jî xwe pê dinixumandin. Ji ber vê yekê li ser şoreş û înqilabê rola hîcabê girîng bû.
Piştî înqilabê, ji terefê hikumetê ji bo jinên Îranî qedeme bi qedeme hîcab hat mecbûrî kirin. 1979an de rêberê înqilabê Xumeynî di beyanatekî xwe de derbareyê nixumandina jin u xaniman de radigihîne ku divê ew li gor qaîdeyên qiyafetên İslamî xwe bipêçin. Berpirsîyarên hiqûmetê vê beyanatê ewil tenê wek pêşnîyarekî dinirxînin. Piştre rojname û wesaîtên din yên pêywendîya girseyî dibe war û wargeha nîqaşên li ser hicaba mecbûrî. Li ser vê meselê nêrîn u nêztedayînên gelek ciyawaz pêk tên. Demeke şûnda 1980an de li sazî û dezgehên hikûmet û qamûyê girêdana hîcabê bo jinan tê mecbûrî kirin. Ev kiryar qismek bertek jî bi xwe re diwelidîne û dem bi dem mijar vedigere pirsgirêkê. Ev prose û pêvajo piştî şoreşê li dijî înqilabê dibe sebeba minaqeşe û xwepêşandanên girseyî. Bidemane ev minaqaşe û pirs giran dibe û ji teref mixalîfên înqilabê dibe yek ji wan sembol û remza dijşoreşîyê. 1983an de bi qanûnekî gelemper li her derê kêşwer, hîcab tê mecbûrî kirin. Ev biryar pirsê bêtir kûr u giran dike.
Hikûmet heta niha li dij asêbûna jinên bêhîcab tedbir û bergirîyên xurt û şedîd daye ber xwe û bi darê zorê hewl daye ku pêşî li van îtîrazan bigre. Heta niha bigelemperî qismek biser jî ketiye. Lê tedbîrên bi vî şiklî her çiqas li ber îtîrazan muvaqqaten bikêr bê û mixatabê xwe ji doz û xwestina wî/ê heta demekî karibe vegerîne, lê jê re hertim ew risk di helwestêke bi vî şiklî de hewiyaye ku berteka heyî zêdetir bike û pirsê xurttir li hev bigerîne.
Salên borî de di navbeyna du alîyên siyasetê têkoşîneke berbiçav qewimî. Di hilbijartinên dawî de li ber reformîstan mihefezekar serdest bûn, ji ber vê li ser jinan tehde jî pê re zede bûn. Lê di her halî de nirx û normên civatê hinek jê guherîn. Ji ber vê jinên li dij hicaba mecbûrî li pey heqê xwe li ber tehdeyan hê bêtir digerin. Her çendîn rayedarên hikumetê tenzîmatên cil û bergê diparêzin jî li ser vê mesele zûdaveye ku di navbeyna alîyên mihefezeker û reformistan cudabûnî çê bûye. Her du alî di vê meselê de wekhev nafikirin u heman helwestê nişan nadin. Ji xwe hîcaba mecbûrî di navbeyna reformist û mihefezekaran de yek ji ciyawaz u ihtilafên mezin e. Hesen Ruhanî ku serokkomarê berê yê Îranê bû u nûnerê alîyê reformîstan bû, li ser vê meselê di 2018 de ji ofîsa xwe raporek da weşandin û gor vê raporê piranîya gelê Îranê li dij hicaba mecbûrî ne. Her çendîn reformîstan rasterast nedanîbin ziman lê eger dewreke din bibûna desthilatdar, xuya ye ku bo rakirin yahut sistkirina mecbûriyetê wê tenzîmatek çê bikirana.
Li hember hewildana jinên bêhîcab, asêbûna hikumetê normal e. Ji ber ku hîjab yek ji temînatên şorêşê tê hesibandin. Ew weke benda ewlehîyê ye. Ger rejim di vê meselê de gava xwe bi paş ve bavêje, wekî mewzîyeke xwe ya xurt ji dest bide. Ji ber wê rejim di vê meselê da ketûm e. Li hêla din kesên ku li dij hicaba mecbûrî qameta xwe dirêj dikin ew vê yekê li ber rejîmê wekî al û remzê digirin ji xwe re. Ev her du helwest jî ji bo pirsê rê li ber çareserîyê digre mixabin.
Her çendîn rejim, li ser hicaba mecbûrî helwesta xwe ya tûj bi qaîde û şerîeta Îslamê meşru nişan dide jî bi zelalî xuya ye ku ev mazeret ne di cih de ye. Hem di navbeyna nêrîn û mezhebên Îslamê de li ser hicaba mecbûrî ixtilaf heye û gor hinek aliman bicihkirina nixumandinê ya bi darê zorê ne di cîh de ye, meqbûl jî nîne. Ew vê nêrîna xwe ji Kitêba Pîroz der tînin u îşaretê Sureya Beqerê, ayeta 256an dikin. Di gel vê helwesta Resûlê Ekrem ya li ber Sareya sitranbêj a meşhûrê jî lê zêde dikin. Sareya ku piştî herba Bedrê tê ba Resûlê Xwedê û jê alîkarîya rojane dixwaze. Cenabê Pêxember (sa) jê dipirse ew misilman bûye yan na? Sare dibêje “na, ez misilman ne bûme.” Piştî çend dîyalogên din Pêxember, bo alikarîya wê fermanê hevalên xwe dike. Di vê hikayetê de helbet pir îbret û hîsse henin.
Peyamên ku li rih xwe napêçin; tenê bi qanûnê, bi darê zorê têne tehkîm kirin teqez felaket u hezîmetan netîce didin. Ji wan yek jî vê dema dawî li serê Mahsa Emînî qewimî. Gula Seqîz a Kurdistana Rojhilatê ji ber tehdayî û muameleya xirab ya polîsên exlaqê yên Îranê canê xwe ji dest da. Li gor agahîyên ku gihaştin ber destê me Mahsa Xanim a hê 22 salî, ji ber ku hinek ji porê wê xuya dike, ji teref memûran tê îkazkirin, piştre jî wê binçav dikin. Piştî binçavkirinê muhletek derbas dibe Mahsayê radikin nexweşxanê. Li nexweşxanê jî ew canê xwe yê nazik ji dest dide. Ev bûyer bo pirsa 40 salan bû xala werçerxê, pirs êdî gihaşt merhaleyeke din. Ev du roj in ku li Îranê protesto û xwepêşandanên girseyî diqewimin. Îran seranser li ser vê bûyerê mijul e û bibertekeka xurt e. Bertekên curbicur ji hemî aliyan bilind dibin û dimeşin. Xwedî her wijdan berteka xwe bi zelalî nişan dide. Çi rayedar û çi hemwelatîyên ji rêzê yasa Mahsaye girê didin. Serokkomarê Îranê jî şîna xwe bi raya telefonê pêşkeşî malbata Mehsayê kir û soz da ku ewê li ser vê mesele hûr bibe. Serokkomarê Îranê yê berê Mihemmed Xatemî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û got; kirinên ku li dij Huquq, mantiq u şerîatê nin divê bêne sekinandin. Parlementerê Eyaleta Farsê Celal Reşîdî Kuçî jî di beyanata xwe ya derbarê mijarê de got; di huquqê wan de ji ber îkaza hîcabê îcazet nehate dayin ku ew kes were derbkirin. Ji aliye din reformîstên Iranê helwest û nêrîna xwe ya li ser hicaba mecbûrî bi awayeki vekirî vegotin. Yek ji wan wezîra dema hikumeta Ruhanî, Mesume Îbtîkarê daxuyanîyeke da ku ew mixalifê hîcaba îcbarî ye. Bawerim îtîraz û daxuyanîyên bi vî rengî di rojên pêşîya me da wê zêde bibin.
Bi qetla Mahsayê merhaleyeke din li pêşiya Îranê û jin u xanimên Îranî vebû. Lazim e pir tişt li ser vê mijarê bên gotin. Lê mirov bi xwe nikare ku vê nepirse: Gelo ji bo gihiştina mafekî mirovî, mafekî Xwedayî hewce çi ji bedeleka bi vî şiklî giran u xedar? Ji bo gotina dawîn: “Dema ji keça ku bisaxî hatiye binaxkirin bê pirsin ku ka ew bi sûcî hatiye kuştin?” (Tekwîr:8,9)
Xwedê wê bi rejma xwe şad bike, bila heqê wê li ser kesên ku lê bûne sebeb re nehile!
[1]