Rojekê ji rojan li gundekî paşeyek û bilbilek hebûn. Paşe pir ji bilbilê xwe hez dikir û bilbil pir li ber dilê wî giran bû. Bilbilê xweşik û rengsorikî her sibehê zû ji paşayê qedirbilind re awazên xweş jê re distirandin. Rojekê paşe û bilbil ji xwe re daketin sûkê û di nava sûka bajêr de digeriyan. Di wê qerebalalixa milet de çavên paşe li keçeke çeleng û xweşik ket ku vê re dilê paşe bi xweşikiya wê keçikê re lerizî. Ji wê rojê û şûn ve hestên paşe germ dibû, bi şev ranedize, her şev ew keçik dihate xewna wî, êdî ji xaniyê xwe dernedikete derve, miletên gund her behsa paşa dikirin û digotin'' Ev paşayê me bi eşqê ketiye û ji hundir dernakeve, em ditirsin ku rojekê tiştekî bi xwe bike. Roj bi roj hezkirina paşe ji keçikê re pirtir dibû.
Paşe ji bilbilê xwe yê rengsorikî pirs kir:
-Ka ez ê di derbarê vê hezkirina xwe çi bikim?!..
Bilbil ji paşe re got:
-paşayê min ka biçe ji keçikê re hezkirina xwe eşkere bike.
Wê rojê paşe berê xwe da bajêr, çavên xwe li nava qerbalaixa sûkê gerand, dîsa çavê wî li keçiê ket û hezkirina xwe jê re eşkere kir. Lê piştî bîstekê keçikê ji paşe re got:
-Ez hezkirina te wisa qebûl nakim, lê ez dixwazim tu guleke sor diyarî min bikî.
Wê rojê ber êvarê paşe vegeriya gund û ji bilbilê xwe re got:
-Keç dixwaze ku ez guleke sor diyarî wê bikim.
Bilbil bi ser xwe de hizirî û firiya.. firiya û çû bajar bi bajar, gund bi gund û hemû gulistanên vê welatî geriya û negeriya, lê mixabin tu gule sor nedît.
Bilbil rengsorikî westiyayî û dest vala vegeriya gund paşe dît ku bilbil destvala vegeriyaye, paşe dengê xwe nekir. Roj bi roj li pey hev dibûn wekî xelekên zîncîrekê û zîncir dirêj dibû û paşe ji hal ketî di nava rewşa xerab û lihêfa xwe de êdî hindik mabû ku bêhna wê ji ber derdê eşqê were cîranan. Di sibeheke zû de bilbil bi firê ket û çû dîsa li gulistanê vê welatî li gula sor digeriya, lê mixabin dîsa nedît. Carekê çavên wî bi guleke spî ketû ji gulê re got:
-Ey gula bi nav û deng!. Ka ez ê guleke sor li ku derê peyda bikim?
Gulê ji Bilbil re got:
-Mixabin ez nizanim warê gula sor li ku derê ye, lê ez dikarim bibim guleke sor.
Çavên bilbil di serê wê de sekinî û jê re got:
-Çawa?!..
Gulê got:
Divê tu di berbanga sibehekê de werî û dilê xwe di nav istiriyên min de çik bikî û ez jîhêdî hêdî jê vexwim da ku bibim guleke sor.
Sibe hat û kêfa bilbil gelekî xweş bû ji peydakirina gula sor, lê wê demê çavên tijî rondik bibûn û dilê wî tijî xem, keser û hesret bû ku nikare careke din awazên xweş ji paşe re bistirîne.
Berî sibeh bibe bilbil bi kêfxweşî, rû bi ken û azawarên xatirxwestinê çû gel paşe û jê re cihê gula sor da nîşan dan û dîsa azawên xemgînî yê dawiyê li dora paşe strand û vegeriya gel gula spî dil xwe di nav istiryiên wê de çik kir û gulê xwîna wê hêdî hêdî mişt û bû guleke sor. Piştre paşe çû gul jêkir, lê dema ku çavên wî li laşê bilbil ket çavê wî vê re tijî rondik bûn û bi ser de giriya.. di wê demê de zanibû ku bilbil canê xwe gorî wî kir da ku ew jiyaneke xweşî, tijî evîn û hezkirinê peyda bike.
Paşe bi ser de giriya û got:
-Mirov nikare du tiştan bi hev re bixwaze û rojek were dema ku mirov tiştekî jiyanê bixwaze divê ku berdêla wê bide.
Amadekirin: Aras Hiso
[1]