Helbestvan û çîroknivîs Resendar Misûr
Navê wî yê wêjeyî Resendar Misûr re. Di sala 1965an de, li gundê Hofa ya girêdayî bi bajarê #Qamişlo# ve ji dayik bûye. Ew jî wek hemû zarokên gundan jiyana xwe yî zaroktî li gund borandiye. Xwendina wî ya seretayî li wî gundî û ya navendî û lîse li bajarê Qamişlo bû. Bawernameya Zanîngehê ya Perwerda Nûjen wergirtiye.
Di sala 1981ê de, xwe fêrî Zimanê Kurdî bi şêweyekî xweberî kiriye û ta îroroj hîn şerît li ser çirkê ye. Li gundewar û bajarê Qamişlo mamostetiya fermî kiriye ta rûniştina ji kar.
* Çalakiyên wî:
1- Hinek keç û xort li ser destên wî fêrî zimanî Kurdî bûne. Ew damezinerê Navenda Romaf a Çanda Kurdî bû. Şevbuhêrkên helbestane li hin bajar û bajarokên Rojava de, lidar xistine.
2- Hin berhemên wî di weşanên xwecihî û herêmî de hatine belav kirin.
* Berhemên wî ev in:
1- Şikefta bê stêr ( Helbest)e.
2- Kelê Buharê ( Hayku)ye.
3- Dîwarê Şevê ( kurteçîrok)e. Destnivîs.[1]