$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Celal Mêrdîn
Nav paşnav: Abdulcelîl Alpaydin
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ayfer-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: Derya Reş 30-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Celal li navçeya welatparêz Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Hevrêyê me Celal ku li nava malbateke welatparêz mezin bû, piştre neçar ma ku tevî malbata xwe koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Tevî ku li Tirkiyeyê mezin bû ti carî dest ji çanda Kurd, dilsoziya bi nirxên civakî û welatparêziyê berneda. Li dibistanên dewleta Tirk bi serketî xwend, bilind jî bû lê belê her ku ji aliyê hişmendî ve têgihişt, fêhm kir ku ev dibistan navendeke asîmîlasyonê ye û terikand. Ji bo bersivê bide dijminê qirker, ji bo karibe di têkoşîna azadiyê ya gel de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne kete nava lêgerînê. Hevrêyê me Celal weke ciwanekî Kurd ê bêteredût, bêtirs û fedakar, destpêkê weke milîsekî kar kir. Lê belê piştî demekê ev asta xwe ya tevlîbûnê têrker nedît û di sala 2012'an de ku asteke girîng a Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bû, li herêma Dersimê tevlî nava refên gerîla bû. Li nava şert û mercên herî giran ên gerîlatiya bakur dest bi pratîkê kir, ti zor û zehmetî nas nekir û bi îradeya milîtaniya Apoyî astengî ji holê rakir. Di nava mercên pratîkê û şerê giran de xwe xurt kir. Li herêma Dersimê gelek wezîfeyên cuda kir û hemû jî bi rengekî serketî bi cih anî. Bi taybetmendiya xwe ya ciwan û dînamîk, li her qadê çalak bû, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya kelecan, coş û moralê. Bi yek ji fermandarên efsanewî yê Dersimê hevrêyê me Atakan Mahîr re têkoşiya û gelek tişt jê hîn bû. 24'ê Tîrmeha 201'an dema ku dewleta Tirk a qirker jinûve li dijî gel û tevgera me dest bi êrişa topyekûn kir, hevrêyê me Celal jî got 'Dem dema pêngavên şoreşgerî ye' û derbasî herêma Derya Reş bû. Her tim dixwest li herêma Derya Reş gerîlatiyê bike û ti carî dest ji vê armanca xwe berneda. Ji xwe hevrêyê me Celal dema nû tevlî bû navê hevrêyê me Celal Başkale li xwe kir, ku yek ji fermandarên nemir ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû ku li Derya Reş destan afirand û li ser şopa wî meşiya. Hevrêyê me Celal derbasî herêma Derya Reş bû û li wê derê pratîkeke serketî meşand. Hevrêyê me Celal bi sekna xwe, bi şêweyê tevlîbûnê û îradeya xwe ya xurt hêzeke mezin da. 30'ê Îlona 2016'an li Ordûyê di şerê dijî hêzên dewleta Tirk a mêtinger de bi lehengî şer kir û tevlî nava artêşa şehîdan ên nemir bû. Ew jî mîna hevrêyê me Celal Başkale li Derya Reş gerîlatî kir û bi vê serbilindiya mafdar weke lehengekî destanî cihê xwe di nava dîroka têkoşîna me de girt.[1]