$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Canfeda Rojhat
Nav paşnav: Îbrahîm Başboga
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Guzel-Hîkmet
Dem û cihê şehadetê: Serhed 11-05-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Canfeda li Agiriyê ku xwedî kevneşopiyeke xurt a berxwedanê ye, ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a kedkar mezin bû. Hevrêyê me, têkoşîna azadiyê ji malbat û derdora xwe ya welatparêz nas kir, li hemberî êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê me, biryar da ku bi rengekî çalak têbikoşe û tevlî nava karên ciwanan bû. Piştî ku demekê karên gel meşand, hevrêyê me Canfeda gihîşt wê baweriyê ku sîstema faşîst tenê bi têkoşîna gerîla ya bi biryar dikare bê têkbirin û berê xwe da çiyayên qedîm, tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku perwerdeya şervanên nû qedand, derbasî Zagrosan bû û li vê derê pratîkeke serketî meşand. Piştre jî derbasî qada Serhedê bû cihê lê ji dayik bû û mezin bû têkoşîna li xwe li vir dewam kir. Bi şarezabûna xwe ya li qada leşkerî û enerjiya xwe ya xurt tevlî kar bû û di demeke kurt de bû pêşengek. Dİ nava jiyanê û şer de wezîfeyên xwe bi serketineke mezin bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya xwîngerm û kedkar li nava hevrêyên xwe hate hezkirin û hurmet jê re hate nîşandan. Hevrêyê me Canfeda pîvanên milîtaniya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir. Tevlî gelek çalakiyan bû û derbên xurt li dagirkeran xist. Her timî hewl dida hîn bibe û tiştên hîn dibû jî bi hevrêyên xwe re parve dikir. Felsefeya Rêber Apo û xeta jiyanê ya şehîdên me yên nemir hewl da ku hîn bibe û li her qada jiyanê serwer bike. Em ê di nava têkoşîna xwe de her tim xwedî li hevrêyê xwe Canfeda derkevin.[1]