$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çekdar Roboskî
Nav paşnav: Firat Bûlût
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Bahar-Kînyas
Dem û cihê şehadetê: Zap 06-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Çekdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye, li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Înkara li ser ziman, çand û hebûna Kurdan bû sedem ku nakokî bi hevrêyê me Çekdar re çêbibe. Hevrêyê me Çekdar pê hesiya ku hebûna gelê me tenê bi şerekî bêeman dikare bê parastin û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe, sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bû xwedî sekneke hevgirtî û bi wate û ev biryardariya xwe piştre jî dewam kir. Di demên destpêkê yên tevlîbûnê de hevrêyê me Çekdar kete bin bandora yekbûna gerîla ya bi xwezayê re û zû hînî gerîla û xwezayê bû, bi xwezaya Kurdistanê re bû yek. Her ku îrade û ruhê li berxwedana zindanan hîn bû, hewl da ku li gorî vê berxwedanê tevlî bibe. Hevrêyê me Çekdar bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bi kesayetiya xwe hesiya û heta kêliya ku şehîd bikeve hewl da bi perwerdeyan bi hêza xwe bihese. Bi sekn û fedakariya xwe ya li nava jiyanê hevrêyê me Çekdar bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. Wê her tim ji hevrêyên xwe re bibe çavkaniya sûdwergirtinê.[1]