Hemesalih Sûzenî; li sala 1960ê li bajarê Seqiz a rojhilatê kurdiatanê jidayikbûye. xwendina xwe ya seretayî û navendî li bajarê seqizê û dirêjeya xwandina xwe li daniş-seraya sinê temam kiriye. Sûzenî ji bo 8salan mamosteyê xwandingehê bûye li bajar û gundên kurdistanê. Piştî şoreşa gelên îranê li sala 1979an zîndana dewleta îrane jî ezmûn kiriye, û her ji ber wan astengên siyasî li karê xwe yê dewletî tê derxistin. Li sala 1983an pêve dest daye pênûsê û bi zimanê neteweya xwe di wan biwar û çarçoveyanda nivîsandiye:
$Helbest:$ xwedîyê 8 dîwanên şi'rî ye (Berhevoka helbestê) bi navên;
1. Be jimarey telefonekanî alem
2. dirokanî muqeddes
3. Diyarî
4. Semfoniya
5. Şi'resat
6. Hebêkî hengwênî daenêy metirse
7. Wehmekanî eşq û tabokanî demamik
8. Hezar dîwanî kelleget le pirseda
ku mixabin heta niha yek ji wan jî bi awayek fermî nehatine weşandin û Beşek zêde ji wan helbestan li kovar û heftenameyan da bi awayek ne fermî hatine parvekirin.
$Çîrok:$ ‘’pişt tirîboneke kesî lê nebû’’ û ‘’win bûn’’, ku ji bilî çend çîrok ji wan dû berhevokan, hêj nehatine weşandin.
$Rexneya edebî û gotar:$ ji dû pirtûkan pêk tê; pirtûka yekê berhema ‘’Le jêr tîşkî rexneda’’ye ku bergê wê yê yekê li sala 2006ê li bajarê silêmanîyê, li çapxaneya henar hatiye weşandin. Û bergê wê yê dûyê li sala 2014ê ji layê yeketiya nivîskaran hatiye weşandin. Herwesa berhema ‘’nalî û xwêndineweyekî serdemî’’ li sala 2006ê ji layê sentera rewşenbîriya êl begê caf hatiye çapkirin.
$şano:$ Kaye û dewran dewran.
$Riçe:$ Vekirina tewereyek nû ji bo nûxwaz û avangardan li kovara sirwe da, bi nave ‘’Riçe’’. Ev pirtûkên ku heya niha li biwarê helbesta avangard da hatine parvekirin ji beşa yekê ya diîwana ‘’sertan lê eşêwê ezanim û şeş ji komele helbestên wî bi navên Be jimarey telefonekanî alem , Şi'resat, Wehmekanî eşq û tabokanî demamik, Hebêkî hengwênî daenêy metirse, dirokanî muqeddes, be ‘înce û fîncewe çi şarî ji xwe digre. Ev dîwane li ser erkê helbestvan Qubad celîzade li bajarê silêmaniyê (weşana pîremêrd) hatiye weşandin. [1]