Navê pirtûkê: Jı bo zarokan dı fêrkırına kurdî de rola mamıkan
Navê nivîskar: Kenan SUBAŞI
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Mardîn Artukluyê
Sala çapê: 2014
Di vê tezê de rola mamikan a di fêrkirina ziman a ji bo zarokan de hatiye vekolîn û nêzîkî 2500 mamikên kurdî ji aliyê naverokê ve hatine senifandin. Mebest ji vê ew e ku dewlemendiya mamikên kurdî ji aliyê ziman ve bê zanîn û ji bo zarokan di fêrkirina ziman de awayên bikaranîna wan bên tespîtkirin. Li gor vê mebestê analîza ziman a mamikan hatiye kirin û li gor mamikên kurdî di fêrkariyê de kîjan rêbazên pedagojîk guncav bin, hatine danîn û ev rêbaz li ser mamikan hatine tetbîqkirin.
Tez ji destpêk, sê beş û encamê pêk tê. Di destpêkê de armanc û çarçoveya tezê tê ravekirin û her wiha rêbaza ku hatiye şopandin tê vegotin û çavkaniyên ku hatine bikaranîn jî tên nasandin.
Di beşa yekem de derbarê zarok, ziman, fêrkarî û mamikan de agahiyên teorîk hatine dayîn û geşedana ziman a zarokan bi awayekî berfireh tê vegotin. Fêrkarî û rêbazên fêrkariyê yên ji bo ziman di çarçoveya mamikên kurdî de tên ravekirin û li gor her rêbazê ji mamikên kurdî mînak tên dayîn. Her wiha pênase û binyada mamikan û têkiliya wê ya bi ziman û zarokan re jî di vê beşê de cih digirin.
Di beşa duyem de mamikên kurdî ji aliyê naverokê ve hatine senifandin. Di vê senifandinê de mamikên kurdî bi 19 sernav û 16 binsernavan ve bi giştî di bin 35 sernavan de hatine senifandin. Di bin her sernavê de mamikên ku hatine senifandin bi kurtî dê çi zanyariyan bide zarokan û ji hêla ziman ve dê çi li wan zê de bike, hatiye ravekirin. Rêbaza çavkaniyên ku di vê beşê de hatine bikaranîn jî bi kurtî hatine ravekirin.
Di beşa sêyem de mamikên ku hatine senifandin ji aliyê taybetmendiyên ziman ve hatine analîzkirin. Di vê analîzê de mamikên kurdî ji aliyê şiyana xwe ya bêje û têgehan, taybetmendiyên zimanê devkî û ji aliyê rêziman û hêmayên sereke ve yên ku di zimanê rojane de tên bikaranîn, hatine veçirîn. Her wiha di encama lêgerîneke elektronîk de piştî ku hemû mamikên kurdî di ber çavan re hatin derbaskirin, sê tabloyên li ser bikaranîna navên rengan, bikaranîna lêkeran û bikaranîna hêmayên di şayesadina heyînan de hatin amadekirin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=471773&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Jı bo zarokan dı fêrkırına kurdî de rola mamıkan=KTML_Link_External_End=