Navê pirtûkê: MEMOZÎNA XANÎ
Navê nivîskar: #Celadet Alî Bedirxan#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbal
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2016
#Ehmedê Xanî# herwekî bi xwe gotiye, Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsinin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengê miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin.
Herekol Azîzan, Hawar, Hejmar: 33, 1 Çiriya Pêşîn 1941
Di vê xebatê de me Mem û Zîna Hawarê û helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî de anîn ba hev.[1]