Nav: Mehmûd
Nasnav: şêx mehmûdê hefîd
Navê babê wî: şêx se’îd
Sala jidayikbûnê: 1881
Roja mirinê: #09-10-1956#
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Cihê mirinê: Bexda
$Jiyanname$
Şêx mehmûd şêx se’îd şêx mihemmed (jid 1881 – m. 9ê çiriya pêşîn 1956) şoreşger û siyasetmedarekî kurd ê Başûrê Kurdistanê bû, rêberê gelek ji şoreşên kurdî bû li dijî hêzên brîtanî li Başûrê kurdistanê. Şêx mehmûd yek ji şêxên rêbaza qadirî û yek ji malbata berzincî bû, li bajarê silêmanî yê. Li beşek herî zêde ji raperîn û şoreşên kurdistanê bi navê paşayê kurdistanê dihat naskirin.
Li 1ê kanûna duyem a sala 1918ê li bajarê silêmanîyê li civînek li gel Arnold Wilson ku komîserekê leşkerî yê Birîtanî bû, serkirdeyên Hoz û eşîrê kurdan daxwazî ji Hêzên birîtanî kirin li damezrandina kurdistanek serbixwe û yekgirtî de hevkarê wan bin. li navbera salên 1919ê û 1922ê şêx mehmûdê hefîd ku lîderek bi bandor bû li bajarê silêmanîyê, Dewleta kurdî pêkîna û dû şoreş li dijî dewleta birîtanî encam dan. lê mixabin tenê piştî 2 salan desthilata birîtanyayê karî raperîn û hikûmeta şêx mehmûd bêdeng û tepeser bike. yekem şoreşa şêx mehmûdê hefîd li dijî dagîrkariya birîtanî, li sala 1919ê bû ku têde hemû karmendên birîtanî ku li bajarê silêmanî yê akincî bûn, hatin girtin û her zû şoreş li bajarên din wek musil û hewlêrê berbilav bû. deshilata birîtanî ji bo tepeser kirina wê şoreşê, destkir bi topbaran kirin û bombebranên esmanî û bejayî û bikar înana kazên kîmyawî. Piştî serkutkirina şoreşê, şêx mehmûd bo welatê hindistanê hate dûrxistin. li huzeyrana 1920ê 62 kes ji serkirdeyên hoz û eşîrên kurd daxwaza kurdistanek serbixwe kirin, lê hêzên birîtanî ev daxwazî redkirin. bi wê hecetê ku hukmê kurdan di navçeyêda dibe egerê hindê ku erebên herdê bajarên bexda û besrayê jî dawaya serbixwyî yê biken. Li sala 1922ê hêzên birîtanî şêx mehmûd vegerandine ser deshilatê, ku kurdan li dijî tirkan yekrêz biket, jiberkû di wî serdemê da hêzên tirk dawaya wergirtina bajarê musil û kerkûkê dikirin.
=KTML_Photo_Begin=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2008/237/0013.JPG=KTML_Photo_Alt=شێخ مەحمودی حەفید=KTML_Style=width:30%;height:20%;float:right;=KTML_Photo_Target_Link=https://www.kurdipedia.org/files/relatedfiles/2008/237/0013.JPG=KTML_Photo_End=
Şêx mehmûd serbixweyia kurdistanê ragihand û xwe jî wek melîkê kurdistanê da nasand. Raperînên şêx mehmûdê hefîd berdwam bûn heya li sala 1930ê, lê dîsa bi hêrşên hêzên birîtanî hate serkut kirin. Şêx Mehmûd di 9ê çiriya pêşîn a 1956ê de li nexweşxaneya Heyderiye ya Bexdayê çû ber dilovaniya Xwedê. [1]