$Kurdên Xuresanê$
Kurdên Xuresanê hejmara wan dighêje bi qasî du milyonan zêdetir. Kurdan ji zêdetirî çarsed salî ve ye li ser axa Xuresanê niştwcih bûne. Hozên kurdan di sala 1596'an de ji herêma Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê koçî wê devera Xuresanê bûne. Ev koçberî bi destê sefewiyan hatiye kirin ku wan kurdistan bi dijminên xwe osmaniyan re di şerê Çaldêranê ya 1514'an de kirin du parçe. Ev şer di navbera wan de rû da bi mebesta ku dest deynin ser kurdistanê.
Şerê Çaldêranê di sala 1514'an de di navbera sefewî û osmaniyan de bi dawî hat û encam jî wiha bû:
Sefewiyan dest danîn ser Rojhilatê Kurdistanê û gelek herêm û bajarên kurdan girtin nava xwe mîna Sine (Sindic), Ormiye, Mihabad (Sawic Bilaq), Kirmanşan (Kirmanşah), Îlam, Hemedan, Xiram Abad, Şehrekurd, Yasûc û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê.
Her wiha Osmaniyan jî li Rojavayê Kurdistanê, gelek bajarên kurdan girtin nava xwe yên mîna #Amed# (Diyarbekir), Farqîn, Nisêbîn, #Mardîn#, #Colemêrg# (Hekarî), Botan (Cizîrê), Bidlîs, Sêrt, Melazgirt, Dêrsim, Hewlêr, Amêdî, Îmadiyê, Kerkûk, Rewandoz, Waşokanî (Serêkaniyê), Kirkemîş (Cereblus), Efrîn û gekek bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê.
Kurdên Xuresanê hîna jî zimanê kurdî diparêzin û bi zaravayê kurmancî diaxivin û gelê kurd bêhtir bi vê zaravayê diaxivin û her wiha çand û kenveşpopiyên kevnar ên kurdî diparêzin.
Ji bajarên girîng ên kurdên Xuresanê ev in: BUJNÛRD, QOÇAN, ŞÊRWAN, ÇINARAN, FARÛC û gekek bajarên din ên kurdên Xuresanê.
Her wiha hêjayî gotinê ye ku reqs û sema û cil û bergên kurdên Xuresanê dişibe ya gelên Qafqasiya.
Mêrên kurdên Xuresanê bi cil û bergên sor têne nasîn. Her wiha kurdên Xuresanê di dema govendê de mîna kurdên Loristanê bi destên hev nagirin, berûvajî wê jî ev taybetmendî li hemû kurdên din ên kurdistanê heye.[1]
Aras Hiso
Çavkanî: Kurdîpêdiya - wergera ji erebî