$Agahiyên şehîd:$
Nasnav. Xeyrî Serhed
Nav paşnav: Hayrî Gezer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Antîka-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: Xakurkê 28-08-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Xeyrî li bajarê berxwedêr ê Kurdistanê li navçeya Bêgirê sala 1993'an li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe ji zarokatiyê ve Rêber Apo û PKK nas kir û her tim bala wî kişand. Zexta dijmin a li ser gelê Kurd qebûl nekir û jê bawer kir ku berxwedan tenê bi têkoşîna li nava refên PKK'ê dikare encamê bigire û tevlî nava refên gerîla bû, bû milîtanê xeta Rêbertî. Bi bandora heybeta çiyayên Kurdistanê, hevrêtiya li nava jiyana gerîla û azadiya jinê, bi perwerdeya li nava jiyana partiyê û pratîka xwe, hevrêyê me bû milîtanekî xwedî tecrûbe. Hezkirina xwe ya ji bo gel û welatê xwe, bi sekna xwe ya li nava jiyanê nîşan da. Hevrêyê me ku kesayetiyekî fedayî bi xwe re ava kir, 28'ê Tebaxa 2016'an li Xakurkê di çalakiyê de birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin bi rengekî fedayî bombe bi xwe ve teqand û şehîd bû.[1]