Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,862
Wêne
  123,953
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,746
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şeyhmus OZZENGIN
Şeyhmus OZZENGIN
Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!
Şeyhmus OZZENGIN

Tifaqa bi serkêşîya Rûsîya, di navbera Îran, Tirkîyê û Sûrîyê de, li ser bingeha dijminatîya kurdan hatîye avakirin. Ji ber ku pirsa Kurd û Kurdistanê van hersê dewletên dagirkar eleqeder dike, sîyaseta wan a hevpar jî li ser vê bingehê dimeşe.
Tirkîyê, di dan û stendin û hevdîtinên bi Rûsîya re vê kartê ji bona başkirina têkilîyê Tirkîyê û Sûrîyeyê jî dixe dewrê. Zorîyê dide Rûsîya û di guhê Pûtîn de dibêje; „ji dêlva ev herêm di destê kurdan de bimîne, rê bide ez radestî Esad bikim, ku navbera me jî berbi başîyê de here!“
Yânî Tirkîyê, bi destê Rûsan li ser kurdan şideta xwe zêde dike, ku Kurd bi carekê de xwe bavêjin hinbêza Rejîmê. Ev jî daxwaza tirkîyê ye û Rûsîya ji serî de erênîyê dide vê projê.
Efrîn, yek ji gavên vî pîlanî bû ku Rûsya, di rojekê de herêma Efrîn terk kir, saha hawayî ji balafirên tirkan re vekir û rê da ku Tirkîyê van deveran bombe bike û dagirbike. Hêzên rejîma Sûrîyê jî anî li ser xetekê ji İdlib, Minbiç, El Rıfat, Helebê û heta Kobanê bicîh kir. Di van deveran de, hêzên HSD/YPG û rejîma Sûrîyê anî cem hev û wek Qamîşlo û Hesekê bingehek kontrola Rejîmê ava kir û pîlanên entegrekirina hêzên kurdan bi hêzên rejîma Sîrîyê re destpê kir.
Bêdengîya Emerîka a li henber gef û kirinên Tirkîyê li ser xaka kurdan jî, di navbera Rûsîya û Emerîka de lihevhatinek cîhtengkirin û sînokirina kurdan bi xwe ye. Her çiqa Emerîka li henber dagirkarîya Tirkîyeyê, zimanekî dîplomatîk bi kar tîne û bi sebeba DAÎŞ li henber dagirkarîya Tirkîyê derdikeve jî, di eslê xwe de Emerîka naxwaze bi Tirkîyê re rû bi rû bibe. Ji ber ku di parastina statûkoya herêmê de Emerîka tirkîyê, hîn wek hevalbend û aktorekî herêmê dibîne û wê jî hîmaye dike.
Pîlana ku li Efrînê, bi lihevhatina Rûsîya, Tirkîyê, Îran û Sûrîyê li ser kurdan û xaka kurdan bicîh bû, niha dixwazin li Hesekê û Qamîşlo jî bicîh bikin.
Lê wexta ku em li sîyaseta rêveberên kurdan yên ser sahê dinêrin, em dibînin ku di bin ruhekî taşeronî de ne. Ketine bin derûnîyek xerab û kerta wan ya herî mezin, dîyar dikin ku; „Tirkîyê operasyonek reşayî destpê bike, emê jî herin cem rejîmê û hêzên xwe û rejîmê bikin yek.“(!) Lê hizir nakin ku di virde ev daxwaz jî daxwaza tirkan, Ereban û farisa bi xwe ye. Tirkîyê bi şîveyek eşkere, li seranserê herêma başûrê Rojhilatê Kurdistanê dixwaze pêşî li kurdan bigire û rê veke ku hêzên rejîmê werin, li van deveran bicîh bibe. Hin Rûsîya, hin Îran û hin jî rejîm bi erênî vê projê destek dikin. Entegrekirina hêzên çekdar yên kurdan, bi hêzên rejîmê re jî kareke ku dikeve ser milê Rûsîya û PKK! Kurd jî bi vê sîyaseta xwe a taşeronî, „ku zorî li me were, emê têkevin nav hêzên rejîmê“, xerakirina mala Kurdan dipejirînin.
Rûsîya, Îranê, Tirkîyê û Sûrîyê, li ser kurdan pîlanên ku bi hev re dimeşînin, li ser daxwaza pêşîlêgirtina kurdan dîzaîn dibe. Kurd jî her ji mafên xwe, ji xwestinên xwe tawîza didin û bipaşde vedikişin, cîh li wan teng dibe û tenê çareya xwe di „radestbûna hêzên rejîmê“ de vê, wek çareyekê qebûl dikin.
Emerîka jî di vir de ji kurdan nepiştrast e û qenaeta Emerîka ewe ku bi piştgirîya kurdan demek dirêj wê nikaribe li ser xaka Sûrîyê bimîne! Ji ber wê jî ji tirkîyê re dengê xwe nake. Ev bêdengî jî di eslê xwe de tifaqa navbera Rûsîya û Emerîka a li ser rejîmê derdixe giftûgoyê.
Tirkîye, bi zimanekî zelal ji Emerîka re dibêje; „Divê hêzên PKK ji Menbiç, El Rifat û Kobanê derkevinvin. Hêzên Rejîmê li van deveran bicîh bibin. Eger ev daxwaza me neyê qebûlkirin, emê operasyona bejayî destpê bikin û emê vê projê bicîh bikin!“ Li henber van xwestienên Tirkîyê Emerîka çi kir? Ji kurdan xwest ku ji herêmê nêzî sînor dûr bikevin û li van herêman piranî hêzên ereban yên bi ser HSDê ve bicîh bikin. Ev jî bicîh kirina daxwaza tirkîyê bi xwe ye.
Ev pîlan li hesabê Rûsîya jî tê: Hedefa vî pîlanî li ser bingeha „zeîfkirina kurdan û bi hêzkirina hêzên rejîmê“ têt meşandin. PYD/YPG, HSD û PKK jî bi şîweyek germ li vî pîlanî dinêrin. Pîlan ji wan re wek pîlanê Rûsîya û Sûrîyê xuya dike. Lê di eslê xwe de hedefa vî pîlanî „ji nûve entegrekirina kurdan bi rejîma Sûrîyê re“ ye û ew jî di nav vî pîlanî de xuya dikin. Serokê HSD Mazlûm Ebdî, dema ku dibêje; „ji me re ti problem tineye ku em bibin beşek ji artêşa Sûrîyê“, qezda wî eve.
Heger Tirkîyê di proja xwe de biserbikeve, gava duyem jî normalkirina têkilîyên Sûrîyê û Tirkîyê destpê dike. Yanî rê ji van têkilîyên wan re vedibe. Heta niha ew têkilîyên ku ne fermî dimeşîyan, wê têkeve astek fermî. Ev jî, bidawîanîna çîroka „Şoreşa Rojava“ bi xwe ye.
Gelo sîyasetmedarên Kurdan, vê rastî çiqa dibînin û çawa şîrove dikin?
Ji hesab û pîlanên ser başûrê Rojavayê Kurdistanê, ji taşeronîya tevgera Kurd a ku li ser vî beşê Kurdistanê desthilatdare, çika hayedar in? [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,450 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 16-09-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 08-03-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-03-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-03-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,450 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.15 KB 08-03-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!