$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Xeyrî Azadî
Nav û paşnav: Azîz Erkiliç
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Gulbahar-Abdulhadî
Dîrok û cihê şehadetê: Wan 06-01-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Xeyrî li Bedlîsê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û li gorî çand û zimanê Kurdî mezin bûye. Ji ber zextên ku dijmin di sala 1990’an de li Kurdistanê kiriye, malbata hevalê me Xeyrî neçar maye koçî metrepolên Tirk bike. Lê li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin hevalê me Xeyrî dev ji nirxên Kurdbûnê bernedaye û aliyekî wî her dem li Kurdistanê bûye. Li metrepolên Tirk wî bêtir rastiya dijmin fêm kiriye û li ser esasê ku li dijî dijmin li ber xwe bide, di sala 2004’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Hevrê Xeyrî bi taybetiya xwe ya kedkar û mutewazî derdiket pêş û bala hemû hevalên xwe kişandiye. Heval Xeyrî feraser û bîra wî ya rêxistinê gelekî kûr e, li ku derê xebatek hebû ew bi hesteke mezin a cîddîyet û berpirsyariyê tevgeriyaye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye û heta ku derbasî qada Botane bûye, di nav xebatên cihê û stratejîk de cih girtiye û di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe her dem xurt kiriye. Ji bo pêkanîna azadiya partiya me û gelê me, li ser esasê Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî di sala 2009’an de derbasî qada Botanê bûye, bi ked, biryardarî û fedakariyeke mezin rola xwe ya pêşengtiyê pêk aniye. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de bi tarzekî fedaî tevlî berxwedanê bûye û di gelek qadan de ji bo serweriya dijmin were şikandin, têkoşiyaye. Heval Xeyrî piştî têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 21 salan bi qezayekê şehîd bû, ev rewş ji bo me û gelê me rewşeke dijwar e. Em careke din îfade dikin ku di şexsê heval Xeyrî de em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.[1]