$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Eşref Wan
Nav û paşnav: Servet Şen
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Hinar – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: Wan 06-01-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevalê me Eşref li Elbaka Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku qada lê ji dayik bûye qadeke welatparêz e û gerîla li wir çalak e, wî partiya me PKK nas kiriye û ketiye bin bandora wê. Bi taybetî di dema Şoreşa Rojava de, wî fêm kiriye ku partiya me PKK ji bo gelê me tê çi wateyê, ew tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin kiriye. Di dema şer de bi cesaret û fedakariya xwe bal kişandiye û di warê şikandina êrişên DAÎŞ’ê de roleke mezin wergirtiye. Hevalê me Eşref bi ruhekî fedaî têkoşiyaye, di dema şer de ew gelek caran birîndar bûye û bi biryardariyeke mezin di têkoşînê de israr kiriye. Hevalê me Eşref piştî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çûye çiyayên Kurdistanê û vê xeyala xwe bi cih aniye. Li ser vî esasî di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevalê me Eşref di dema şoreşa Rojava de tecrubeyek mezin stendiye û li çiyayên Kurdistanê jî kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye armanc. Hevalê me Eşref qîmeteke mezin dida rêhevaltiyê. Hevalê me Eşref derbasî qada Botanê bûye ya ku şerekî mezin lê tê kirin û li vê derê tevlî nav gelek çalakiyên serkeftî bûye.[1]