$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dilda Botan
Nav û paşnav: Yûsûf Gullu
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Naîme-Mûzaffer
Dîrok û cihê şehadetê: Wan 06-01-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevalê me Dilda li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevalê me ji bo ku di warê maddî de alîkariyê bide malbata xwe li metrepolan di karên cihê de xebitiye. Di vê pêvajoyê de feraseta dewleta dagirker ji nêz ve nas kiriye. Hevalê me li dijî armanca pergalê ya ku dixwaze ciwanên Kurd ji koka wan a berxwedêr qut bike, ew girêdayî nirxên xwe yên cewherî maye û dest pê kiriye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Hevalê me Dilda li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê fêm kiriye ku têkoşîna partiya me ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo dimeşe wê bibe bersiv û di sala 2014’an de li Botanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di demeke kurt de ew bi Botanê hatiye girêdan û li çiyayên Kurdistanê bênavber têkoşiyaye. Hevalê me ji taybetiyên neyînî yên pergalê xwe zû pak kiriye û di nav refên têkoşînê de cewhera xwe ya rastîn dîtiye. Hevalê me di warê leşkerî û îdeolojîk de zû xwe bi pêş ve biriye û bûye gerîlayekî jîr û xwedî tecrube. Hevalê me bi kesayetiya xwe ya kedkar û samîmî di nav rêhevalên xwe de hatiye hezkirin û her dem peywirên xwe bi serkeftî pêk aniye. Nirxên ku hevalê me Dilda bi kesayetiya xwe ya milîtanî ava kiriye wê her dem di têkoşîna me de bijî û pêşiya me ronî bike.[1]