Di kurdî de rola hunera qerf û henekan
#Rizoyê Xerzî#
Ji kevin de hunera qerf û henekan di nava kurdan de xwedî cihekî taybet e. Kurd beriya ku vê hunerê di şano û TVyan de nîşan bidin, berê jî di jiyana xwezayî de li civatên gundan ew yek bi rengekî xwezayî dihate kirin. Dema ku mirovekî xwedî vê hunerê di civatê de hebûya, wî dest bi qerf û henekên xwe dikir û civatê jî lê guhdarî dikir û sohbeteke xweş ya bi kêf û henekan derbas dibû.
An jî di rojên taybet de wekî serê salê qirdikê sersalê çêdikirin. Pîrozbahiya sersalê li ba her gelekî bi rengekî cuda tê pîrozkirin û li gorî çand û jiyana wî gelî şêwe û forma xwe girtiye. Li ba kurdan jî çanda pîrozkirina sersalê çandeke gelekî kevnar e.
Di wê rojê de karekterê kalo yan jî qirdikê sersalê derdiket pêş, mirovekî cil û bergên ecêb li xwe dikirin, rûyê xwe tenî dikir û li nava gund mal bi mal digeriya henek dikirin û geşta xwe ji malan dixwest.
Ew çand li gorî herêman dihate guhertin lewre ez zêde nakevim nava wê mijarê de lê bi giştî hema bêje li hemû deverên Kurdistanê ew çand hebû. Piranî jî şêweyeke kêfxweşî û qerf û henekan bû.
Paşê jî li gorî îmkan û derfetên ku hebûn kurdan qerf û henekên xwe bi rêya şanoyê jî pêşkêş kirin. Tevî ku Qerf û henek di wêjeyê de rêbazeke nivîsê yê herî bi bandor e lê mixabin di warê nivîskî de di nava kurdan de gelekî kêm û bi sînor e.
Tevî ku ev çand di nava kurdan de û di jiyana wan a rojane de heye lê mixabin di warê qerfên nivîskî de kurd bi giştî bi rengekî cidî û pêwist nêzî vê hunerê nabin. Bi gotineke din mirov dikare bêje mixabin kurd bi ‘henekî’ nêzî qerf û henekan dibin û vê hunerê cidî nagirin.
Lê piştî pêşketinên di warê dijîtal de êdî asoyeke din li pêşiya hunera qerf û henekan vebû û di wî warî de bû hunera herî zêde di mediya dijîtal de tê temaşekirin.
Şanoger û leystikvanên kurd jî kêm be jî êdî derbasî cîhana medyaya dijîtal dibin û henekên ku hinekî bi qalîte bin di nava gel de gelekî tên ecibandin û temaşekirin. Ji bilî ku tu demeke bi ken û kêfxweşî derbas bikî ew peywireke din jî dike û dibe alaveke ji alavên rawestandina li hemberî asîmlasyonê.
Bi her halî wekî me got tevî ku hunera qerf, henek û laqirdî di jiyana kurdan de gelekî zêde ye lê di warê nivîskî de gelekî kêm e.
Ji xwe heke em çêr, sixêf, xeber û nêzîkatiyên zayendîparêz ji nava qerfên kurdî derxînin gelekî kêmtir dibe.
Îca mala Riza Uyar ava be ku bi salan qerf û henekên herêmên cuda ên Kurdistanê berhev kirine û di pirtûkeke bi navê ‘Destmêja çi halê çi’ de civandine û beriya çend rojan wekî pirtûk daye çapkirin.
Riza Uyar bi zimanekî xweş û kedeke hêja ev henek û pêkenokên ku neynika serpêhatiyên jiyana me ne, berhev kiriye û ji xwendevanên kurdî re pêşkêş kiriye.
Pirtûk ji weşanxaneya Gelawêjê derketiye û bergê pirtûkê jî bi karîkatorekî şêwekar Mihemed Seyda hatiye xemilandin.
Nivîskar Seydxan Anter jî li ser berga dawî ya pirtûkê danasînek ji vê pirtûkê re nivisandiye û behsa çîroka gundekî Hezroyê kiriye.
Qerf û henek jî şêweyekî ji şêweyên wêjeyê ye û rêya herî xweş û herî kin a ku mirov dikare pê tiştê ku dixwaze bêje, bigihîne xwendevanên xwe.
Bi taybetî li ba kurdan ew dikarin bi riya qerf û henekan, tinaz û yariyan her tiştên xwe bînin ziman.
Ji kîjan deverên kurdistanê be ferq nake. Dema ku kurdek buxçika kul û derdên xwe veke, dihêle ku tu hemû kul û derdên xwe jibîr bikî.
Di nava wê jiyana kurdan a tijî êş û elem de û di bûyerên herî trajedîk de jî dîsa çend bûyerên komedî û pêkenokî derdikevin holê.
Kurd ji ber rewşa jiyana xwe di derûniyeke wiha ecêb de dijîn ku dema mirovek zêde bikene ji nişkan ve li xwe hay dibe û dibêje Xwedê vî kenê me xêr bike. Anku piştî vî kenî dibe ku tofanek bi ser wî/wê de were.
Gotineke pêşiyan a ereban heye ku vê rewşê wiha şîrove dike, ew di rewşên wiha de dibêjin ‘ Belaya herî mezin ew e ya ku mirov pê dikene’.[1]