Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,122
Wêne
  124,144
Pirtûk PDF
  22,097
Faylên peywendîdar
  125,942
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Ziman ronahiya jiyana zarokan e
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Adar Jiyan
Adar Jiyan
Ziman ronahiya jiyana zarokan e
#Rizoyê Xerzî#

21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya cîhanê ye. Bi minasebeta 21’ê Sibatê rêxistinên kurdan bi gelek bername û daxuyaniyan vê rojê pîroz dikin. Li Amedê jî di pêşengiya MED-DER’ê de hefteya ziman hatiye îlankirin û rêzeçalakî tên li dar xistin. Li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û çawaniya nêzîkatiya dê û bavan ji bo zarokan, me hevpeyvîn bi nivîskar Adar Jiyan re kir û bi berfirehî behsa mijara perwerdeya zarokan kir.

Beriya dibistanê nêzîkatiyên dê û bav li ser zarokan bandoreke çawa dilîze, divê dêûbav çawa nêzî zarokan bibin?
Berî her tiştî divê dê û bav bi çavên mezinan li zarokên xwe binihêrin û wan wekî mirovên gihîştî bihesibînin. Li gel hezkirinê, ji wan re rêzê jî bigirin. Lewre zarok ji mirovên mezin pejnkartir û hestyartir in û ji gelek mirovên mezin bêtir bîra her tiştî dibin. Wekî din jî divê dê û bav çanda kar û lîstikên zarokan tevlî hev nekin. Pîşeya zarokan lîstik; alav û amrazên wan jî pêlîstokên wan in. Zarok, bêlîstik û bêpêlîstik ne tiştekî fam dikin û ne jî dipejirînin. Divê dê û bav li şûna pend û şîretan, bi liv û tevgerên xwe ji zarokên xwe re bibin mînak. Divê li şûna ku wan rexne bikin aliyê wan î erênî û pêşketî derxin pêş û pesnê wan bidin. Ev yek hem wan kêfxweş dike û hem jî ewlehiyê dide wan. Divê şaşiyên wan bi xweşî ji wan re bibêjin û ji tiştên nebaş re bibin asteng. Ev jî ewlehiyê dide wan û bêtir wan kêfxweş dike. Zarok her ku mezin dibin pirsgirêkên wan jî mezin dibin. Ji bo wê divê dê û bav pirsgirêkên wan di ser guhê xwe re navêjin û ji bo çarserkirina wan hewl bidin. Divê bi wan re biaxivin û bi baldarî li derdên wan guhdarî bikin. Divê gava ku zarok ji malê derketin an çûn dibistanê wan verê bikin û gava ku hatin malê jî bi kêfxweş wan pêşwazî bikin. Gava ku ketin hundir jî, divê ji ber wan rabin û wan ji dil û can hembêz bikin.
Divê dê û bav, zarokên xwe li gorî behre û taybetiyên wan bigihînin û arasteyî qada ku zarok tê de serkeftî dibin, bikin. Divê hezkirina xwe bi wan baş bidin hisandin. Divê dê û bav heyamê kamilbûna zarokan baş bişopînin û li gorî wê tedbîr bigirin û tev bigerin. Divê fikr û ramana xwe li ser zarokên xwe nedin ferzkirin. Divê derfeta ku zarok xweserî û xwebûna xwe pêk bîne, bidinê.
Di perwerdehiyê de dema zarok bi zimanê dayikê perwerde nebin gelo ji aliyê pedagojiyê ve bandoreke çawa li ser wan çêdike?
Her zarok hê di malzaroka dayika xwe de zimanê dayika xwe fêr dibe. Sedema ku ji zimanê zarokê yê sereke re “zimanê zikmakî /zimanê dayikê” yan jî “zimanê maderî” tê gotin. Her zaroka ku ji dayik dibe, pêşî zimanê dayika xwe fêr dibe. Mak û kana hemû zimanên ku mirov paşê fêr dibe, zimanê dayikê ye. Zarok hemû lorîk, mamik, nezanok, zûgotinok, dûrik, çîrok, çîvanok û gelek tiştên din pêşî ji dayika xwe hîn dibe. Hemû xewn, xeyal, lava, diroz, nîgaş û sêwirandinên zarokê bi saya vî zimanî pêk tên. Zimanê dayikê ew ziman e ku mirov heta dawiya temenê xwe, hest, raman û boçûnên xwe pê derdibire. Zarok bi saya vî zimanî netewe, çand, dîrok, wêje, huner û kevneşopiyên xwe hîn dibe û diparêze. Gava ku bi ajal û nebatan re têkiliyê datîne jî bi vî zimanî diaxive. Ango zimanê dayikê ji bo her zarokê wekî paceya jiyana wî/wê ya hundirîn û cîhana wî/wê ya derveyî ye. Îcar gava ku zarok ji vî zimanî bêpar dimîne, ji hemû nirx û hêjahiyên xwe yên mirovî, çandî û civakî jî bêpar dimîne. Zarok bi vî awayî dibe biyaniyê jiyan û cîhana xwe jî.
Zarok bi saya zimanê dayikê, heyîn û heyberên derdora xwe dinasin; ger ku ew bi zimanê dayika xwe perwerde nebin; heyîn û heyberên derdora xwe baş nas nakin û nikarin bi wan re têkiliyeke erênî daynin. Zarok, zanîn û zanyariya jiyanê bi zimanê xwe fêr dibin. Pêdivî û pêwendiyên xwe yên rojane jî dîsa bi saya zimanê dayikê pêk tînin. Heke zarok bi zimanê dayika xwe perwerde nebin, baş nikarin pêdivî û pêwendiyên xwe yên rojane pêk bînin. Her wiha baş nikarin hevahengiyeke çandî, civakî û mirovî pêk bînin. Ewlehî û xweewlehiya wan qels dimîne. Derdor, welat, erdnîgarî û cîhana ku lê dijîn baş nas nakin. Heke zarok bi zimanê dayika xwe perwerde nebin, nikarin axaftineke baş pêk bînin û nikarin zimanekî din baş fêr bibin.
Çi cudahî di nava zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin û yên bi zimanekî din perwerde dibin heye?
Divê zimanê dayikê tenê wekî alava derbirin û têkiliyên di navbera mirovan de neyê dîtin. Zimanê dayikê, bi qasî ku kesayetî û civakîbûna zarokan diyar dike. Hilberînerî û afirîneriya zarokan jî ewqas hêsan dike. Zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin, xwebûn û xweewlehiya wan tebût dibe; yên ku bi zimanê dayika xwe perwerde nebin, xwebûn û xweewlehiya wan qels dimîne. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerde dibin hişmendiya wan xurt e, yên ku bi zimanê dayika xwe perwerde nebin hişmendiya wan lawaz e. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe perwerde dibin, bêtir dikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman, ên din nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman. Zarokên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin, hest û hizrên xwe baş derdibirin; ên ku bi zimanê dayikê perwere nebin, nikarin hest û hizrên xwe baş derbibirin.
Em dibînin ku tevî tirkî, farisî û erebî ne zimanê me yê dayikê ne, lê li gorî çavdêriyên min, di dema xwendina bilind de kurd di warê ziman û wêjeyê de bi piranî û giştî ji zarokên xwediyê wî zimanî jêhatîtir in, gelo sedema vê yekê çi ye?
Bi rastî jêhatîbûn û serkeftin ne heman tişt in. Dibe ku hin zarok pir jêhatîbin û baş bixebitin jî belê di dersên xwe de zêde ne serkeftî bin. Dibe ku hin zarok jî serkeftî bin belê ne jêhatî bin. Ew rasterast bi bîr û jîrayiya zarok ve girêdayî ye. Bêguman ziman – xasma zimanê dayikê- bandoreke mezin li ser jîrayiya zarokan dike û jîrayiya zarokan bi saya zimanê wan pêş ve diçe. Keysa zarokên kurd ên ku nû diçin dibistanê li gorî zarokên ku bi zimanê tirkî, farisî û erebî perwerde dibin, kêmtir e. Lewre ew bi zimanekî ku qet pê nizanin perwerde dibin û tiştê ku dixwînin jî zû bi zû fam nakin. Belê piştî dibistana navîn û dibistana bilind ango zanîngehê, li gel zimanê xwe zimanekî din jî fêr dibin û herdu ziman jî asoya zarokan firehtir dike, gencîneya peyvên wan dewlementir û nîgaş û sêwirandina wan xurtir dike. Bi vegotineke din; zarokên ku pêşî fêrî zimanekî biyanî dibin û tengayiyê dibînin, piştî ku du zimanan fêr dibin, bêkeysiya (dezawantaja) wan li keysê (awantajê) dadigere. Her çendî ku çavdêriyeke min a wisa tune be û ev angaşt ji sedî sed ne rast be jî, îhîtmaleke mezin heye ku zarokên ku du zimanan bi hev re hîn dibin ji yên ku zimanekî tenê hîn dibin serkeftitir in.
Bi giştî ji bo neteweyekê pêwistiya perwerdehiyê çi ye?
Çi ji bo netewe û civakekê û çi jî ji bo kesekî bi serê xwe dibe, jiyaneke bêperwerdehî ne pêkan e. Lewre perwerdehî parçeyekî jiyana mirov e. Pêwistî û girîngiya perwerdehiyê nayê vegotin. Belê pirsgirêk awanî, çawanî û şêwaza perwerdejhiyê bi xwe ye. Jixwe ji bo neteweyekê perwerdehî bi qasî nan û avê girîng e. Ji ber ku hemû kar, xebat û çalakiyên civakê bi saya perwerdehiyê pêşve diçin, her netewe neçar e ku pergala xwe ya perwerdehiyê baş saz bike û biedilîne. Ji aboriyê bigirin heta tenduristiyê, ji parastinê bigirin heta leşkeriyê, ji çandiniyê bigirin heta ajaldariyê…hemû sazî û dezgehên neteweyekê muhtacî perwerdehiyê ne. Herwiha ziman, çand, huner, muzîk, wêje, werzîş û hwd. hemû bi saya perwerdehiyê pêşve diçin û tekûz dibin. Perwerdehiyeke baş her gav bandoreke erênî li ser jiyana takekesî, civakî û çanda neteweyê dike. Bi qasî ku neteweyek bi saya perwerdehiyê pêşve diçe, ne bi serjimara xwe, ne bi artêş û leşkerên xwe û ne jî bi aboriya xwe dikare ewqas pêşve biçe. Hêza diyarker a ku dibe sedema pêşveçûna neteweyekê teqez perwerdehî ye. Neteweyên ku pêşve diçin, berî ku pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin, pirsgirêkên xwe yên perwerdeyê çareser dikin. Tê gotin ku neteweyên aboriya wan baş be perwerdehiya wan jî baş e.
Mînakên pirzimanî li cîhanê û li cihên pirzimanî bikar tînin çawa ne?
Li ser rûyê dinyayê bi hezaran ziman, bi sedan netewe û bêhejmar kom û komikên cuda hene. Mafê her netewe, kom, civak û takekesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe. Ev tiştekî xwezayî, mirovî û asayî ye. Çawa ku zayend, nijad û rengên mirovan ji hev cuda ne, ziman, çand û kevneşopiyên wan jî ji hev cuda ne. Perwerdehiya pirzimaniyê ji bo civak an jî neteweyekê dewlemendî ye. Ji bo mirov û mirovahiyê jî pêdiviyeke gerdûnî ye. Tiştê ne asayî qedexekirin û astengkirina pirzimanî ye. Mirov bi çend zimanan perwerde dibin bila bibin, tu xisara pirzimaniyê nîn e; berovajiyê vê sûd û fêdeya wê heye. Civakên pêşketî, li gel pirgirêkên xwe yên perwerdehiyê, pirsgirêkên xwe yên perwerdehiya pirzimaniyê jî çareser kirine. Welatên ku rayedarên wan perwerdehiya pirzimanî û perwerdehiya bi zimanê dayikê qedexe dikin û her wisa tenê zimanê fermî li ser civakên pirzimanî didin ferzkirin, hemû welatên paşmayî ne. Civakên wisa ne dikarin pirsgirêkên xwe yên perwerdehiyê, ne pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û ne jî pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin.
Îro li gelek welatên cîhanê, li gel perwerdehiya pirzimanî, di sê zimanên wan ên fermî hene. Ji bilî zimanên fermî bi dehan zimanên cuda hene û her netewe bi zimanê xwe perwerde dibe. Ne fikara cudaxwaziyê û ne jî parçebûna welêt tê bîra tu kesî. Tiştekî wisa tune ye. Sedema parçebûna welatekî ne pirzimanî û ne jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Sedema parçebûna welatekî qedexekirin, astengkirin û tunehesibandin e. Sedema têkçûna welatekî bêperwerdehî, bêdadî û newekhevî ye. Civakên ku li gorî pergala pirzimaniyê perweredehiyê didin û perwerdehiyê dibînin welatên herî pêşketî, aram û lihev in. Civakên ku pirzimaniyê pirçandiyê qedexe û asteng dikin, tenê netewe dewlet û civakên paşmayî ne. Netewe dewlet ji yekzimaniyê pê ve ne destûra perwerdehiya zimanê dayikê û ne jî perwerdehiya pirzimaniyê didin. Civakên paşmayî jî, ji perwerdehiyeke zanistî û gerdûnî bêpar in.
Adar Jiyan kî ye?
Adar Jiyan di sala 1965’an de li gundê Dengiza ya Stewra Mêrdînê hatiye dinyayê. Dibistana Seretayî li gundê xwe xwend. Dibistana Navîn li Stewrê xwendiye. Enstîtuya Perwerdehiyê li Ruhayê kuta kiriye. Gelek caran hat girtin û darizandin. Wekî mamosteyê polê hate wezîfedarkirin. Heta niha nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên wekî Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Tîroj, Vesta, Hîwa, Kevan, Bîrnebûn, Nûbihar û gelek kovarên din de hatine weşandin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,122 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-02-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Zarokan
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-03-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-03-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-03-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,122 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.656 çirke!