Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,026
Wêne
  124,099
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Gelek caran Licê şewitiye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Licê - 1993
Licê - 1993
Gelek caran Licê şewitiye
#Rizoyê Xerzî#

Pirtûka ‘Şopên Şewatê: Licê’ dokumenteke dîrokî ye
Bi boneya salvegera 28’an a şewata Licê me li ser pirtûka “Şopên Şewatê: Licê 1993 ” vê hefteyê bi nivîskara pirtûkê #Rojîn Zarg# re hevpeyvînek kir. Zarg dibêje min bi vê berhemê xwest ku dehşet, wehşet û barbariya ku li ser gelê Licê hatibû kirin, dilopeke biçûk be jî bila di nav rûpelên dîroka reş de, ji bo nifşên pêş ji bîr nebe, bibe dokumenteke dîrokî ya îbret a mayînde. De ka em der barê çîroka şewata Licê ji xwediya berhemê bipirsin.
* We çima hewce dît ku pirtûka Şopên Şewatê Licê 1993 amade bikin?
Di 22-10-1993’an de dewletê der û dor li navenda Licê girtibû, ji erdê ve bi top û tankan û ji hewa ve jî bi helîkopteran agir li Licê û licêyiyan barandibûn. Sê roj licêyiyan nikarîbûn ji ciyê xwe bilivin. Tu kesan nizanibû çi bûye. Piştî sê rojên xezebê dema licêyî ji mal û stargehên xwe derketin der, bihîstin ku dewlet dibêje: “Gerîlayan avêtine ser Licê, general Bahtiyar Aydin hatiye kuştin…”
Lê belê licêyiyan bi çavên serê xwe didîtin ku ne gerîlayan girtine ser Licê û ne jî şer di nav gerîla û leşkeran de derketiye. Şer û teqîn yek alî ye. Leşker û polîs provakasyon derxistine û wan bi xwe Licê dane ber devên top û tankan.
Dewlet ji bo navend û gundên Licê bişewitîne û licêyiyan koçber bike Bahtiyar Aydin bi xwe kuştine û davên ser gerîlayan. Li gorî rapora dewletê di vê bûyerê de 16 kes û li gorî rapora nexweşxanê 36 kes hatibûn kuştin û 401 xanî û 242 dikan û cihên kar hatibûn şewitandin. Xelkê zerareke mezin dîtibû. Li gorî gel jî ji 50’î bêtir kes hatibûn kuştin. Dewletê di navbera hefteyekê de 10 hezar licêyiyan ji navand, gund û gundikên Licê koçber û terkeder kirin. Nifûsa Licê di şevekê de ji 13 hezaran daket 2,500’î.
Di salên 1990’î de Licê bi tenê nehatibû şewitandin, li gel Licê gelek bajar, bajarok û gundên Kurdistanê yên din jî, ji aliyê dewletê ve hatibûn şewitandin, koçberkirin û valakirin. Ez hizirîm ku şewata 1993’an mijareke pir berfireh e, dema ez mijara şewatê bi giştî bigirim, ez ê nikaribim ji bin vî barê giran rabim.
Loma min ev lêkolîna xwe bi şewata Licê ya sala 1993’an bi tixûb kir. Piştî bîst salan min bûyera şewata Licê rasterast ji devê kesên yekem girt û ez bi wan re rû bi rû peyivîm. Ez gund bi gund, tax bi tax geriyam û min bi gelek mexdûrên şewatê û koçberan re hevpeyvîn kir. Yên ku zarok, jin, mêr, xwişk, bira, dê û bavên wan hatibûn kuştin, şewitandin, birîndar û wendakirin. Min ji nav wan hevpeyvînan 50 serpêhatiyên herî bi sosret, wehşet û balkêş hilbijart.
Min xwest ev dehşet, wehşet û barbariya ku li ser gelê Licê hatibû kirin, dilopeke biçûk be jî bila di nav rûpelên dîroka reş de, ji bo nifşên pêş ji bîr nebe, bibe dokumenteke dîrokî ya îbret a mayînde.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di sala 2001’ê de biryar da ku dewletê Licê şewitandiye û pêwîst e ku dewlet tazmînatê bide mexdûran. Parêzerên licêyiyan di mijara tazmînatê de bi dewleta Tirkiyeyê re li hev kirin û “çareseriya dostane” qebûl kirin û tazmînatê kêm dan hinek mexdûrên licêyî. Hinek mexdûr jî li derî wê tazmînatê man. Di pirtûkê de ev mijar ji aliyê mexdûr û parêzeran ve bi awayekî vekirî hatiye şirove, gotûbêj û rexnekirin.
*Di nav van 50 bûyeran de ya herî bêtir bandor li te kir û bala te kişand kîjan bû?
Çîroka “Bizmarê zingarî” bû sedemê vê lêkolîna min. Yek ji yekê balkêştir û xemgîntir bûn. Dema min van serpêhatiyan dinivîsand pirî caran min dikir nedikir min nikaribû wan bûyerên biêş û jan binivîsînim, ez pirê caran radibûm û min dev ji nivîsê berdida, bi şev ez ji xew hişyar dibûm û dîsa min dom dikir.
*Tu dikarî ji kerema xwe bi kurtasî behsa çîroka bizmarê zingarî bikî?
Çend sal berî niha bû, ez ê ji Hewlêrê biçûma Mexmûrê. Di nav pîkabê de cîyê rûniştinê nemabû. Ez û hevalekî li paşiya pîkabê rûniştin. Keçika ku ciyê wê li pêş bû, çewalek gûzên Qendîlê danî cem me û çû li ciyê xwe yê pêş rûnişt. Hevalê ku li kêleka min rûnişt xortekî kej û bêdeng bû. Bala min çû ser gûzên Qendîlê yên bi navûdeng bûn. Her çiqas hevalan pesnê gûzên Qendîlê dabû jî, lê derfet çênebûbû ku ez heta wê demê gûzên Qendîlê tahm bikim. Min ji hevalê kêleka xwe pirsî:
-Navê te bi xêr?
-Navê min Azad e.
-Azad tu ji ku yî?
-Ez ji Licê me.
-Hooo! Em hemşehriyên hevûdu ne!
-Ma tu jî ji Licê yî?
-Belê, ez ji gundê Fîsê me.
Her çiqas ez bi Azad re dipeyivim jî bala min li ser çewalê gûzan bû. Min destê xwe kir nav çewalê gûzan, çend gûz derxistin. Min kir nekir di nav kefa destê min de nehatin şikandin. Min ji Azad pirsî:
-Tiştekî wekî kêrê tune ku em pê gûzan bişkînin?
Azad destê xwe kir bêrîka xwe kêrekî biçûk û sertûj derxist. Min ji destê wî girt û bi serê tûj pê gûz parçe kir û kakilê wê derxist. Bi rastî ne bi tenê tahma gûzê, her wiha teberika Qendîlê bû ku hîn jî çêja wê di devê min de ye. Piştre jî Azad dest bi şikandina gûzan kir. Di vê rêwîtiya dom û dirêj de min cardin ji Azad pirsî.
-Hevalê Azad ev çend sal in ku tu ji Licê derketiyî?
-Ez piştî şewata Licê derketim.
Min hesap kir ku Azad 13 sal in ji Licê derketiye. Û min jê pirsî:
-Xebera dêûbavê te heye ku tu li van deran î û dijî?
-Na wele, min heta niha ji wan re ne nameyek şandiye û ne jî telefonek kiriye.
-Malneketo! Ma tu nizanî ew qas sal in ku dilê dê û bavê te li ser av û agir in. Çavên wan tim li rêya dûr e. Gotineke pêşiyên me heye: “Bila çavê mirov li rêya dûr be, lê ne li gora kûr be!” Gelek malbat ji bo zarokên xwe bibînin bi zor û zehmetî heta van deran tên. Çi mafê te heye ku tu malbata xwe wisa xemgîn dikî! Ez bawer dikim ku her serê sibeha dema qijik tê ber pencereya mala we, li ser darê datîne û dike qijeqij, diya te jê re dibêje: ‘Qijê xêr be, te îro mizgîniya Azadê min aniye!’ Ma te bêriya dê, bav, xwişk û birayên xwe nekiriye gelo?”
Li ser van gotinên min, Azad destê xwe bir berîka şapikê xwe kaxezek (selpak) wekî cixareke pêçandî derxist û vekir. Di nav wê dê bizmarekî zingar derket û di nav kefa destê xwe de nîşanî min da û got:
-Di sala 1993’an de dema li navenda Licê leşkeran agir berdan xaniyê me û şewitandin, ji derî vî bizmarê zingarî tu tiştekî me nema. Min ev bizmarê zingar girt kir berîka xwe û berê xwe da çiyayên wekî navê xwe.
Azad carek din bizmarê xwe yê zingarî pêça û kir bêrîka xwe ya hundir. Ez ketim nav xem û xeyalan, îlham û helwesteke nedîtî bi min re peyda bû ku dema ez vegerim ez ê lêkolînekê li ser şewata Licê ya sala 1993’an bikim. Mixabin min niha derfet dît ku bîranîna bizmarê zingarî bi cî bînim. Bizmarê zingarî di 21 saliya şewata Licê de bû sedema awêneya dîroka Licê.
*Ji bo vê lêkolîna “Şopên Şewatê Licê 1993” te rê û rêbazên bi çi rengî dan pêş xwe?
Ez havînekê gund bi gund, tax bi taxên Licê û navçeya Licê geriyam; ew kesên ku di dema şewatê de li wir bûne û bi çavên serê xwe dîtine, min bi wan re rû bi rû hevpeyvîn kir.
Di dema Şerê Şêx Seîd (1925-1928) de, navend û piraniya gundên Licê hatibûn şewitandin, ji ber ku wê demê bûyer nehatine nivîsandin, niha piştî 96 salan di destê me de ji derî du belavokên rêxistina Xoybûnê tiştekê nivîskî tune. Kes nizane di dema şerê Şêx Seîd de li herêma Licê çend gund hatine şewitandin, çend kes hatine girtin, çend hatine kuştin û sirgûnkirin.
Piştî salên dûr û dirêj niha li hinek gundan, gundî bi paş ve vegeriyane gundên xwe û ji nû ve li gund bi cî bûne. Hinek jî di demsalên havîn û payîzan de diçin gundê xwe û zivistanan jî bi paş ve vedigerin bajaran.
*Bi derketina pirtûka “Şopên Şewatê Licê 1993” re gelo tu gihîştî encam û armanca xwe?
Erê, ez dihizirim kêm be jî heta astekê ez gihîştim armanca xwe. Pirtûk li Amedê reş û spî û li Stockholmê jî rengîn çap bû. Di heman demê de li welat û li derî welat bi hejmareke zêde li nav gelê me belav bû û hem jî wek dokumenteke dîrokî û civakî ket nav arşîva me kurdan.
*Gelo di destê te de projeyên te yên pêşerojê hene, ku hene çi ne?
Di destê min de çend xebat hene, lê niha ne rojane ne. Min di vê dema nexweşiya pandemiyê de bêtir giranî daye ser xwendinê.
Rojîn Zarg kî ye?
Rojîn Zarg di sala 1973’an de, li gundê Fîsê yê Licê ji dayik bûye. Di sala 1996’an de bi malbatî koçberî bajarê Îzmîrê bûne. Li Îzmîrê di rêveberiya HADEPê de xebitiye. Di sala 2004an de vegeriyaye Amedê. Li Enstîtuya Kurdî ya Amedê kar kiriye. Li Amedê di Komeleya Mafên Mirovan de xebitîye. Ji 15 çîrokên folklorî, her yek kiriye pirtûkeke zarokan û li Başûr bi tîpên erebî bi kurmancî hatine çapkirin. Bi navê “Fîdo” romaneke wê heye. Di sala 2018’an de bi navê “Emrê Dirêj Bextê Reş” jîyana Dayika Sakîne kiriye pirtûk. Di sala 2018’an de ligel Amed Tîgrîs du pirtûk bi navê “Êzdîxan û 97 Ferman û Qewlên Êzdiyan” amade kirine. Her wiha Rojîn Zarg bi komek nivîskar re bi navê “Xurafeyên Me” pirtûkek çap kiriye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 955 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-08-2021 (4 Sal)
Bajêr: Amed
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-03-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-03-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 955 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1102 KB 11-03-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.328 çirke!