Gupik bi gupik haîkû
#Samî Hêzil#
#GUMBIL# gupik bi gupik haîkû navê berhema helbestvan Sidîq Gorîcan e ku ji 301 haîkûyan pêk tê. Ev cureya helbestê, ya ku diyariyeke Japonî ye ji bo wêjeya cîhanê, vê carê jî bi qelema Gorîcan dakete qada wêjeya Kurdî. Helbestvanên wek Berken Bereh, Şemal Akreyî, Xalid Elî Silêvanî, Ulku Bîngol û Kawa Nemir bi zimanê Kurdî haîkû nivîsîbûn û niha jî Sidîq Gorîcan wek kêliyeke zexm li wan zêde bû.
Haîkû cureyeke helbesta lîrîk e. Wek teşe cureyeke bê sêrwa ye ku bi 17 kîte û 3 rêzikan tê honandin. Rêza yekem û sêyem piranî 5 kîte ne û rêza navîn jî ji 7 kîteyan pêk tê. Haîkûyên Japonî wek yek rêzik tên nivîsandin lê bi rêya peyvekê – bi zimanê Japonî ew peyv kireji ye- rawes dikeve nav rîtma helbestê, an ku bi peyvekê haîkûnûs tiştekê dibire û bi tişteke din didomîne. Haîkû wek tema bêtir derbarê sirûşt û demê ne. Besta haîkûnûs bi demsalê, bi danê rojê û bi hêmanên xwezayî tê xîretê. Dem û xweza wek du temayên bingehîn di hişê haîkûnûs de bi mîzaheke bicoş li hev diqelibin û dibin kakilên gotinkî.
Her çiqas nerîta nivîsîna haîkûyê bigihîje ta sedsala 12’an jî, Matsuo Bashō di sedsala 17’an de pêşengtiya vê cureya wêjeyî kir. Wî ew cure derxist asteke bilind a hunerî. Piştî wî jî hostayên wek Buson, Masaoka Shiki, Issa û Takahama Kyoshi bûn tevkarên belavbûna vê cureyê ku destpêkê li seranserê Japonya’yê û piştre jî li çar aliyên cîhanê deng veda. Bandora haîkûyê ji hêla teşe û naverokê ve li ser tevger û helwestên cihê yên wêjeyî çêbû, wek mînak em dikarin navê tevgera Îmajîst a wêjeya Îngilîzî ya destpêka sedsala 20’an bidin. Haîkûyê sefereke dirêj kir seranserê cîhanê. Destpêka sedsala 20’an haîkûyê serî li Hindistanê da û li qelema Rabindrath Tagore ket, bi mazûvaniya Federico Garcia Lorca bû mêvanê Îspanya’yê û bi afirîneriya Ezra Pound jî bû malê wêjeya Amerîkî.
Haîkû sînoreke şiklî datîne pêş nivîskarê xwe û bi vê taybetiya xwe jî dibe ku wek astengiyekê li pêş afirîneriyê xuya bike. Lê di rastiyê de ev sînorê ku bi kîte û rêzikên kurt xêz bûye, di axiriyê de bûye bayîs ku haîkûnûs bi kêm gotinê peyameke xurt bide û bala xwe û xwînerê xwe bikişîne ser wate û têgihîştineke hevgirtî. Ji ber vê sînorê teşeyî û gotina kêm-peyv e ku haîkûnûs wek fêlbazên peyvan tevdigerin û dafikan datînin pêş xwînerên xwe. Pirî caran jî rizq û qûtên xwînerên xwe kêm dikin bes li benda hîsa têrbûneke tam dimînin. Bi awayekî din em bibêjin, barê waterdarkirina hunera xwe datînin ser milê xwînerên xwe. Haîkû dibe ku li pêş çavên xwîneran wek cureyeke hêsan a nivîskariyê xuya bike. Lê rastî divê ne wisa be, lewre her ku hejmara peyv û gotinan kêm dibe şiyana hunerî bêtir derdikeve pêş. Bi gotinên hindik kirpandina wateyekê, bibîrxistina îmajekê, hevsengandina mod û tona helbestî reng e ku ne hêsan e.
Gorîcan haîkûyên xwe bi sê sernavan dabeş kirine: gupik bi gupik haîkû, çîrok bi çîrok haîkû û nav bi nav haîkû. Haîkûyên di beşa gupik bi gupik haîkû de bê sernav û bê çîrok in. Herduyên din jî, yek bi çîrok û yek jî bi sernav hatine nivîsîn. Her wisa hin haîkû jî bi îlûstrasyon di pirtûkê de cih digirin. Di dawiya pirtûkê de jî helbestvan ferhengoka peyvên xwe yên herêmî û kêmpeyde amade kiriye û her wisa ji bo ku karên xwîneran hêsan bike pêrîsta haîkûyan jî pê ve kiriye.
Gorîcan di haîkûyên xwe de, silav dane şairan, şabaş biriye ser navê Axaokan, Rilkeyan, Berkenan. Pala xwe daye Sîpanê û li ezameta Behra Wanê heyiriye. Singê xwe daye ber tipikê û bi reşêle û hechecîkan re firiyaye. Û kerba dilê xwe pêşkêşî dostên nivîşkan kiriye:
xweşmêrê dilsoz-
pişkivîn çûn ev destxet
b’xêra serê wî
Rast e, haîkû cilûbergek biyanî ye, lê gelo astareke kurdewar jî lê nayê ku bibe janbira êşên giran. Ev pirs û bersiv di haîkûya jêr a Gorîcan de li hev aliyane:
çi jî bikim ez
l’haîkûyekê hilnayê
kopalê bavo
Karekî ne hêsan e ku em pêşbîniya serpêhatiya haîkûyê ya bi Kurdî bikin, lê xuya ye ku helbestvanekî Kurd hewl daye bi vê cureyê li qedera xwe binêre, û haîkûyê jî jê re devê gotinê vekiriye da ku li xwe mukir were:
her diçe li min
kin û kêm dibe umir
helbest jî: haîkû
[1]